LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Tirkiye ji ber polîtîkeya xwe ya têkçûyî bi her kesî re bûye heval

Tirkiye ji ber polîtîkeya xwe ya têkçûyî bi her kesî re bûye heval

NAVENDA NÛÇEYAN-Siyaseta dewleta Tirk her ku diçe dibe belayê serê wê, di Tirkiye de kirîza aborî ku Erdogan heyirî maye bi kî re hevdîtin bike û kî tê pêşiya wê pereyan ji wan dixwaze. Di berewamiya siyaseta Tirkiye de niha li motefîkên nû û bi her alî digere, ji ber ku asta nakokiyên Tirkiye bi Emerîka re derketiya asta jor.

Piştî hilbijartinên Tirkiyê yê ku di gelek xalan de ne rewabûna wê diyar dikir, Erdoxan careke dîtir bû Dîktatorê sîstemeke nû ku her tiştî bi kesayeta wî ve digre. Navenda Lêkolînên Tirkî Ankêta dewletên herî ewleh hazirkir û li gorî vê ankêtê Tirkî ji 163 dewletan di mertebeya 149 an de ye, ji xwe ankêtek bi vî rengî ji navendek Tirk ne rewabûna hilbijartinên pêkhatî diyar dike, di heman demê de bi hatina Dîktatorê Tirkiyê Erdoxan careke dîtir li ser desthilatê gelek operesyon ji milê Polîsê wî ve pêk hatin, di encamê de jî gelek grûp an jî kesayetên ku dijbertiya wî dikin hatin binçavkirin, bi vî rebazî jî Erdoxan dixwaze niha hikûmeteke saxlem ji xwe re avabike ji bo ku di planên wî yê pêşerojê de rastî ti bertek neyê.

Tevgera Tirkiye û komên wê yên terorîst li Sûriyê

Di lev û tevgera dewleta Tirk li Sûriyê de tê diyar kirin ku niha metirsiyên herî mezin jiyan dike, ji ber ku di vê demê de daxuyaniyên rêjîma Sûriyê û hevlbenda wê Rûsya li ser herêmên di bin dagirkiya Tirkiye de zêdebûye, her weha tê diyar kirin ku grûpên ku Tirkiyê bi riya wan ji xwe re gelek bajara qezenc kir bi giştî ji aliyê Istixbaratê Cîhanî ve hatiye sîzme kirin û li ser vî esasî hate aşkere kirin ku nakokî di nava van komikan de rojane derdikeve holê, ji xwe ev rewş hemû ji bin kontrola Tirkiye derketiye û nema êdî dikare rewşê mîna destpêkê kontrol bike. Ji aliyekî din ve jî Tirkiye rastî zexteke mirovî tê ji ber ku hindek bertek ji milê NY û Rêxistinên Mirovahî yê navdar mîna (Human Rights Watch) derketin. Ev hemî dê zexteke pir mezin li ser Tirkiye bidin çêkirin û bi van gavan diyar dibe ku dê di demên pêş de wê gelek zext di milê doplomasî û mirovahî li ser Tirkiyê bêne kirin, her weha bi derbasbûna Sûriyê ji pêvajoyeke nû re hemî hêzên herêmî û navdewletî yê ku li Sûrî dimînin guhertinên pir mezin di siyaset û pratîka xwe de bikin, ji nava wan hêzandewleta Tirk û komên wê yên çekdarin, li gorî şopandin û çavdêriyê diyar dibe ku dewleta Tirk ketiye wê graniyê ku gelek hêz ji mabûna wê li Sûrî teng dibin her weha di wê graniyê de ye ku eger hebûna wê li Sûrî mîna berê tenê di çarçova Mertala Firatê û Şaxê Zeytûnê de be wê astengî û zehmetiyên di asta herî jor de jiyan bike, li ser vê yekê niha siyaseta xwe li Sûriyê veduhgerîne û weke gavê destpêkê niha guhertinan dixe sîstema hêzên ku di bin serweriya wê de û wan li moxilê dixe. Li gorî ku xuya dibe dê di nava vê moxilê de gelek hêz bêne tunekirin û li gorî diyar dibe dê hindek hêz hejmar û hêza wan bê teqwiye kirin. Tirkiye da ku hebûna xwe di hundirê Sûriye de bihêz bike dê dest bi derbasbûna hindek herêmên nû bibe û li gorî zanyarî û pêşbîniyan ev derbasbûn dê ne bi rêya şer be tersî wê ev gav dê di bin sîwaneke siyasî de were kirin û ev sîwan jî wê Astana be.

Di 13’ê Tebaxê de Serokomarê Tirkiye Receb Tayb Erdogan ragihand ku ji bo xistina hin herêmên di Sûriyê de bin serweriya xwe de hazirtiyên xwe dikin, lê ev herêm çi ne nehatiye diyarkirin. Lê li gorî tevgera Tirkiye ya dawî li Sûriyê û kûrbûyîna nakokiyên wê bi Emerîka re niha dixwaze hindek mesacan bighîne Emerîka ku çiqas bi wir de diçe ew ê têkiliyên xwe bi Rûsya re xurt bikin, li ser vî esasî Erdogan ragehand ku ewê di demeke nêz de hindek herêmên dîtir bixe bin kontrola xwe de. Tiştê balkêş ewe ku di heman rojê de nûçe hat belavkirin ku Tirkiye noqteyên nû yên çavdêriyê li hin herêmên Bajarê Hema avadike, wê demê diyar dibe herêmên ku Erdogan behsê dikir wê di çarçoveya lihevkirina Astana be. Dewleta Tirk hesabê binketina lihevkirina xwe bi Rûsiya re dike û komên çete ên girêdayî xwe ji bo êrîşeke muhtemel a rejîma Sûriyê li ser bajarê Idlibê amade dike û dîsa jî di heman roja daxuyaniya Erdogan de Serokê Erkana Artêşa Niştîmanî ya girêdayî dewleta Tirk Heysem Ifêsî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew amade ne bi komên çekdar ên li Idlibê re bibin yek ji bo ku li dijî êrîşa rejîma Sûriyê bisekinin.

Avakirina artêşeke nû li Idlibê

Di 30’ê Tîrmehê de hêzên Opzisyonê li Idlibê artêşeke nû bi navê Artêşa El Fetih ragehandin û li gorî ku di daxuyaniya wan de hate ser ziman, armanca wan ji avakirina vê artêşê ewe ku li pêşiya pêşketina rêjîma Sûriyê li wan herêman bigirin.

Ev grûpên ku niha li Idlibê kombûne bi giştî li dijî rêjîmê şer dane meşandin û ti lihevkirin pêre êrê nekirine û bi avakirina vê artêşê ji aliyê wan tê belî kirin ku nêta wan û li hevkirinê bi rêjîmê re di vê demê de tune ye, ji xwe tê zanîn ku komên sereke di vê artêşê de yên ku ji kevin de di şerê Sûriyê de ne mîna (Cebhet El Nusra, Artêşa El Islam û Artêşa Idlib ya Azad) û taybetiya ku hemû koman bi hev re rêz dike ewe ku hemû ji bilî şerê li dijî rêjîmê ti rê li pêşiya xwe nehiştine, her weha ji ber ku ev kom hemî bi navê terorê têne naskirin pêdiviya wan bi navekî an jî bi swanekê nû hebû ji ber vê yekê xwe di bin navê Artêşa El Fetih didin birêxistin kirin, lê ruxmî hewildanên wan ku xwe bi rengekî rêxsitnkirî bidin nîşandan di hola pratîk de ti bandora wan tune be ji ber ku di aliyê pratîk û fikrê wan yê ji hev cuda wê nikaribin bi hev re di nava itîfaqekê de bimînin. Ji xwe avakirina El Feth ji bo van hêzan mîna Sînaryoya dawî tê pênasekirin, ev sînaryo ku dê bi ser nekeve û sedemê wê jî nakokiyên wan yê dîrokî bi hev re û sîzmê ku di nava wan de hatiye kirin ji aliyê hemû hêzên di Sûriyê de û bi taybet Rûsya de ye.

Hewildanên Tirkiye di aliyê Diplomasî de

Bi kûrbûyîna nakokiyan di navbera Iran û Emerîka de dewleta Tirk xwe heta vê demê mîna alîgirê Iran daye nîşandan, li ser vî esasî nakokî di navbera Tirkiye û Emerîka de derdikeve û ev nakokî rojane kûr dibin, ji xwe sedema wê jî heta astekê tê naskirin mîna pirsgirêka rêveberê (FETO) û meseleya têkiliyên Emerîka di bin sîwana Koalisyona navdewletî bi hêzên QSDê re her weha mijara Papazê Emerîkî yê bi navê (Bronso) e, ev hemî pirsgirêkên ku me behsê dikir û sedemên cuda jî ku dibin sedem ku di asta diplomasî de Tirkiye xwe ji Emerîka vegre û bi temamî bixe himbêza Iran û Rûsya de, cudayê vê mijarê di daxuyaniyên Erdoxan de belî dibe ku ew hazirtiya hindek gavên nû li Sûriyê dike, ev yek jî ji dervey ku rêveberiya xweser tehdîdek pir mezine ji Emerîka re ye, heta di daxuyaniyên Erdoxan de diyar ku ew raste rast siyaseta Emerîkî li herêmê tehdîd dike. Erdoxan tekes kir ku ewê bi armanca xurtkirina aboriya Tirkiyepera ji Çînê deyin bike, ji van daxuyanî û buyerên dawî diyar dibe ku nakokiyên Emerîka û Tirkiye dê kûrtir bibin heta ku Tirkiye hevaltiya xwe bi Iran û Rûsya re qut bike, ji ber ku her çiqase Tirkiye têkiliyên xwe bi van herdû dewletan re xurt bike dimîne endameke NATO û pêwîste li gorî pîvanên NATO’yê tevbigere da ku zext li ser wê neyê kirin.

Ji aliyekş din ve jî Tirkiye hewil dide ku xwe di milê diplomasî de xurt bike, lewra di 3’ê Tebxaê û heta 10’ê Tebaxê dewleta Tirk hevdîtin bi nêzî 7 dewletan re kir û ya herî balkêş ku piştî van hevdîtinan ev dewletên ku Turkiyê hevdîtin bi wan re kiriye hemûyan bi tundî embargoya Emerîka li ser Tirkiye rexne kirine. Pêve girêdayî di dema dawî de têkiliyên Iran, Rûsya û Tirkiye ku ew jî diyar dike ku Tirkiye niha dixwaze zextekê li ser Emerîka bike da ku li hemberî wê hindek gavan şûn de bavêje lê rûxmî vê tevgera ku me behsê kir heta niha ti encamên baş derneketine tersî wê aboriya Tirkiyê rojane derba dixwe, heta gihişt asta ku rojane li Tirkiye nêzî 50 Kompanî werin girtin, li ser vî esasî ti rê li pêş Tirkiye nema ji dervey ku serî li hembe Emerîka bitewîne da ku pirsgirêkên wê werin veşartin mîna berê.

Tramp bi riya F35 dixwaze Tirkiyê ji Iranê dûr bike

Piştî ku riya tevlîbûna NY li pêşiya Tirkiye hate girtin, normal bû ku Tirkiye xwe ji dewletên NATO, Ewropa û bi taybet Emerîka vegre û dûr bixe. Di vê rewşê de Tirkiye xwest Itîfaqa S400 ya ku wê Rûsya pir sûd jê bigre lidarxîne, li ser vî yekê Erdogan meseleya hinardin û kirîna S400 ragihand ku gihişt asta ku Erdogan di gotina xwe de ragihîne ku di demeke biçûk de wê itîfaqa S400 were lidarxsitin û ev yek jî bû sedem ku rexneyên tûnd di navbera Emerîka û Tirkiyê de pêşkevin heta ev rexne gihiştin asta ku têkilî demekê qut bibin û tehdîd ji aliyê herdû dewletan ji hev re were kirin.

Di heman demê de pirsgirêka ku Tirkiye heta niha êşa wê dikşîne ya Kongirêsa Emerîkî di dayîna F35 ji Tirkiye re û qedexe kirina dayîna wê ye, ev rewş jî ji aliyê Serokê nû yê Emerîka Tramp ve baş hate bikakanîn heta ji bilî F35 meseleya Papazê Emerîkî (Pronson) bû, girêdayî vê mijarê Kongirês li ser esasê daxwaza Lûbiyê Israyîl biryara qedexekirina F35 li ser Tirkiye stand ji ber ku di dema dawî de û bi taybet li ser mijara Qudsê nakokî di navbera Israyîl û Tirkiye de derketin holê.

Heta niha û ruxmî ewqas xalên ku me anîn ziman di navbera Tirkiyê û hêzên dîtir de, hêjî Tirkiye li ser têkiliyên xwe bi Iran re israr dike, di heman demê de Erdoxan beriya demekê soz da Rûhanî ku ewê di nava salên bê de bana têkiliya di navbera herdû dewletan de ji 10 Milyar Dolarî bighîne 30 Milyar Dolarî, lewra di 30’ê Tîrmehê de Tirkiye hejmarek ji Kompaniyên Emerîkî li Tirkiye da sekinandin, ev yek jî ji ber ku Emerîka ragihand ku ew êdî nema F35 dide Tirkiye ji ber vê jî tê belî kirin ku têkiliyên Tirkiye û Emerîka wê di nava tevliheviyeke pir mezin de derbas bibin.

Volkana hundirîn ya Tirkiye

Bi hatina Erdoxan li ser desthilatê careke dîtir siyaseta wî ya girtin û binçavkirina kesayetên dijber derket, ji xwe ev siyaset dibe sedema ku aboriya Tirkiye rojane derbeyê pir mezin bixwe, her weha mîna gavên destpêkê Erdoxan dest bi tesfiyekirina hundirîn di sîstema xwe ya hikûmetê de kiriye û di nava vê tesfiyê de Zavayê xwe bi karê wezareta Aborî erkdar kir û ev yek jî diyar dike ku Tirkiye her diçe ber bi sîstemeke malbatî ve diçe, ji xwe sîstema malbatî jî encamê wê ber bi çavin û mînaka herî nêz hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye, ji ber ku Bîlal Erdoxan serokê Mafya li Tirkiye ye dê di demên pêş de nakokî di navbera Bîlal û Zavayê wî de derkevin, lê heta çi astê ev nakokî dê bandora xwe li ser siyaseta Tirkiyê bike heta niha ne zelal e. Bi rewşa dijberiyê ya heyî tê belî kirin ku Erdoxan wê zexta xwe zêde bike, ji zextê zêdetir bi nakokiyên hundirînn dijberiya Turkiyê, asta sizma alîgirê Erdoxan di nava wan de tê belî kirin, li ser vî esasî jî di dema pêş de nakokî di nava Muxalefeta Tirkiye ya hundirî dê zêde bibe.

20.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً