Komên radîkal ên Ahrar El Şam û Heyet Tehrîr ElŞam
NAVEDNA NÛÇEYAN – Li herêma Bakurê Sûriye Idlibê ji ber nîqaşên operasyoneke li ser komên çekdar ên terror gelek civîn têne lidarxistin. Komên ku niha bi hezaran li Idlibê kom bûne bi girêdana xwe ya ElQayîdê ve aşkere ne. Ew komên ku piraniya xwe destekê ji Tirkiye dibînin xwediyên têkiliyên stratejîk û navenda meşandina bercewendiyên dewleta Tirkin.
Di qada şerê Sûriye de gelek aliyên çekdar ên ku xwe birêxistinkirina hene ku wekî xet ew grûp di nava hewildana qezenckirina şer bi aliyê xwe de bûn, an jî hewildana wan xetan ew bû hereman têxin bin serwerî û kontrola xwe de. Di şopandin û lêgerîna di nava van komên çekdar ên li Sûriye de sê xetên sereke derdikevin pêş û ideolojiya wan ji hev cuda ne, lê taybetiyeke van koman ya hevbeş heye, ew jî ku ew kom radîkalin lê di dema şîrove û berfirehkirina her komekê dê asta radîkalbûyîna wan zelaltir bibe. Di nav tevlîheviya çekdarên opozisyona Sûriye de sê xetên sereke derdikevin pêş. Yekêmîn xeta Îslama radîkal e, ev xet ti hewldanên siyasî ji bo pêkanîna projeya xwe nagere. Şer û rêya çekdarî esas digre. Avakirina Xîlafeteke Îslamî armanc dike. Xeteke din jî grupên girêdayî Tevgera Îslama Siyasî ya Lîberal in. Di taybetmendiyên xwe de rengê AKP didin û girêdayê Birayên Misliman in (Ixwan ElMuslmîn). Ew beş rêya siyasî ji bo pêkanîna projeyên xwe esas digre. Di Armancên xwe de her grupek cuda ye, hejmarek dewleta Îslamî diparêzin û hejmarek jî dewleteke modern bi rengekî Îslamî diparêzi. Ev xet ji bo mûzakereyên siyasî di qada navnetewî de haya astek amade ye. Xeta sêyemîn jî grupên Îslama Siyasî ya Selefî ne. Ev xet wekî xetek Navîn tevdigere.
Di şimaya ku ji bo hersê xetên Ideolojîk hatiye amade kirin, tevgera wan û grupên ku cihê xwe tê de digrin derdixîne û aşkere dike.
Li Bakurê Sûriyê ji heremên ku heta niha di bin serweriya komên çekdar ên radîkal de maye herêma Idlibê ye, rêjîma Sûriye ku ev demeke gefa êrîşê li ser Idlibê bi operasyonekê dide, ew komên çekdar ên li Idlibê bi teror bi nav dike, piştî ku wan ji gelek heremên Sûriye bi itîfaqekê bi garantiya Rûsya derxist û hemû li Idlibê di bin sîwana Tiriye de kom kir. Di vê dosya ku hatoye amadekirin de ew kom kî ne, dê were naskirirn.
Gurpên sereke yên ku li Idlibê bi cih dibin kî ne?
Di nava şerê Sûriye de gelek hêzan destwerdana xaka sûriye kirin, çi biyanî an jî heremî bin û her hêzek li gorî berjewendiyên xwe ketin nava hevpeymanan, di encama van lihevkirinan de nexşa hêzên ku niha li Idlibê bi cih dibin wiha ye:
Ceyş El- Badiya û El-Melahim- Heyet Tehrîr El -Şam – Ehrar El-Şam – Partiya Turkistanî ya Islamî- Çeteyên DAIŞ’ê – Tevgera Nûr El- Dîn El-Zinkî- Feyleq El -Şam- Ceyş El -Izee.
Li gorî daxuyaniyên herî dawî hate ragihandin ku li Idlibê di bin navê artêşa Ceyş El-Fetih de 5 grupên sereke li Idlibê bi hejmara 75 hezar çekdarî xwe birêxistin kirine lê li gorî gelek çavkaniyan hejmara komên ku niha li Idlibê ne bi hezara ne. Serbarî vê yekê hate diyar kirin ku ew komên niha li Idlibê ne piraniyê wê yên ku bi lihevkirinan razî nebûne lewra ber bi Idlibê ve hatibûn veguhstin, lê çavkaniyên leşkerî dane zanîn ku komên çekarên ên li Bakurê Sûriyê piştî windakirina gelek hereman wekî serwerî û rawestandina piştgiriya madî û çekan ji wan re gihiştine asteke bê bandor.
A) Rêxistina Ahrar El-Şam
Şurayê çeteyên Ahrar El- Şam her sal Serokê çekdarn hildibijêre. Serok jî alîkar diyar dike. Serokê çeteyên Ahrar El- Şam dikare li gorî daxwaza xwe alîkarê xwe bughere. Di nava çekdarên opozisyona Sûriyê de çekdarên Ahrar El-Şam ji aliyê rêxistinî ve yê herî pêşketî ne. Ji ber vê yekê şimaya Ahrar El-Şam wekî prototîpek û referansek ji bo grupên din jî dikare were bikaranîn. Li Idlibê cihê herî stratejîk ê ku çekdarên Ahrar El-Şam lê bicihbibûn Deriyê di navbera Tirkiye û Idlibê yê li Bab El -Hawa bû. Lê piştî ku şer di navbera Heyet Tehrîr El -Şam û Ahrar El -Şam de di Tebaxa 2017 an de derket, ev deriyê sînorî kete destê çekdarên Heyet Tehrîr El- Şam de. Çekdarên Ahrar El-Şam piştî vî şerê li Idlibê bandora xwe ya siyasî û aborî li ser tevhiya Idlibê û komên çekdar ên din winda kir.
1- Guhertinên di nava Rêveberiya Ahrar El Şam de
Di Mijdara sala 2016 an de di nav rêveberiya Ahrar El- Şam de guhertin pêk hatin. Ebû Ammar Serokê Giştî yê çekdarên Ahrar El -Şam hate eyar kirin, ev guhertin ji ber nakokiyên hindirîn ên di nava çekdarên Ahrar El -Şam de pêk hat. Ebû Ammar rêvebereke yekser girêdayî Tirkiye bû. Lê beşek di nav çekdarên Ahrar El- Şam de yê ku xwe nêzî Erebistana Sûdî dibînin nexwestin itîfaqê bi Dewleta Tirk pêş bixe. Ev grup veqetiya û rêveberê çeteyên Ehrar El Şam Ebû Ammar bû. Bi vî re girêdaye Ehrar El Şam xwe hin zêdetir nêzikê Dewleta Tirk kir.
Guhertineke din piştî şerê di navbera Tehrîr ElŞam û Ahrar El Şam de li Idlibê çê bû, çeteyên Ahrar El Şam di pêvajoyek lêpirsînê de derbas dibin. Çeteyên Ahrar El Şam binkeftinek mezin jiyan kirin. Ji ber wê yekê hat gotin ku serokê çeteyên Ahrar El Şam Elî Omar reviya Tirkiye û ji karê xwe îstîfa kiriye. Di 1 ê Tebaxa 2017 an de bi awayeke fermî çeteyên Ahrar El Şam ragahandin ku piştî pêşketinên li Idlibê çeteyên Ahrar El Şam rêveberê xwe yê giştî guhartine. Elî Omar ji karê xwe îstîfa kir û şûna wî serçeteyek bi navê Hassan Sefwan hate tayîn kirin. Hassan Sefwan 12 sal di zindana Seydnaya de haya sala 2016 de ma. Di encama lihevhatinên Rêjîma sûrî bi Ahrar El Şam re serbst hat berdan. Çekdarên Ahrar El Şam 13 leşkerên Rêjîma Sûrî di destê wan de serbest berdan da ku Rêjîma Sûrî Hassan Sefwan serbest berde. Tê gotin ku di aliyê siyasî de nerme. ‘’Dostên’’ Hassan Safwan wî ji ‘’Demokratek’’ haya selefiyek hişk bi her şîwazî de pênase dikin.
(Daxuyaniya destpêkê ya Hassan Sefwan)
Di 7 ê Tebaxa 2017 an de serokê nû yê çeteyên Ahrar El Şam Hassan Sefwan di riya dîmenkê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Sefwan buyerên dawî li Idlibê şîrove kir û perspektîfên nû ji bo çeteyên Ahrar El Şam da. Sefwan di daxuyaniya xwe de got: ‘’Em lêborînê ji gelê Sûrî dixwazin ji ber ku em weke Tevgera Ahrar El Şam lewaz bûn, sedema lewazbûna me ne êrîşên ji grupên din bû, lê bêlê displîn û giranbûna di rayedarên me de bû. Piraniya fermandarên me perçe bûn. Ji ber vê yekê em bang dikin ku hemû endamên Ahrar El Şam xwe di bin sîwna kadroyên pêşneg a berê de ji nû de komîserhev bikin’’. Di berdewamiya axaftina xwe de Sefwan diyar kir ku çeteyên Ahrar El Şam di şerê dijî DAÎŞ’ê de dereng man û ew bû sedem ku firsendên cur be cur ji destê wan derkeve. Sefwan heman demê ‘’lêborîna’’ xwe ji gelê Sûrî dixwest ku li şûna ku şerê hêzên dijberî ‘’şoreşê’’ bikin, zêdetir bi pevçûnên di nav grupên opozisyonê de mijûl bûn. Di dawiya axaftina xwe de Sefwan diyar kiribû ku wê Ahrar El Şam ji şervan haya fermandar xwe ji nû de wê ava bike da ku bikeve bin sîwna ‘’Şoreşa Sûrî’’ de.
Guhertina ku bi serokê nş re derket ji cilûbergên Hassan sefwan de diyar bû ji ber ku daxuyaniya xwe bi cilên siyasî da. Di berê de çekdarên Ahrar El Şam hertim cilên leşkerî bi kar anîn. Di daxuyaniya Sefwan de diyar dibe ku çeteyên Ahrar El Şam piştî şerê dijî Tehrîr El Şam şikestinek jiyan dikin. Bi wî re girêdayî siyaseta serokê nû yê Ehrar El Şam Hassan Şefwan jî diyar bû.
2-Lîsteya Rêveberên Ahrar El Şam
-Hassan Abûd, navê tevgerî Ebu Ebdullah el-Hamawi, (rêveber ji 2011–2014).
-Haşim el Sêx, navê tevgerî Ebu Cafer Şêx (rêveber ji 2014–2015, niha rêveberê Şûrayê Hey’et Tehrîr El Şam e)
-Ebu Yahia El Hamawi (rêveber ji 2015–2016).
-Ali el Omar, navê tevgerî Abu Ammar al-Omar (rêveber ji 2016–July 2017).
-Hassan Sefwan, navê tevgerî Ebu El-Bara (rêveber ji 31 July 2017–haya îro).
-Cafer Eli Paşa (alîkarê rêveberî ji 2017–haya îro).
-Enes Ebu Malek (alîkarê rêveberî ji 2017–haya îro).
-Cemîl Ebu Ebdul Rehman (fermandarê herêmên Bakurê Sûrîr ji 2017–haya îro).
3-Perwerdeya Leşkerî ya Ahrar El Şam
Çekdarên Ahrar El Şam di 13 çileya 2017 de dîmenk propaganda derbarê perwerdeyên xwe yên leşkerî de weşandin. Dîmen bi navê ‘’Bê dengiya me amadekariyên xurt in’’ hate belav kirin. Di perwerdeyên de piranî kesên ku nava cebheyên de şer kirine tevlê dibin. Fermandarek di nava dîmenê de gefan li Serokê Sûriye Esed dixwe û di axaftina xwe de dibeje ‘’ Beşar bisekine, dawiya te wê were’’. Di dawiyê de tatbikat jî tê çêkirin, di tatbîkatê de wekî hedef ala Rêjîma Sûriya tê bi kar anîn. Mijarên çekdarên Ahrar El Şam di nav perwerdeyên leşkerî de wiha ne: Îstîhkam, Stratejiyên Leşkerî, Perwerdeya Çekan, Paqijkirina Xaniyan û Keleyan, Xweveşartin, Sizme, Şerê Bajar, Agir çêkirin û Karate û şerê Nêz.
Perwerdeya Karatê û ya Leşkerî
Tatbîkat diji ala Rêjîma Sûriyê
B) Rêxistina Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra berê)
Di rêxistina Heyet Tehrîr El Şam de, li gorî modela çeteyên Îslamî saziya herî mezin Şûrayê Tehrîr El Şam e. Ev Şûra weke organeke biriyarên stratejîk dide. Rêveberiya giştî ji bo pratîkkirina stratejiya tê erkdar kirin.
1) Grupên di nav Tehrîr El Şam de
-Cebhet Fateh el-Şam – Ceyş el-Muhajireen wel-Ansar – Gruba Xorasan -Suqour el-Ezz -Imam Buxari Jamaat- Katibat el-Tawhid wel-Jihad Army of Muhammad (Idlib) – Jamaat el-Murabitin Cebheya Bin Laden- Ceyş el-Ahrar – El-Bara – Dhu Nurayn el-Sawa’iq- Usud el-Harb- Ceyş EL Şam – Ansar el-Din Front- Nûreddîn Zenkî – Liwa Suyuf el-Şam – Liwa el-Haqq- Ceyş el-Sunna- Aşida’a Mujahideen- Kataib el-RaŞid- Kataib el-Sahaba- Qawafil Şuhada- Liwa el-Abbas-Ahrar el-Jabel el-Wusta- Saraya el-Aqsa- Katibat Aswed el-Harb- Katibat Usud Rahmaan- Cemat Fursan Sunnah- Sa’b El-Abiya (Aşîr)- Lîwa Tamkin – Kataib Ahmad Asfan- Liwaya Şehîdan-Riyah el-Jannah- Katibat Teliban – Kataib Mohamad el-‘Asfourah-Asaad el-xilafah- Lîwa Abu Islam’s Armored – Kataib el-xattab- Fursan el-Şam -Riya el-Jannah- Kataib Hudhayfah ibn el-Yaman Usud Hamza – El-Qadisiyah – Cebhet Fateh el-Şam- Usud Ar-Rahmaa- Katibat Cihad Fisabillah -El Janah el Kurdiya- Kataîba Mujahidîn Haryatan- Liwa Saraya el-Nasr- Cebheya Şehîdên Îslam- Katibat el-Tawhid- Katibat el-Şahid Ibrahim Qabbani- Katibat Bayt el-Maqdis-Ansar el-Şam- Lîwa Abu Mohammed el-Hamawi- Lîwa el-Oqab-Cebhet as-Sadiqin- Katibat el-Şahid Abu Usid- Katibat Aşbel el-Sunnah- Kata’ib el-Sayf el-Umri- Cebhet el-Sadiqin- Liwa Ahl el-Şam- Katibat el-Sa’iqah.
2-Grupên Sereke yên Heyet Tehrîr El Şam
Grupa Heyet Tehrîr El Şam kombûnek çeteyên ji hemû herêmên Sûrî ye. Piranî li Idlibê bi cih bûneç ji sedî 60 Idlibê di bin kontrola wan de ye. Dendika Tehrîr El Şam Cebhet El Nusra ye. Lê grupên din yên nêzî Cebeht El Nusra bûn tevlî Tehrîr El Şam bûn. Hemû grupên ku tevlî Tehrîr El Şam dibin grupên xwe bi dawî dikin û yekser di nav Tehrîr El Şam de cih digirin. Grupên sereke ên ku grupa Tehrîr El Şam ava kirin wiha ne: Ceyş Fetih El Şam (El-Nusra), Ansar El-Din, Partiya Îslam ya Tirkistanî, Nuredîn Zinkî (beşa Idlib), Ceyş El Sunna, Lîwa El Haq û Lîwa Al Temkîn (beşek Ahrar El Şame). Hin grûp ji ber aktîvbûyîna wan emê li ser wan bisekinin:
-Grupa Nureddîn Zenkî
Taybet grupa Nûredîn Zenkî di nav wan grupan de balê dikşîne. Nuredîn Zenkî grupek Tirkmen ya selefî ye û nêzî El-Nusra ye. Du beşên wê hene, yek li Idlibê dimîne û beşê din jî di nav Mertala Firatê de cih digre. Beşa Idlibê tevlî Cebhet El Nusra bû, lê beşa Ezazê û herêma Cerablusê tevlî Mertala Firatê nava Feyleq El Şam bû. Grupa Nûredîn Zenkî xwedî têkiliyên xurt bi dewleta Tirk re ye. Piştî ku nûçeyên derbarê derbasbûna dewleta Tirk ji herêma Idlibê hatin belav kirin fermandarekî çeteyên Nuredîn Zenkî di malpera xwe ya Twittere de belav kir ku ‘’Tirkiye me agahdar nekir’’. Xuya dike ku hîn di riya Nûredîn Zenkî de Tirkiye di nav Tehrîr El Şam de ye. Lê di meha Tebaxê de Nûredîn Zenkî weke tevger ji Tehrîr El Şam derket. Sedema wî yekê jî pevçûnên di navbera Ahrar El Şam û Tehrîr El Şam de bûn. Lê beşek ji leşkerên Nûredîn Zenkî di nav Tehrîr El Şam de man.
-Ceyş El-Muhajrîn û El Ansar
Hejmara wan 750 e. Ew grup ji kesên dervayê Sûriye û biyanî pêk tê. Di destpêkê de di nav El-Nusra de cih girtin. Piştre di nav DAÎŞ de cih girtin, lê piştî wê tevlî El-Nusra bûn. Avakerê grupê Ebû Omar El Şîşanî bû. Piraniya pêkhatiyên wê grupê Azerî, Çeçen, Kirgiz, Kazax û Uygur in. Çeteyên din ev grup di nav xwe de wekî ‘’birayên me yên Tirk’’ bi nav dikin. El Muhajrîn û El Ansar ji berê de di nav El-Qaîdê El-Nusra de li Sşriye cih girtin.
-El Canah El Kurdiya
El Canah El Kurdiya lîwayeke. Serokê wan Ebû Abdullah El Kurdî ye. Ew grup berê di nav Ahrar El Şam de cih girtibû. Piraniya xwe selefî ne. Ew grup bi dijmantiya xwe hemberî YPG di nav çeteyên Sûriye de tê naskirin. Lê piştî avakirina Tehrîr El Şam beşek di nav Ahrar El Şam de ma, ş beşek jî tevlî Tahrîr El Şam bû.
3-Rêveberên sereke di nava Heyet Tehrîr El Şam de
-Ebû Cabir: Rêveberê grupa nû ya Hayat Tahrîr El Şam Ebu Cabir e, berê Fermandarê Ahrar El Şam bû, endamê meclîsa Şûra ya Ahrar El Şam, Emîrê Bakurê Sûriya û Emîrê Helebê yê Ahrar El Şam bû. Bi koka xwe ji Rojhîlatî Helebê ji bajarê Meskena ye. Di sala 1968 di zanîngeha Sûriya de beşa Endezyariya Mekanîk bi dawî kir. Ebû Cabir ji zû de di nav rêxistinên selefî de cih digirt û bi beşa El Qaîde li Iraq jî kar kiriye. Di nava salên 2003 haya 2005 de di bin serfermandariya Ebu Mesab El Zerqawî endamên El Qaîde ji Sûriya anî Iraqê. Lê di sala 2005 de ji aliyê Rejîm ve hat girtin. Li girtigeha SeyidNaye li Şamê ji bo 8 sal hat dad kirin, lê di sala 2011 ji zindanê derket, ji ber ku Rêjîma Sûriya afû da. Ebû Cabir piştî ku ji girtîgehê derket grupek çekdarî bi navê Ketîbet Musa’ ab Bin Omeyr avakir, ji bo ku şerê Rêjîma Sûriya bike. Grupa xwe ji bajarê xwe yê Meskena ava kir û tevlî şerê Sûriya bû. Di salên 2013-2014 de, berî ku Reqqa têkeve destê DAÎŞ’ê de, li dijî Rêjîm şer kir û di wan deman de ketîbêya xwe tevlî grupek bi Feyşur Şam Ya Îslamî kir. Di Îlona 2014 an tevlî ketîbaya xwe di nav çeteyên Ahrar El Şam de bû.
Lê piştî ku di Mijdara 2016 an de nakokiyên mezin di nava rêveberiya Ahrar El Şamde derketin. Serokê berê yê Ahrar El Şam erka xwe berda û li şûna wî Ebû Ammar El-Omer bû rêverber. Nakokiyên mezin di navbera Cabir û Omer de hene. Omer girêdayî Trikiye ye û di nav çeteyên Ahrar El Şam de wekî ‘’nerm’’ tê nirxandin. Lê Cabir ji xeta hişk tê. Ebû Cabir taybet piştî şerê Helebê ne razîbûna mezin hemberê Tirkiye û Rêveberiya Ahrar El Şam nîşan da. Di demên ku şer li Idlibê bi kesên asta rêverberî wekî EbuSalih ElTahan, EbuMihammed ElSadiq Berpirsê Ewlekariye Ebu Xoseyme, ji grupa Ahrar El Şam qut bû. Ebu Cabir got ku sedema veqetandina wî ji Ahrar ElŞam yek jî dema ji aliyê DAÎŞ ve hatibû girtin, wê demê jî Ahrar El Şam şer hemberî DAÎŞ îlan ne kiribû.
-Ebdullah El Miheysnî: Ebdllah El Miheysnî li Bureyde li Erebstan Sûdî ji dayik bûye. Miheysnî li Riyad di Zaningeha Imam Muhammad bin Saud Islamic University Umm al-Qura University de xwendiye. Tê gotin ku endamê El-Qade ye. Haya niha Miheysîn beşdarî ti grupekê nebûye. Gotinên Miheysnî di nav grupan de bi bandor bûn. Di şerê Halebê de Miheysnî bangawazî kir ku dorpêça Halebê were şikandin. Têkiliyên Miheysnî bi Erabstan Sûdî û Tirkiye re heye. Malpera Yen Şafak ya AKP ji bo Miheysnî nivîs weşand û got ku şer dijî terorîstan dike. Her weha tê gotin ku Miheysnî cihê xwe di nava grupa Xorosan de cih digre. Miheysnî yek ji endamên avaker yê Hayat Tahrîr El Şam e. Di Îlon’ê de Ebdullah El Miheysnî xwe ji çeteyên Tehrîr El Şam vekişand. Miheysnî dixwest li ser daxwaza Tirkiye nermbûneke di nav çeteyên Tehrîr El Şam de pêşbixe. Ev yek bû sedema nakokiyên di nav çeteyên Tehrîr El Şam de. Miheysnî bi taybet bû hedefa çend kesên radîkal di nav Cebhet El Nusra de
-Ebu Saleh Tahan: Ebu Saleh Tahan berê di nav çeteyên Ahrar El Şam de cih girtibû. Di nav Ahrar El Şam de berpirsê duyêm yê leşkerî û dawiyê de jî alîkarê serokê Ahrar El Şam bû. Lê piştî ku di Mijdara 2016 an de di nav çeteyên Ahrar El Şam de nakokî derketin, Alî Omar bû serokê Ahrar El Şam. Tahan dijî biryara guhartin û hilbejartina Omar derket. Omar nêzî Tirkiye bû û ji beşa nerm ya Ahrar El Şam bû. Lê Tahan ji beşa hişk ya nêzê El-Qaîde bû. Piştî ku grupa Heyat Tahrîr El Şam ava bû. Tahan bi ketîbeya xwe tevlî Tehrîr El Şam bû. Niha di nav çeteyên Tehrîr El Şam de fermandarekî leşkerî ye. Tê gotin ku têkîliyên Tahan bi Qetar re heye.
-Ebû Muhamed El Colanî: Ebû Muhamed El Colanî di sala 2003 an de di şerê dijî Emerîka de cih girtibû, mamostetiya zimanê Erebî kir. Navê wî yê rast Ahmad Huseîn El-Shara ji Dara ye. Di sala 2003 de piştî ku şerê Iraq destpêk kir xwendina xwe sekinand û tevlî şerê dijî Emerîka bû. Colanî li Erabistana Sûdî kar kiribû. Colanî tevlî El-Qaîde li Iraqê bû. Di sala 2011 an de ji aliyê Ebû Bekir El Baxdadî ve hat erkdar kirin ku beşa El-Qaîda li Sûriye xurt bike. Colanî beşa El-Qaîda li Sûriye Cebhet El-Nusra ava kir. Haya feskirina El-Nusra û Cebheye Fetih ElŞam berpirsê giştî yê herdu tevgeran bû. Lê piştî ava kirina Tehrîr El Şam bû fermandarê giştî yê leşkerî yê Tahrîr El Şam. Di 7.10.2017 an de Muhemed Colanî bû rêveberê giştî yê Tehrîr El Şam. Colanî di beşa leşkerî de pispor e.
4-Lîsteya Rêveberên Tehrîr El Şam
Emîr: Ebû Cabir.
Fermandarê leşkerî: Ebû Muhemed El Colanî.
Fermandar: Ebû Salih Tahan-Ebû Aşida’a-Ebû Ismael-Ebû Musab Tunsi-Ebû Islam-Ebû Malik Al-şaami-Abû Haşem-Ebû Yaqub.
Dadger: Ebû Hafs Manbij- Ebû Battar Al-Jazrawi.
Şêx: Abdullah al-Muhaysini-Abdulrazzaq al-Mahdi-Ebû al-Yaqzan al-Masri-Ebû al-Harith al-Masri-Musleh Aliani -Ebû at-Tahr al-Hamwi -Ebû al-Fatah al-Farghli- Ebû Yusuf al-Hamwi -Ebû Mohammed al-Sadeq-Suraqa Al-Makki- Ebû Yahya Al-şami -Ebû Mohamad al-Sadeq -Iyad Mahmud- Hamza Ebû Husayn – Ebû Waleed Al-Hannafi -Ebû Talha şaib- Ebû Muhammad Nu’maani.
Çapemenî: Ebû al-Yazid Taftanz (berpirse çapemenî)-Ebû Bara Qahtani.
5- Têkiliyên Cebhet El Nusra bi dewleta Tirk re
Ruxmê ku dewleta Tirk li Idlibê di siyaseta xwe de dijberî Cebhet El Nusra xwe nîşan dide, lê li gorî agahiyan destekdayîn û alîkariyê dide. Ev demeke dirêje operasyona Idlibê di rojevê de ye, lewra dewleta Tirk hebûna çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ji xwe re dike hincet da ku derbasî heremê bibe. Lê li aliyekî din de jî têkilî di navbera Tehrîr ElŞam û dewleta Tirk de heye, civînên di navbera endamên dewleta Tirk û Heyet Tehrîr El Şam de çêdibin. Têkiliyên Cebhet el Nusra û dewleta Tirk di pir mijaran de li hev in, lê nakokiyên sereke di derbarê Mertalê Firatê de derdikevin pêş. Cebhet el Nusra dijberî projeya Mertala Firatê û çeteyên ku di nav de cih digirin de ye. Ev yek dibe mijara nakokiyên di navbera wan de. Cebhet El Nusra naxwaze çeteyên Mertala Firatê derbasî Idlibê bibin, lê haya astekî destûr dide leşkerên Tirk da ku derbasî Idlibê bibiin, bi taybet bakûrî Idlibê.
Cebhet el Nusra di nav xwe de du beş in. Beşek xwe nêzîkî dewleta Tirk dibîne, lê beşê duyemîn di nava Cebhet El Nusra de zêdetir nêzîkî Erebîstan Sûdî ye û di demên dawî de bi siyaseta dewleta Tirk nakok e. Riyeke sereke ya danustandinên di navbera Cebhet El Nusra li Idlib’ê û Dewleta Tirk riya çeteyên Sûltan Abdulhamîd Han û partiya nejatpares û cîhadî ya BBP( Buyul Birlik Partisi) li Cisr El Şixûr li ser sînorê Hatay’ê de ava dibe. Ev grup ala Cebhet El Nusra û ya dewleta Tirk bikartînin.
Li aliyekî din jî Mûnezematên Tirkî yên ku xwe di bin navê alîkariyên mirovî de li Sûriye bi rêxistin dikin, dixwazin ji rewşa şer û bandora wê li ser aboriya Sûriye sûdê bigirin. Mûnezematên Tirkî dixwazin rand bikin. Rêxistina IHH ya ku di bin serkêşiya Fehmi Bülent Yıldırım li Tirkiye di sala 1992 hat ava kirin li Idlibê di navbera En Dana û Sermeda yê ku dikeve başûrê Efrînê û 20 km rojhîlatê sînora Bab ElHawa navendeke bazirganî vekiriye, Cil û berg tên frotin. Mûnezema IHH bi AKP û rêxistina El-Qaîde ve girêdayî ye. IHH di şerê Sûriye de gelek caran taybet di şerê Heleb’ê de di bin navê alîkariyên mirovî bi çek dayîna komên radîkal hatiye sucddar kirin.
6-Pêngavên Siyasî yên dawî li Idlibê
-Rêveberiya Xweser li Idlibê
Di 25 ê Tebaxa 2017 an de li Idlibê Meclîseke sivîl ji bo rêvebirina heremê hat ava kirin. Civîn bi beşdarbûna çeteyên Tehrîr El Şam û çeteyên ji Opozisyona Sûriye pêk hat. 40 kes tevlî civînê bûn. Di nav wan de yek jî avakerên Opozisyona Sûrî Riyad Esad jî hebû. Di civînê de li ser ava kirina komîteyeke hevpar ya ‘’Şoreşa Sûrî’’ û avakirna Rêveberiyeke sîvîl hat nîqaş kirin.
Kesên ku civîn bi rêvebirin wiha ne:
- Dr. Hassan Cibran: Alîkarê mûdûrê zaningeha El Zahra, Doçman li zaningeha Antep, Alîkarê Dekanê Fakûlteya Perwerda Ya Idlibê, bi Arteşa Azad ve girêdayî ye.
- Dr. Anas Ayrût: Şêx e û endamê Meclîsa Niştîmanî yê Sûrî yê girêdaye Opozisyona Sûrî ye.
- Dr. Mohammed al-Sheikh: Mûdûrê zanîngeha Idlibê ye, berê jî di nav hewildanên avakirina meclîseke herêmî li Ilidbê de bû.
- Yasser al-Necar: Endameke bilind di nav Arteşa Azad de û avakerê mûnazamata ‘’DAmascus Union’’, girêdaye Meclîsa Niştîmanî yê Sûrî yê girêdaye Opozisyona Sûrî ye.
- Dr. Ibrahim Şaşo: Mûdûrê berê yê fakûlteya Îslam li zaningeha Idlibê, berê di nav Erhar El Şam de cih girt lê veqetiya.
-Li bajarê Idlibê dibistan hat vekirin
Di 3 îlona 2017 an de li bajarê Idlibê yê ku di bin destê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de ye dibistaneke ji bo zaorkan hat vekirin. Ji bo vekirina dibistanê şahiyek hat lidarxistin. Hate zanîn ku dibistana hatiye vekirin dibistaneke olî ye. Dibistan ji aliyê mûnazamata IHH ya girêdayî dewleta Tirk destekê digire.
06.09.2018
Rojev24