LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 20/08/2018

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 20/08/2018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

*Artêşa tirk û çeteyên wê du welatî ji gundê Girzîle yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bê sedem revandin.

*Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî û QSD’ê li derdora berîka herî dawî ya DAIŞ’ê li rojhilatê Firatê hêzên xwe ji nû ve belav dikin. Evan tedbîrên wan jî di çarçoveya amadekariya çalakiya leşkerî ya berfireh ji bo tunekirina DAIŞ’ê li rojhilatê Firatê tên kirin.

*Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku komên girêdayî odeya çalakiyan a “Şaxê Zeytûnê” ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin hê jî bi ser malên welatiyan de diçin û xiracê ji welatiyan distînin.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

*Rejîma AKP’ê bax, baxçe û daristanên Kurdistanê bê serûber dişewitîne.

*Li Enqerê teqe li avahiya balyozxana Emerîkî hat kirin û hin ji guleyan li camên avahiyê ketin.

*Erdogan, derbarê sizayên abûrî yên ku Emerîka li ser welatê wî sepandiye got: Ew ên dixwazin bi riya sizayên abûrî çogê bi Tirkiyê deynin, wê zû fêm bikin ku ew şaş in.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

*Piştî civîneke hevbeş a şandên PDK û YNKê li gel Mêhwera Wetenî ku hevpeymaniyeke hêzên siyasî yên Sunniyên Iraqê ye, her sê aliyan ragihandin ku wan li hev kiriye bi wan aliyan re hevpeymaniyê bikin, ku bernameya siyasî ya wan zelal be.

*Serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê Heyder Ebadî, ji Serokê Iraqê dixwaze ku daxwaza lidarxistina civîneke Perleman bike, da ku berbijarê mezintirîn kutleya Perlemanî ji bo pêkanîna Hikûmeta nû erkdar bike.

*Gelê Besrayê li başûrê Iraqê nerazîbûna li hember vekirina konsulxana Erebistanê li vî bajarî xwenîşandan bi rê xistin.

*Çavkaniyên Iraqê yên fermî diyar kir ku diyar e bloka mezintirîn ji destên blokên Şîayî yên di hilbijartinan de bi ser ketine derketiye. Çavkaniyan dane zanîn ku êdî mijar ketiye destên şandeyê Amerîka Brett H. McGurk û yê Îranê Qasim Silêmanî û ber bi piştgiriya Ebadî ve diçin.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

*Wezîrê derve yê Îranê Cewad Zerîf, poşmaniya welatê xwe li ser îmzekirina rêketina etomî nîşan da û got: Ew yek şaştî bû, ku baweriya me bi Amerîka hat.

* Wezîrê Karên Derve yê Îran Mihemed Cewad Zerîf got ku Ewropa heta niha ne amade ye li hemberî Washingtonê der bikeve û hevpeymana nukelerî bi Îranê re biparêze. Çavdêran jî diyar kir ku gurzê duyemîn a cezayên Amerîka li ser Îranê dê girantir bin.

CÎHAN:

*Piştî biryara Amerîka ji bo sizadana Îranê û têkçûna pêwendiyên wê li gel Tirkiyê, pêwendiyên di navbera Taran û Enqerê de bihêztir bûne.

*Piştî biryara Amerîka ya birrîna dayina alîkariyê ji opozisyona Sûryê re, Birîtanya jî şandina alîkariyan ji bo hejmarek ji navçeyên di destê opozisyona Sûryê de rawestand.

*Şanderê Çînê: Piroseya jinûavakirina Sûryê, ne mijara welatekî yan du welatan e, divê civaka navdewletî bi giringî li ser vê mijarê raweste.

*Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton, li Orşelîmê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re kom bû û derbarê pûçkirina çekên navokî yên Îranê û kêmkirina ‘’êrîşvaniya wê ya li herêmê’’ axifîn.

20.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً