LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 26/08/2018

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 26/08/2018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

*Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel YPG Nûrî Mehmûd ragihand ku operasyona Idlibê berdewamiya bazara li Sochî û Astanyê ya di navbera Tirkiye û Îran û Rûsyayê de ye. Rûsya û Tirkiye naxwezin aramî û çareseriya siyasî li Sûriyê bipêşkeve.

*Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku komên girêdayî odeya çalakiyan a “Şaxê Zeytûnê” ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin hê jî bi ser malên welatiyan de diçin û baçeyan ji welatiyan distînin.

*Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî û QSD’ê li derdora bêrîka herî dawî ya DAIŞ’ê li rojhilatê Firatê hêzên xwe ji nû ve belav dikin. Ev tedbîrên wan jî di çarçoveya amadekariya çalakiya leşkerî ya berfireh ji bo tunekirina DAIŞ’ê li rojhilatê Firatê tên kirin.

*Wezîrê parastinê yê Îranê Emîr Hatimî gihişt paytexta Sûriyeyê Şamê. Hate zanîn ku serdana wî dê 2 rojan dirêj bike ,Îran bi her awayî alîkariya leşkerî dide hêzên rêjîma Sûriyeyê û niha jî hewl dide tev li avakirina Sûriyeyê bibe û di vî aliyê de gelek lihevkirin bi rêjîmê re îmze kirine.

*Rêjîma Sûriyeyê hêzên leşkerî ber bi derdora Idlibê ve şandin û bi vê yekê alîkariya xwe ji komên çekdar re pêşkêş dike ku rewşa xwe bi rêjîmê re zelal bikin.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

*Piştî ku herêma Çemê Balî û Muşkirekê ya bejahiya navenda Dêrsimê hate bombekirin, şewat dîsa gur bû.

*Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de şer derket. Di encam de gelek leşkerên Tirk hatin kûştin û birîndar bûne.

*Serokomarê Tirkiye Erdogan li bara kirîza parê derveyî li vî welatî ku ji ber boykota Amerîka çê bûye ragihand: Li hemberî van êrîşên aborî, hevgirtin û îradeya Tirkan tiştekî pêwîst e.

*Rûsya û Tirkiyê di astên leşkerî û siyasî de li ser qonaxa bê ya li Sûriyê mekanîzmên çareserkirinê dan pêş û li ser çend mijaran li hev kirine, lê li ser rewşa Idlibê di Îlona bê de li Tehranê hersê welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îran dicivin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

*Namzetê YNK’ê yê Serokomariyê Dr.Sabir Îsmaîl bal kişand ser krîza aborî, siyasî û leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û got, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew amade ne.

*Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Riza Erdkanyan got, elktrîka ku wan destpêka meha Tîrmehê li ser Iraqê birîbûn, ji nû ve dane Iraqê.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

*Parlemana Îranê wezîrê aboriyê Mesûd Kerbasiyan ji ber têkçûna rewşa aborî li welat ji kar avêt.

*Wezîrê Karên Derve yê Îran got ku Ewropa heta niha ne amade ye li hemberî Washingtonê derkeve û hevpeymana nukelerî bi Îranê re biparêze. Çavdêran jî diyar kirin ku gurzê duyemîn a cezayên Amerîka li ser Îranê dê girantir bin.

*Wezîrê derve yê Komara Islamî yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Tirkiye wekî dostê herî nêzîk ê Îranê li Rojhilata Navîn binav kir.

CÎHAN:

*Şêwermendê Ewlehiya Netewî yê Amerîka Cohn Bolton bi hêrs û zelal daxuyakirin ku peyam ji hemû aliyan re ji Rûsya, rêjîma Sûriyeyê û Îranê re şandin û hişyariya bikaranîna çekên kîmyawî li Idlibê da. Piştre hişyariyeke sêalî ji aliyê Waşinton, Parîs û Londonê ve dane rêjîmê ku çekên kîmyawî li Idlibê bikar neyne.

*Şêwirmendê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Sûriyê Willam Robak ragihand ku heya ku DAIŞ bi dawî bibe û hêzên Îranê û hevalbendên wê ji Sûriyê vekişin ew dê li Sûriyê bimînin.

26.08.2018

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً