LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 08/09/2018

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 08/09/2018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

*Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 16 sivîlên din revandin.

*Navenda Ragihandina YPG’ê ragihand ku di çalakiya şervanên wan de ya li navçeya Mabata ya Efrînê de 2 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.

*Yek ji berpirsê payebilind ê DAÎŞ’ê Ebû Kerem ku YPG’ê ew girtiye agahiyên girîng dan. Ebû Kerem têkiliyên dewleta Tirk ên bi DAÎŞ’ê re vegotin û got, êrîşên li Ewropayê bi Tirkiyê re lihevkirî dihatin kirin.

*Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Bakurê Sûriyê girêdayî pevçûna li bajarê Qamişlo ya di navbera hêzên wan û leşkerên rêjîma Sûriyê de daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku di encama şer  de 11 leşkerên rêjîmê hatine kuştin.

*Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tebqayê qedexeya derketina derve li herêma Tebqayê rakir. Lê operasyona li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê dewam dike.

*Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku hatiye qedexekirin ku yên biniya 18 salî bibin şervan.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

*Gerîlayên HPG’ê yên ku li derdora girê Lêlîkanê dora leşkerên Tirk 24 seatan dorpêç kirin û çalakiyan li dar dixin wiha gotin; “Leşkerên Tirk çopa dikeve li pêşiya wan jî tirsa nikarin rakin, nikarin gav bavêjin.”

*Erdogan radigihîne, ew li Îdlîbê ji mirina dehan hezar kesan re bêdeng namînin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

*Balafirên biçûk ên bêmirov û topavêjên Îranê li navçeya Koyê ya Hewlêrê li navenda partiya Hizbî Demokratîk Kurdistan (HDK) û li ya Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) da Sekreterê Giştî yê HDK Mistefa Mewlûdî û sekreterê berê Xalid Ezîzî birîndar bûn.

*Di xwepêşandanên ên Besrayê de 3 xwepêşander hatin kuştin, derdora 50 kesî birîndar bûn.

*Medyaya Iraqê belav kir, 4 mûşek li firokxaneya Besrayê ket ku konsolxaneya Amerîka tê de ye.

*Biryar e ku parlemanto bi serokatiya mezintirîn parlemanter bi awayekî awarte bicive û daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hate kirin ku di civînê de amade bibe.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

*Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Pehanî ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin.

*Îranê nerazîbûn nîşana hikûmeta Iraqê da ku pêşî li şewitandina konsolosxaneya Îranê negirtine.

CÎHAN:

*Yek ji şêwirmendên berê yê Serokê DYA Donald Trump di çarçoveya lêpirsina têkildarî îdîayên mudaxelekirina Rûsya a di hilbijartinên 2016’ê de cezayê girtîgehê lê hate birîn.

*Serokerkanê Amerîka egera êrîşeke leşkerî li Sûriyê bi Serokê Amerîka Donald Trump re gotûbêj dike , Serokerkanê Amerîka got : Em bi Serok Donald Trump re di guftûgoyeke rotînî de ne, ta bizane ku em dikarin êrîşekê pêk bînin, heger Sûriyê çekê kîmawî bikar bîne.

* Berdeveka Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê xwepêşandanên li parêzgeha Besra ya Iraqê de got: “Em banga tevahiya aliyan dikin ku xwepêşandan ji çarçoveya prostestoyên aştiyane dernekevin û diplomat û avahiyên fermî bêne parastin.

*Seroka Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Balyoza Amerîka li NY’ê Nikki Haley di axaftina li Civata Ewlekarî, Rûsya û Îran rexne kir. Her wiha diyar kir ku Rûsya her carê piştgiriya rejîmê digire û rê li ber biryarên Civata Ewlekarî digire.

08.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً