LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 28/08/3018

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 28/08/3018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

*Komîteyên Hawarhatinê yên Erebî – Kurdî derbarê binpêkirinên ji aliyê çeteyan ve li Efrînê têne kirin banga belgekirin û alîkariyê kirin.

*Komîteya Aborî ya Koordînasyona Bazirganî û Rêveberiya Giştî ya Gumrikan li Bakurê Sûriyeyê, di civîna xwe ya mehane de biryara zêdekirina bacan li ser kelûpelên tirkî da.

*Wezîrên parastinê yên Sûriye û Îranê lihevkirineke nû ya leşkerî û parastinê di navbera her du welatan de îmze kirin.

*Wezîrê Bergîriyê yê Rûsî radigihîne, berpirsên Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê danûstandinan bi serkirdeyên grûpên çekdar û rûsipiyên Idlibê re dikin, ta çaresereyeke aştiyane ji wê krîza Idlibê re bibînin.

*Rojnameya El Heyat li ser navê çavkaniyên paya bilind di Artêşa Azad a Sûriyeyê de got ku Tirkiye xebatên xwe di hemû astan de didomîne da ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) birazîkirin bide da ku xwe bihelîne.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Dadgeriya Tirk li ser Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş girtiye, biryar da ku “girtî bimîne”. Rûniştina dozê hate taloqkirin.

*Rojnameya El-Ereb diyar kir ku Tirkiye bi rêya balafirgeha Stenbolê ya nû hewl dide aloziya xwe lawaz bike.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

*Biryar e Polîtburoya PDK û Polîtburoya YNK cuda cuda bicivin û piştre jî civîneke hevbeş encam bidin û biryarê derbarê çûna Bexdayê û çawaniya beşdariya di proseya siyasî ya Iraqê de bidin.

*Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna ku Balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Fagin û şanda li gel wan amade bûn, herdu aliyan li ser pêşhatên dawî yên herêmê û diyaloga navbera aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin, bi awayekî ku hikûmeteke niştimanî be û di vê mijarê de rola Herêma Kurdistanê di gotûbêjan de bilind û giring nirxandin.

* Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku serokê Iraqê Fûad Masûm banga li parlemana nû kir da ku yekemîn nûniştina xwe li dar bixe.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

*Rûhanî di derbarê wî pêşnûme pirsa pê baweriyê hate dayîn, di mijara pirsgirêkên aborî û civakî de nikarî parlamenteran qania bike, her wiha  Parlamenteran li ser çar ji pênc dosyayan aciziya xwe nîşan dan.

CÎHAN:

*Şandeyeke Kongreya Amerîkayê serdana Tirkiyeyê kir, ji rayedarên Tirkiyeyê re pêşniyar kir ku girêdesta kirîna sîstema moşekên S-400 ji Rûsyayê betal bike û li hemberî wê Amerîka dê ji biryara xwe ya taloqkirina radestkirina balafirên şer ên F35 vegere.

* Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû ji qenala LRT a Lîtvanyayê er axivî û got: kir ku aştiya bi welatên Ereb re bi saya “dijberiya li Îranê” dikare pêk were.

*Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bersiva fermandarekî Supaya Pasdarên Îranê derbarê girtina deriyê deryayî yê Hurmiz de dide û dibêje: “Îran kontrola tengeava Hurmizê nake.

*Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, Amerîka li Sûriyê nîşanek e ku çawa Amerîka riftarê li dijî wî welatî dike û dê çareseriya siyasî jî bixe metirsiyê.

*Wezareta Bergîriyê yê Amerîka (Pentagon) bersiva raportên Rûsyayê da û red kir ku wê hêzên xwe li deryaya Naverast zêde kiribe.

28.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 26/08/2018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ: *Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel YPG Nûrî Mehmûd ragihand ku …

اترك تعليقاً