LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Dewleta Tirk û PDK’ê di êrîşa li ser Şengalê de hevkarin

Dewleta Tirk û PDK’ê di êrîşa li ser Şengalê de hevkarin

NAVENDA NÛÇEYAN-Êrîşa bê navber ya ku li ser gelê Êzîdî de pêk tê, di esasê xwe de îradeya wan û xweseriya wan ne qebûl kirine, Şengalê ku xweseriya xwe piştî rizgarkirinê avakir her demê rastî êrîşa dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê tê. Iraqê jî ji kêlekê de dinêrê û laikê dide Tirkiye, analîzvanên ku vê buyerê analîz dikin aşkere dikin ku hikûmeta Iraqê û PDK di destê Tirkiye bi zextên cur be cur armancên wê pêk tînin.

Di 15‘ê Tebaxê de belafrên dewleta Tirk êrîşî herêma Şengalê kir, di êrîşê de hin cihên sivîl û leşkerî li Geliyê Şilo û gundê Barê û hin erebe hatin hedef girtin. di encama êrîşê de Endamê

koordinasyona Civaka Êzîdxan Mam Zekî Şengalî jıyana xwe jı dest da.

Ji aliyê xwe ve Civaka Êzîdxan aşkere kir ku “êrîşa li ser kesayeta Mam Zekî pêk hatî di serî de gelên Êzîdî hatin hedef girtin û bi vê êrîşê xwestin ku îradeya gelê Êzîdî bixin û wan bê moral bihêlin.” Ev êrîş gelek aliyan bi berdewamiya komkujiya DAIŞê li ser gelê Şengalê diyar kirin, Tirkiye ku bû destek di komkujiya DAIŞê li ser gelên Êzîdî de nikarîbû Êzîdiyan bixin lewma gelek rêbazan bikar tîne da ku li Şengalê armanca xwe pêk bîne.

Planên PDK ê û Tirkiye li ser Şengalê

Dewleta Tirk destpêkê çeteyên DAIŞê dan pêş û xwest bi riya wan derbeyeykê li kurdên Êzîdî bixe û komkujiya bi serê wan de bîne. Di qetlîama 74 an ku di 3’ê Tebaxa 2014 an de li ser gelê Êzîdî de bi êrîa DAIŞ’ê êk hate de, di encam de bi hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran jin ku hejmara fermî zêdeyî 6 hezarî ye ji aiyê çeteyên DAIŞê ve hatin revamdin û bi hezaran gel koçber bûn, di êrîşê de ne tenê dewleta Tirk bû destek, lê PDKê jî cihê xwe di nav de girt û ev yek ber bi çav bû dema ku Berpirsên Herêma Kurdistanê ferman dan pêşmergeyên xwe ku Şengal berdin, di vê derbarê de hate zanîn ku ji ber ku gelê Şengal ne li gorî siyaseta PDKê dimeşiya û desthilata wê qebûl nedikir bi tenê man, ji ber ku ev komkujî bî îtîfaq hate kirin ku hikûmeta Iraq û PDK’ê jî di nav berpirsin ji ber ku gelê Êzîdî ne xwedî artêş bû lewra ev buyera ku pêk hat ji aliyê Êzîdiyan ve wekî îxaneta bi wan re pênase kirin.

Piştî ku Şengal ji aliyê hêzên YPG, YPJ, HPG/YJA Star û YBŞ hat rizgarkirin cardin dewleta Tirk û PDKê dest bi planên xwe kirin lewra di 3‘ê Adara 2017 an de pêşmergên Roj ên bi ser PDK ve êrîşî XaneSor kirin, di êrîşê de hin xalên YBŞê û cihên sivîl hatin hedef girtin û dema gel derketin xwepêşandnan gel bi guleyan hedef girtin, di vê êrîşê de MÎT a Tirkiyê, pêşmergên Zêrevan û pêşmergên ROJ amade bûn.

Girêdayî plan û ixanetê di 25‘ê Nîsana 2017 an de cardin belafirên dewleta Tirk tevî êrîşa li ser çiyayê Qereçox êrîşî çiyayê Şengalê jî kir û hin xalên leşkerî yên YBŞ û sivîl hedef girtin û li gorî ku xuya kir ku PDKê di eynî rojê de galek xalên xwe yên leşkerî vala kiribûn ji ber ku ew ji vê êrîşê agahdar bû û li ser zimanê berpirsên dewleta Tirk hate zanîn ku wan PDKê agahdar kiribû, ev yek lihevkirina herdu aliyan li dijî kurdan aşkere dike ku bi hev re planên xwe pêktînin.

Dewleta Tirk û PDKê îradeya gelê kurd dikin armanca xwe

Piştî van êrîşan PDKê ti bertek hemberî dewleta Tirk nîşan nedan tersî wê ev êrîş bi hebûına PKK‘ê rewa kir û ew sucdar kir û hebûna PKK‘ê li Şengal xeterî nîşan dan û xwestin bi vê yekê him armanca Tirk ku PKK‘ê ji Şengal derkeve û serweriya PDK’ê a li ser Êzîdiyan pêk bînin.

Hinceta PDKê û Tirkiye li ser Şengal ewe ku PKK‘ê lê dimîne lê di rastiya xwe de PKK‘ê bi daxuyaniyekê fermî di adarê de hêzên xwe ji Şengalê kişand û niha jî hêzên YBŞ wê birêve dibin lê ev yek jî ji bo Tirkiye û PDKê têrê nekir ji ber ku armanca wan ku gelê Kurd li kuderê cihanê bin pêwîste bê doz û irade bin û nabe wekî Şengal berê xwe bidin xweseriya xwe, mîna ku niha PDKê dike, PDK‘ê ji bo ku Tirkiye razî bike her tiştî teslîmî wê dike û pêre di her êrîşê de amade dibe û ev yek di êrîşa dawî ya li ser çiyayên Qendîlê de aşkere bû ku leşkerên Tirk rihet rihet li cihên PDKê tev digeriyan û ji xaka başûrê kurdistan dest bi êrîşa xwe dikirin.

Gelo ev êrîş bi destê kî pêk hat û armanc çi bû?

Di êrîşa 15‘ê Tebaxê de balafrên dewleta Tirk Mam Zekî Şengalî kirin hedef. Beriya ku êrîş pêk were Heyder ElEbadî serdana Tirkiye kir û hevdîtin bi berpirsên Tirkan re çêkir, beriya niha jî hikûmeta Iraqê êrîşên dewleta Tirk li ser xaka xwe qebûl nedikir û li dijî wê derdiket û ragihand ku ew li dijî vê êrîşê ne û hebûna Tirkiye li Iraq qebûl nakin, lê li gor ku xuya dike tenê gotin dimîne.

Piştî hevdîtina Heyder Ebadî bi Tirkan re Berdevkê Serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin ragihand ku wan û Iraq itfaq kirine ku operasyonên xwe li dijî PKK‘ê zêdetir bikin, di heman demê de pêwîste Tirkiye ava Diclê li ser Iraq veke û petrola Kerkûk bi riya Tirkan re were firotin. Dema mirov li van xalan dinere û li bêdengiya hikûmeta Iraqê dinere hin tişt zelal dibin, hikûmeta Iraq ku hêzên YBŞ fermî cihê xwe di nav artêşa wê de digre û Şengala ku beşek ji xaka Iraqe ye, bêdengiya li beramber êrîşên li ser wê diyar dike, di heman demê de çawa ku Iraq niha gavên cidî ji bo vê êrîşê navêje, PDKê jî eynî sûc radike ji ber ku ji bo Şengal planên Tirkiyê û PDKê yek perçe ye û ji hev ne qute.

Êrîşa ku pêk hat di riya qordînata ku hatiye dayîn ji belafirên Tirkiye re ye, lê di rastiya xwe de ev qordîne di riya tensîqek hevbeş hatibû kirin da ku Mam Zekî tesfiye bikin, ji ber ku piştî derbeyê Mam Zekî birîndar bû dema ew veguhestin erbeyek din cardin ew erebe hat hedef girtin, ev yek tensîqa istixbaratî nîşan dide ku agahî hatibûn parvekirin û destê istixbarata Parastin ya herêma Kurdistanê di vê buyerê de heye.

Bi çi rêbazî destê paratstin di êrîşê de heye ?

Istixbarata PDKê ya ku bi navê Parastinê tê naskirin, di riya çavkaniyên taybet de li dijî gelên Êzîdî li Şengal gelek karan dike. Parastin li Şengalê agahiyên bi riya sîxwrên xwe re di nav gel de kom dike û wan agahiyan li dijî gel bikartîne da ku wan bi zextê nêzî xwe bike û wan ji bo xwe bidin şûxlandin. Di heman demê de li gorî heman çavkaniyan ji Şengalê ku Istixbarata Parastin agahiyan li ser noqteyên leşkerî yên YBŞ û cihên perwerdeyê wan kom dike û ihtmala herî zêde ku van qordînatan bi MÎT a Tirkiyê re parve dike ji ber ku MÎT a Tirkiyê rihet rihet li herêma kurdistanê kar dike û ev yek bi erêkirina PDKê tê kirin da ku li dijî PKK‘ê çalakî û komkirina agahiyan pêş bixin.

Hate zanîn ku rêbazê MÎT a Tirkiye li Başûr û Şengalê dimeşîne bi riya Istixbarata Parastin agahiyan di nava gel de kom dike eynî rêbaz li Rojava jî tê meşandin, lê vê carê MÎT perspektîvan dide û Parastin û hin Rêvberên girêdayî ENKSê li Rojava agahiyan li ser rêveberiya xweser kom dikin. Beriya demekê berpirsekî partiya Yekîtî Alanku nasnameya Ragihandinê li Rojava bikaranîbû ji aliyê hêzên ewlekarî vehate girtin, ev kes itraf kir ku agahiyan li ser noqteyên YPG parve dike û belgeya vê jî li ser ragihandinê aşkere bû.

20.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً