LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN- Her ku diçe dagirkeriya dewleta Tirk û komên wê yên bi navê ASA ên li ser Efrînê zêdetir dibe, di vê derbarê de di nava heftiyekê de cardî kiryraên revandin, işkence û talankiirnê li ser sivîlên Efrînê pêk hatine, ev gefên dagirkeriyê heta li ser giştî heremên Bakurê Sûriyê ji ber avakirina xweseriya wê heremê berdewamin.

Dewleta Tirk bi armanca mûdaxeleya heremên Bakurê Sûryê rojane gefên dagirkeriyê bi behaneyên cuda dike, di vê derbarê de herêm di bin xeteriyê de ne. Dewleta Tirk ku Efrîn dagirkir kir, di nava heftiyekê de ev kiryar pêk anî:

-24 Sivîl ji wan du jin ji Efrînê hatine revandin: 7 sivîl ji gundê Gerzîlê ne, 2 jin ji gundê Xilnêra, 7 sivîl ji gundê Gobikê û 5 sivîl jî ji gundê Hec Qasim.

-Leşkerên dewleta Tirk û komên wê yên çete darên çiyayê Hawarê û yên geliyê Cerqa şewtandin.

-Leşkerên dewleta Tirk û komên wê yên çete girtin ser malên gundê Heyatê û bê serûber gul bi ser gund de berdan da ku sivîlan bitirsînin.

-Leşkerên dewleta Tirk û komên wê yên çete dikanên gundê Ebîdan kirin bargehên leşkerî.

-Leşkerên dewleta Tirk û komên wê yên çete zarokên Efrînê bi zorê bi çek dikin, sivîlek li Serêkaniyê birîbadr kirin.

Di dateyên kiryarên ku hatine kirin wiha ye:

Di 16’ê Tebaxê de

Artêşa tirk û çeteyên wê 5 welatiyên gundê Gurzêlê ya girêdayî navçeya Şêrawa revandin. Navê kesên ku hatine revandin wiha ne: Egîd Abdullrehaman (25), Ehmed Yûsif Abdullrehman (28), Cemal Olo (23), Nûrî Mihemed Abdullrehman (44) û kalepîrê bi navê Yûsif Abdullrehman (68). Çete ji bo berdana wan pereyan dixwazin.

Artêşa Tirk du jin revandin, li gorî agahiyan jinên hatine revandin Firyal Nesan (36) û Nazlê Nasan (34) ji gundê Xilnêra ne û li bajarê Efrînê jiyan dikin.

Artêşa Tirkr û çeteyên wê li geliyê Cerqa yê nêzî gundê Elemdar ê herêma Racoyê agir bi daran xistin. Her wiha artêşa tirk û çeteyên wê careke din agir bi darên çiyayê Hawar ê di navbera gundên Şên û Cîh ên herêma Racoyê de xist û agir firehiyeke mezin şewitand û gelek darên zeytûn, sendiyan û zarûr hatin şewitandin.

Di 17’ê Tebaxê de

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ji gundê Gobikê yê navçeya Mabatayê 7 sivîl revand. Kesên hatin revandin: Selam Mustefa Ekaş, Eynat Mamo, Elî Seydo, Mihemed Nûrî Îbarhîm , her wiha girtin ser gundê Heyatê yê navçeya Mabatayê û deriyê malbatan şikandin û bê serûber gule berdidan da ku şêniyên bitirsîne.

Di 18’ê Tebaxê de

Artêşa Tirk û çeteyên wê dikanên bazirganî yên gundê Ebîdan a girêdayî navçeya Bilbilê kirin baregehên leşkerî. Ji aliyekî din ve jî, artêşa dagirker û çeteyên wê gelek malên welatiyên Efrînê kirine depoyên tiştên ku ji Efrînê dizîne.

Artêşa Tirk êrîşî sînorê Serêkaniyê kir û di encam de sivîlê bi navê Ehmed Fewaz Bercez (35) birîndar bû.

Di 19’ê Tebaxê de

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sivîl ji gundê Kefer Sefra yê girêdayî herêma Cindirêsê revandin û birin cihekî nediyar.

Di 20’ê Tebaxê de

Artêşa tirk û çeteyên wê du welatî ji gundê Girzîle yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bê sedem revandin.Welatiyên hatin revandin: Ednan Olo Newaf (31) û Arif Xoce (25) bê sedem revandin.

Di 21’ê Tebaxê de

Li kolana Raco “Kolana Şeriket El-Herem” a navenda bajarê Efrînê teqînek mezin rû da, di teqînê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene.

Di 22ê Tebaxê de

Çeteyên artêşa Tirk li bajarê Efrînê welatiyê bi navê Ehmed Şêx revandine, paşê dîmenê êşkencekirinê ji malbata wî re şand û li beramberî serbestberdana wî fediye xwestin.

Artêşa tirk û çeteyên wê du jê jin sê welatî ji gundê Girzîle yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê revandin û birin cihekî ne diyar. Navên kesên ku hatine revandin: Zekî Hemkaro (25), Zerîfe Umer (53), Fetûme Ebdo (50).

Welatiyê bi navê (X.M) ji Efrînê ye ji aliyê çeteyên ser bi dewleta Tirk ve hatî revandin û 65 rojan di girtîgeha Raî ya herêma Ezazê de man. (X.M) diyar kir ku di girtîgehê de jin û zilamên Efrînê hene rastî êşkenceyê herî hovane tên.

Artêşa tirk û çeteyên wê 5 welatî ji gundê Hec Qasim ê girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê revandin, artêşa tirk û çeteyan ji her yekî 700 hezar dixwest, ji ber ku welatiyan nikaribû bide, ew revandin. Navên kesên ku hatine revandin: Egîd Qedrî Hesen, Merwan Hemo Hesen, Ridwan Hemo Hesen, Elî Henan, Mehmûd Ixtiyar Horîk.

Zarokê bi navê Ehmed Xazî li ser destên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê hate îşkencekirin û pereyên wî jê standin.

Di 23’ê Tebaxê de

Artêşa Tirk û çeteyên wê zarokên Efrînê bi darê zorê wan dikin leşker, ji aliyekî din ve jî dizî û revandina sivîlan didomînin.

Şêniyênê gundê Berbene, Kolya Jorîn û Kolya Jêrîn ên girêdayî herêma Raco ya Efrînê ji aliyê çeteyên Firqet El-Hemzat û bi hevkariya ajanên wan di nava ENKS`ê ve rastî êşkence û kiriyarên hovane tên.

Êrîşên Çeteyên DAIŞ’ê

Di 19’ê Tebaxê e

Li herêma nêzî Pira El-Ebyed ku li başûrê rojavayê bajarê Hesekê dikeve, mayinek bi erebeyekê de teqiya. Di encamê de du kesên birayên hev, birîndar bûn.

25.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً