LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Jênederketina qrîza aboriya Tirkiye û aboriya şer!

Jênederketina qrîza aboriya Tirkiye û aboriya şer!

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê sedemên qriza aborî ku rexmê demeke dirêj e tê jiyandin lê belê piştî zêdebûna rêjeya dolarê ber bi çav bû û bû rojeva bingehîn, wek e aboriya şer, aboriya betonê, hêviya xwe bi pereyê germ ve girêdan, civakê her tim teşwîqê serfkarî û xerckirinê kirin, kesên ku tenê berjewendiyên malbatî û kesayetê li pêşe anîna ser wezaretiya aboriyê, dikarin rêz bikin.

Li Tirkiyeyê qriza aborî ku rexmê demeke dirêj e tê jiyandin lê belê piştî zêdebûna rêjeya dolarê ber bi çav bû û bû rojeva bingehîn hem ji aliyê siyasî, hem ji aliyê civakî û hem jî aliyê polîtikayên derve ve wê encamên cidî derxînê holê. Her çiqas Erdoganê vê pêvajoyê bi zext, ambargo û polîtîkayên hêzên derve yên li ser Tirkiyeyê girê bide jî rastî ne wisa ye. Wekî çavkaniya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê; çavkanî û sedema bingehîn a qrîza aboriyê jî pirsgirêka kurd û şerê nîjadkûj a li Kurdistanê te meşandin e.

Gelek sedemên qrîza aboriyê ya li Tirkiyê hene, lê hin sereke mirov dikare di bin van sernavan de rêz bike;

Aboriya Şer

Ji sala 2013’an û vir ve dewleta tirk di çerçoveya biryarên ku bi armanca “tunekirina PKK’ê” girtibû de di qada leşkerî de xerçkirin û razemeniyên mezin ku budçeya xwe derbas dike, kir. Îsal di budçeya navendî de ji bo saziyên ewlekarî û parastinê 64 mîlyar û 306 mîlyon û 50 hezar TL pere veqetand. Bi taybet jî budçeya ji bo dagirkirina Efrînê ji ber şer jî dirêj bû 1 mîlyar TL yê derbas kir û gihişt navbera 3 û 5 mîlyarî. Ev jî aboriya wê felç dike û ber bi deyngdariya ji derve dibe. Her wiha li Rojava û Başur Kurdistanê ji bo ku DAÎŞ, ASA û çeteyen wekî wana li hemberî PKK’ê bide şerkirin pir zêde pere bi kar anîn.

Destên xwe ji Pereyên germ re vekirin

Dema DYA di sala 2008’an de qrîz jiyan kir, dest bi bernameya girtina hebûnê kir, ev jî li hemû cîhanê zêdebûna dolarê bi xwe re anî. Ev rewş li Tirkiyeyê jî hate jiyandin. Şîrketan derfeta dowîzên erzan bi kar anî û bê hesap ketin bin deynan. Dema nirxê dowîzê guherî şîrket ketin nava qeyranekî. Ji aliyê din ve berê xwe dan pereyê germ ên welatên kendavê. Desthilatdariya heyî ji bo çeteyan pereyan xerç kir. Hin dewletên ku ji vê aciz bûn dayîna pereyan sekinandin. Tirkiye ya ku difikirî wê karibe ji binê vê yekê derkeve, bi encamekî berovajiyê vê ve rû bi rû ma.

Aboriya Betonê

Pereyên ku weke deyn ji derve hatibû girtin, ji bo sektora avasaziyê ku îstîhdam û nirxê tevlîbûnê ya wê kêm e, hate xerckirin. Şîrketên ku alîgirên hikumetê ne di vê demê de li pey rantê beziyan. Rexmê ku nîşaneyên aboriyê mezin dibû jî gel ji vê bê par ma û bêkarî hîn zêdetir bû. AKP ya ku nikarîbû pergaleke aboriya xwe dispêre hilberînê pêş bixe, çêkirina rê, nexweşxane, bendav, TOKÎ û hwd. wekî karên kiriye propaganda kir, lê belê ev hemû li Kurdistanê wekî aliyeke şerê qirêj derketin pêşberî civakê. Bi taybet jî bajarên wekî Şirnex, Nisebîn, Sûr û Cizîr ên ku berxwedaniya xwerêvebiriyê li wan deran pêş ket de malên gel bi temamî hatin xerabkirin, li şûna wê bi destê TOKİ’yê xwestin çanda heyî tune bikin.

Serfkarî û xerckirin her tim hate teşwîqkirin

Dema DYA faîzan zêde kir, pereyên germ hêdî hêdî ji Tirkiyeyê derket. Di encama vê de TL nirxê xwe wenda kir. Lê rexmê vê ji ber hin hincetên siyasî û civakî xerckirin hate teşwîqkirin. Ev xerckirina zêde tevî xwe girêdanbûneke ji derve anî û zêde kir.

Biyaniyan Zava neciband

Di pêvajoya ku qeyrana aboriyê dihat jiyandin de zavayê Erdoğan, Berat Albayrak anîn rêvebiriya aboriyê. Albayrak got “wê Banqeya Navendî serbixwe be”, lê belê rexmê vê ne qeyrana aboriyê rawestiya ne jî belavbûna itifaqa bi sermayeya kurewî ku bi salan e tê meşandin, hate astengkirin.

Hewildanên rizgarbûna ji Kaosê

Civîna Aboriyê ya li Beştepeyê; piştî ku dolar gihaşt rêjeya 4.30’an Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan li Beştepeyê di 11’ê Gulanê de bi Lijneya Koordinasyona Aboriyê civînek li dar xist. Di vê civînê de ji bo daxistina dolarê û zindîbûna aboriyê hin biryar hatin girtin. Hin ji van biryarên ku hatine girtin ev in;

– Banqeya Navendî wê hemû amûrên di destê xwe de bi kar bîne.

– Wê ji derveyî welat fon were dîtin, piştgiriyên nû ji kredîyan ve were dayîn.

– Ji vesazî û aştiya Îmarê 60 mîlyar dahatî were bidestxistin.

– Banqeyên cemaweriyê (kamû) wê hêsanî ji bo krediyên ji xayrîmenkul çêbike.

– Wê Xezîne piştgirî bide fonên sektora taybet.

– Ji dîsîplîna darayî ti carî tawîz neyê dayîn.

Lê belê rexmê van hemû biryaran jî bilindbûna rêjeya dolarê û qeyrana aboriyê nehat astengkirin. Dolar nêzî 7 TL’yê bû. Li hemberî vê Berat Albayrak derket pêşberî çapemeniyê û got “Ew ê Plana Aksiyonê” pêk bînin. Lê belê ev jî herareta di aboriyê de danexist.

Sedemên bilindbûna rêjeya Dolar

Rêjeya dolarê ku di meha tebaxa 2013’an de 1.90 TL bû, di nava 5 salan de bi awayekî rêkûpêk bilind bû. Ji sersalê û vir ve TL ji sedî 30 nirx wenda kir. Ligel vê bûyerên siyasî û civakî jî di bilindbûna dolarê de rasterast bandor kir. Li Tirkiyeyê bûyerên ku bawerî nade sermayedarên biyanî hate jiyandin. Gengeşiya ku ji ber îdaenekirina Rahip Brunson ve bi DYA’yê ve tê jiyankirin, rê li ber vedike ku bilindbûna dolarê berdewam bike. Gotinên ambargo yên DYA’yê, ambargoyên tedbîrgirtina sembolîk ên li ser parlementerê AKP’yî Abdulhamît Gul û Suleyman Soylû danîne sermayedaran ditirsîne. Ev jî rê li ber digire ku dowîz bikevin Tirkiyeyê.

Encamên ku wê derkevin holê

Encamên Aborî:

– Aboriya Tirkiyeyê wendabûneke cidî ya baweriyê jiyan kir.

– Wê enflasyon hîn jî zêde bibe

– Wê gelek kargeh û fabrîka werin girtin.

– Wê bêkarî zêde bibe

– Wê bac werin zêdekirin, zamên nû werin danîn.

Encamên Civakî:

– Bi zêdebûna bêkariyê ve hêza kirînê ya gel wê kêm bibe

– Pirsgirêkên civakî wê hîn zêde bibin

– Ji qrîza aboriyê herî zêde wê jin û ciwan bandor bibin

– Civak wê rêyên rizgarbûna ji rewşa heyî bigere, lewre dibe ku tevgerên nû yên civakî pêş bikevin.

Encamên Siyasî:

– Di nijadkujiya kurd de ısrara desthilatdariya AKP-MHP’ê, wê wan di polîtîkaya derve de bixe nava xitmandinekê.

– Li hemberî desthilatdariya heyî wê di civakê de bêbawerbûneke cidî pêş bikeve.

– Desthilatdarî wê qrîza aboriyê wekî hincet nîşan bide û di aboriyê de jî derbasî Rewşa Awarte (OHAL) bibe, polîtîkayên tund esas bigire.

– Bêîstîkrara siyasî wê pêş bikeve, di siyasetê de lêgerînên nû were rojevê.

– Li ser gelê kurd û hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz wê êrîş û zext zêde bibe.

Weke encam; di rewşa heyî de desthilatdariya AKP-MHP’ê lawaztir bûye. Weke hezên demokratîk û azadîxwaz ev rewşa kaosê ya ku Tirkiye ketiye nava wê dikarin veguherînin firsendekê û hemleyên mezin ên civakê esas digire pêş bixin.

18.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً