LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Idlibê navenda komên terorîst e (2)

Idlibê navenda komên terorîst e (2)

Ji komên radîkal Partiya Turkistanî, Koma Xoresan û Tevgera Nûr ElDîn ElZinkî

NAVENDA NÛÇEYAN – Di berdewamiya beşê 1 a Dosya Idlibê hin komên din ku xwedî bandor û tevgerek di şerê Sûriyê de bûn hatiye destnîşan kirin. Komên ElZinkî, Partiya Turkistanî û Koma Xorsan di civaka navdewletî de wekî teror hatine destnîşan kirin, lê hemû jî têkiliyên wan bi Tirkiye re hene û hin ji wan jî raste rast destekê ji welatên Ewropa jî digrin, ku ew welat xwe wekî civaka xelaskir dihesbîne û daxyaniyan li ser dide.

C) Partiya Turkistanî ya Islamî

Ev tevger ji berê de li Çînê heye, li wî welatî ji sala 1997 an de xwe birêxistin kiriye. Li ser destê kesê bi navê Hesen Masûm hatiye avakirin û li gorî ku tê zanîn ev partiya Islamî radîkal di sala 2002 an de ji aliyê UN kete lîsteya terorê. Piştre û di eynî salê de rêveberê wê yê bi navê Hesen Mesûm ji aliyê Istixbarata Emerîka ve hate suyqast kirin. Lewra kesê bi navê Ebid ElHeq ElTurkistanî bû rêveberê giştî yê vê partiyê.

1-Tevlîbûna vê Partiyê ji şerê Sûriyê re

Di destpêka şerê Sûriyê de rêvberê Partiya Turkistanî radîkal hindek kesên girêdayî xwe ber bi erda sûriyê ve şand, gava destpêkê ya bicihkirina vê partiyê li Sûriyê li aliyê gundewarê Laziqiyê bû. Di wê demê de ji bilî hemwelatiyên Çînê gelek Şîşan,Ozbek û gelek kesên biyanî tevlî refê wan bûn heta gihişte asta ku di Hizêrana 2014 an de li bajarê Hemayê û bi taybet li navçeya Seraqibê Partiya bi navê (Partiya Turkistanî ya Islamî) wera avakirin.

Ev partî ku hewil da xwe mezin bike hejmara tevlîbûnê xurt bike, Malperek wan bi Zimanê Tirkî hate avakirin, di riya wê malperê de kesên biyanî tevlî partiyê kirin û taybet Musilmanên (Igur) ên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digrin û ber bi Sûriye ve hatin şandin. Tevlîbûna vê partiyê cara yekê ji şerê Sûriyê re di şerê Derya El Şixûr de bû. Ev partî bi rêbazekî pisportî ku diyare perewerdeyên xwe li derve dîtine deng veda ku li asta navdewletî navê xwe derxist ji ber ku rêbazên ku bi rêya wê Derya El Şixûr û navçeya Erîha û Balafirgeha Ebû ELDihûr kontrol kirin pir taktîkî bûn. Li gorî çavdêran hejmara çekdarên wan ên ku tevlî bûn nêzî 7 hezarî bû, piştre ji ber ku li Bakurê Rojavayê Sûrî pir belav bûn hejmara wan bû bi hezaran û li gorî hindek agahiyan li wan herêman hejmara wan dighêje 30 hezarî.

2-Piştgirtiya ji vê partiyê re û Pêvajoya piştî derketina DAÎŞ’ê

Ev partî piştgirtiya xwe raste rast ji Tirkiyê digre ji ber gelek sedeman ya herî nêz û tê texmînkirin helwesta Tirkiye ji Kantona Şengehay ya girêdayî Çînê ye, ev partî weke ku me anî ser ziman di demekê de pir deng da lê piştî suyqastkirina rêveberê wê yê bi navê Ebû Mûhemed El Daxistanî û derketina DAÎŞ’ê heta astekê windabûnên pir mezin jiyan kir ji ber ku xwe ne tam kir alîgirê ElQa`îdê û ne jî alîgirê DAÎŞ’ê heta gihişte asta ku veqetandinên pir mezin di nava wê de were jiyan kirin û di encama wê de gelek endamên wê tevlî nava çeteyên DAÎŞ’ê bûn. Ev partî piraniya xwe li Idlibê û taybet li Derya El Şixûr bi cih dibe.

Ç) Grupa Xoresan “Dendika ElQaîdê û Heyet Tehrîr El Şame”

Grupa Xoresan wekî dendika ElQaîde ya çalak tê pênase kirin. Hejmara wê grupê di navbera 40-60 kesan de ye,cendamên wan piranî ji fermandarên mezin yên ElQaîdê yên derdora Osama Bin Laden in. Cihê ku grupa Xoresan niha lê dimîne li Idlibê ye. Grupa Xoresan yekemîn car sala 2009 an di bin navê ‘’Îttîhad El Mucahedên Xorosan’’ hate aşkere kirin. Di Ideolojiya Selefî de Xoresan cihê Afganîstan, Pakîstan û Rojhîlatê Îran di nav xwe de digre. Navê grupê bingeha xwe ji Pirtûka Quranê û gotinên Hezret Muhemed digre. Tê gotin ku Hez.Muhemed gotiye “(la reî) ji Xoresanê bilind bibe û Misliman Meka fetih bikin.” Ev erka grupa Xoresan di nav ElQaîdê de taybet e. Armanca vê grupê bi taybet teqîn û çalakiyên mezin di welatên Ewropa û Emrîka ye. Grupa Xoresan wekî hêzên taybet ên ElQaîde jî têne bi nav kirin. Pêkhateyên grupê piranî ji Çeçen, Sûdî, Pakîstanî, Tirk û Afganî ne.

1-Rola Grupa Xoresan di şerê Sûriyê de

Bi awayekî aşkere hebûna grupa Xoresan li Sûriyê tune ye. Lê li gorî raporên navendên lêkolînan ku çavkaniyên xwe ji raporên îstîxbaratî digrin tê gotin ku grupa Xoresan xwe di nav El-Nusra de bi awayekî veşartî bi rêxistin kiriye. Di heman demê de tê gotin ku di birêxistinkirina El-Nusra de endamên grupa Xoresan esasî bûn. Her weha di têkiliyên navbera DAÎŞ’ê û El-Nusra de jî Xoresan pêşengtî kiriye. Agahî û çavkniyan dane zanîn ku biryara qutkirina têkiliyên navbera DAÎŞ’ê û El-Nusra de ji grupa Xoresan ve wekî perspektîv hatiye dayîn. Niha grupa Xoresan li Idlibê bi cih bûye û di nav Tehrîr El Şam de cih digre. Lê armanca wan ne tevlîbûn di nav şerê Sûriyê de ye,Xorosan tevlîheviya Sûriyê wekî firsend dibîne ku xwe birêxistin bike û çalakiyên mezin li welatên Rojavayî pêk bîne. Armancên grupa Xoresan bi çalakiyên re teng in. Armancekî berfireh ya siyasî tune ye. Hêza pêkanîna çalakiyên taybet e. Serokê vê grupê kesek ji Kiweytê bi navê Muhsin El Fadhlî bû. Lê Fadhlî di 21’ê Tîrmeha 2015 an de di êrîşeke hawayî ya Emrîka li ser Idlibê hate kuştin.

2-Grupa Xoresan çawa tê nirxandin

Yekemîn car ku grupa Xoresan wekî tehdîd hate nirxandin di sala 2014 an li Emerîkayê bû. Serokê Emerîka yê berê Barak Obama got ku grupa Xoresan tehdîdek ji bo ewlekariya netewî ya Emerîka ye, lewra di çarçoveya şerê dijî terorê de dest bi êrîşên dijî wê grupê li Idlibê destpêbû. Serokê Îstîxabrata Netewî ya Emerîka James Chapper derbarê grupa Xoresan de got ku ew grup ji bo ewlekariya Emerîka tehdîdeke wekî DAÎŞ’ê ye. Berpirsê şerê dijî Terorê yê Emerîka Michael Leiter derbarê grupê de got: “Grupa Xoresan ji DAÎŞ’ê hîn xirabtire û tehdîdek mezintir e”. Leiter di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku hem DAÎŞ, hem jî grupa Xoresan dixwazin êrîşên di welatên Rojavaî yên mezin de pêk bînin, lê ew hêz di DAÎŞ de kêm e, lê di nav grupa Xoresan de hêza pêkanina wan çalakiyan hîn zêdetir heye. Tê gotin ku yek ji amedkarên êrîşa 11’ê Îlona 2001 dijî kuleyên îkîs li Emerîka yek ji plansaziyên wan tevlîbûna berpirsê grupa Xoresan Muhsin ElFadhlî bû. Ji ber vê yekî grupa Xoresan ji bo Emerîka wekî tehdîdek mezin tê nirxandin.

3-Çend kesên sereke di nav Grupa Xoresan de

Di nav grupa Xoresan de piranî endamên pispor ên ElQaîde cih digrin. Hate zanî ku endamên wan yên giring piranî cihê xwe di istîxbratê de girtine û piştre derbasî grupa Xoresan bûne. Piraniya endamên grupê ku aşkere bûn hatin kuştin. Derbarê endamên ku hîn jiyan dikin agahî tune ne. Lê endamên navdar wiha têne zanîn:

-Muhsîm El Fadhlî: ElFadhlî ji Kiweytê ye, di 24’ê nîsana 1981 an ji dayik bû. Dîroka tevlîbûna wî ji El-Qaîde re ne diyar e, lê yek ji kesên derdora Osama binLaden bû û berpirsê El-Qaîde li Îranê bû. Tevlî şerê dijî Rûsya li Afganîstan, şerê dijî Emerîka li Iraqê û şerê Sûriyê bû. Fadhlî yek ji avakerên El-Nusra re jî bû, lê erka wî ya esasî bi cihkirina grupa Xoresan li Idlibê bû. Di heman demê de di dawiya sala 2013 an de hat erkdar kirin ku nakokiyên navbera DAÎŞ û El-Nusra çareser bike. Fadhlî têkiliyên navbera El-Nusra û DAÎŞ qut kir. Di 8’ê Tîrmeha 2015 an de li Samarda li Idlibê bi êrîşên hewayî yên Emerîka hate kuştin.

-Sanafî El Nasir: Sanafî El Nasir stratejîstê El-Qaîde bû. Navê wî yê rast Ebd ElMuhsen Ebdullah Ibrahîm ElXarex bû. Erka El Nasir di nav El-Qaîdê de lojistîk û tevlîbûn bû. Taybet di rêya Sûriyê, Iraq, Îran û Pakîstanê de lojîstîk û pere derbasî Sûriyê dikir. ElNasir di nav têkîliyên bi Sûdî Erebîstan û Qatar re bû. Pentagonê di 17’ê cotmeha 2015 an de aşkere kir ku El Nasir di êrîşek hawayî li Idlibê bi du endamên El-Nusra bi navê Ebd ElMalîk El Cezwarî ji Sûdî Erebîstan û Ebû Yaser El Magrebî ji Maghreb hatiye kuştin.

Ibrahîm El Asîrî: Asîrî aslê xwe ji Riyad Sudî Erebîstanê ye, ji malbatekê oldar û di nav arteşa Sûdî de cih digre de ye. Asîrî di 18’m nîsana 1982 an de ji dayik bû. Asîrî di nav El-Qaîdê de wekî sabotajciyekî stratejik dihate naskirin. Asîrî çalakiyên mezin di nav welatên Rojavayî de plan kir. Ya herî navdar hewldanên wî yên teqînan di nav balafirên sivîlan de bû. Di sala 2014 an de Emerîka îlan kir ku Asîrî di êrîşek de hat kuştin, lê asîrî di sala 2016 an de daxuyaniyek bi dîmen da û got ku ji wî şûn de siyasetmedarên Sûdî jî di hedefa xwe de digre.

Ebû Yusef El Tirkî: Ebû Yusef El Tirkî, navê rast Ûmît Yaşar Toprak e, welatiyeke Tirk e û ji bajarê Bursa ye. Yusef bavê 5 zarokan bû, lê bi destpêka şerê Sûriyê malbata xwe berda û tevlî El-Nusra bû. Bi grupa Xoresan kete têkiliyê û bû berpirsê “Tabûra Guran” ya ku çalakiyên xwe kuştî plansazî kirine. Pentagonê di 24’ê Îlona 2014 an ragihand ku Yusef ji aliyê belafirên şer ên e-Emerîka li Idlibê hatiye kuştin.

D) Tevgera Nûr El-Dîn ElZinkî

1-Qonaxa Avabûnê

Tevgera Nûr ElDîn ELZinkî di Mijdara 2011 an de li bajarokê Qibtan ElCebel ê gundewarê rojavayê Helebê di bin navê ” Koma Tewfîq Şihab EL Dîn ” ava bû . Ev kom bi destê Tewfîq Şihab El Dîn ê ku xwediyê Islamiyekî redîkal e. Di destpêka avabûna vê tevgerê de bi komên dîtir re kete heveymanê de. Di Tîrmeha 2012 an de bi “Lîwa El Tewhîd” re ket hevpeymanê de, piştre di Kanûna 2012 an de bi kombûna “Elwiyet Festeqêm Kema Umert” re ket hevpeymanê û wê demê navê xwe kir ” Ketayb Nûr ELDÎn ELZinkî ElIslamiye”. Piştî salekê tevlî “Ceyş El Mucahdîn” dibe û navê xwe dike “Hereket Nûr ElDîn ElZinkî” û piştre xwe ji wê hevyemanê vedikşîne. Di 24’ê Îlona 2016 an de ElZinkî tevî Cebhêt El Nusra, Hereket Ahrar ElŞam “Ceyş El Fetih” ava kir.

Piştî vekşandina komên çekdar ji bajarê Helebê tevgera Nûr ElDîn ElZinkî di destpêka sala 2017 an tevî komên Cebhet El Nusra, Ceyş ElSune, Lîwa ElHeq, Cebhet Ensar ElDîn û hejmarek ji komkiên din komek bi navê “Heyet Tehrîr ElŞam” ava kirin. Gelek komên biçûk mîna Ketîbet ElMisene, Ehil ElSune, Tevgera ElZahêr Bêbers, Siyof ElŞehba, Lîwa Ahrar Sûriye, Ceyş El Şemal û Lîwa Heleb tevlî “Hereket Nûr ElDîn ElZinkî” bûn.

2-Ideoljiya Hereket Nûr ElDîn ElZinkî

Li gorî têkiliya wê bi Cebhet ElNusra re û kiryarên çekdarên wê diyar dibe ku ev tevger tevgereke redîkal e, lê li gorî fermandarê vê komê Tewfîq Şihab ElDîn dibêje ku tevgera wane Islamiya Navîne û tekez dike ku ew ne girêdayî ti kesî ne û ne girêdayî Erkana”Artêşa Azad” û ne Koalisyona niştîmanî ya opozisyonê ye ji ber li derve hatin avakirin û ti bingeha wan di hundir Sûriyê de nîne û piştgiriya gelê wê nake. ElDîn pêşinyar dike ku divê desteyeke siyasî li hundir were avakirin û ev eger ev pêk neyê, ji bilî yegirtieke siyasî yan herî kêm çend kom û tuge bimînin. Li gorî gotina ElDîn têkiliya wan bi “Hereket Ehara El Şam” û ” Cebhet ElNusra” re baş e û hin caran bi hev re şerê rejîmê dikin ( Ev yek berî ku şer û nakokî di navbera wan û Cebhet ElNusra derkeve. Lê di buyera serjêkirina zarokekî Filestînî de bi guneha ku ew çeteyekî milîsên rejîmê ye ye ku bi vîdiyo hatibû balavkirin rastî rexne û tewanbariyekê xurt hatibû û Hereket Nûr ElDîn ElZinkî bi riya lêpirsînê hewil da ji berpirsiyatiya vê buyerê xwe vekşîne.

3-Rêxistinkirina Hereket Nûr ElDîn ElZinkî

Tvgera Nûr ElDîn ElZinkî xwediyê rêxistinbûne û têkiliyên wê bi Tirkiye re jî başin. Hejmara çekdarên wê dighêje (2000–2500) çekdarî, li gundewarên rojavayê Helebê bi cih dibin. Dema serweriya komên çekdar li ser bajarê Helebê, ev tevger li taxa El Sikerî ya ku dikeve taxên rojhilata Helebê bi cih dibûn. Wê demê li Taxa ElSikerî xwe baş bi cih kiribûn û wekî navenda tevgera xwe didîtin. Tê de (9) bîroyên wan hebûn, ya herî girîng bîroya leşkerî ya ku derdora (32–35) komên çekdar birêvedibir. Bîroya ewlehî ji (5) Seriye pêk dihat. Bîroya polîsê ya ku ji (10) mexfer û (18–20) rêbend pêk dihat . Bîroya çeksazî girêdayî hêzên herêmî bû.

4-Piştgirî û destekdayîna derve

Bi gelemperî dema komek ji kombûn û tevlîbûn ji komên dîtir vedikşe, nîşaneya ku piştgiriya madî jê re hatiye kirin . Veqetandina tevgera Nûr ElDîn ElZinkî ji Ceyş ELMucahidîn û guhartina navê xwe, her weha veqetandina Lîwa Ebna ElŞehaba ji Lîwa ElTewhîd û tevlî ElZinkî bûyîn aşkere dike ku piştgiriyeke madî ji vê tevgerê re heye. Tê pêşbînî kirin ku piştgiriya xwe ji “Desteya Gelêrî ya Kiwêtê” digre ji kesê cîhadî û redîkal ê bi navê Hecac ElEcemî ku vê desteyê birêvedibe. Her weha hate zanîn ku piştgiriya xwe ji rêxistina “Şems El Heyat a hewarçûnê” ya piştgiriya xwe ji Kiwêtê digre distîne. Ev destek û piştgiriya madî bandorê li ser hejmar û ferehbûna tevgerê kir ku ev li ser asta rêxistinên civakî bû, lê li ser asta herêmî û navdewletî Tevgera Nûr ELDîn ElZinkî ji Odeya Çalakiyan a MOK a bi rêveberiya Emerîka û Tiurkiyê piştgiriya xwe digirt. Li gorî hin çavkaniyan di sala 2015 an de Koma Hevalên Gelê Sûriyê piştgiriya xwe ji tevgera Zinkî re birî û hêdî hêdî ket destê Erebistana Siûdî û Tewfîq Şihab ElDîn (yê girêdayî Qeterê) ji fermandariyê dûrxistin, lê Tewfîq piştî çend mehan careke din vegeriya ser karê fermandariya tevgerê. Di destpêka 2017 an de û piştî tevlîbûna Tevgera Nûr ElDîn ElZinkî ji Cebhet EL Nusra re, odeya çalakiyan a MOM piştgiriya xwe ji Nor El Zinkî re qut kir.

5-Nêrîn û nirxandina li ser Hereketa Nûr ElDîn ElZinkî

Emerîka û Yekîtiya Ewropa ev tevger weke tevgereke Islamiya Navîn dibîne, ya ku şerê rejîma Sûriyê dike, ji be ev tevger têkiliya wê bi welatên Rojavayî re heye û bi taybet bi Birîtaniya re li gorî raporeke Kenala “BBC” Birîtaniya piştgirî bi awayekî veşartî ji “Polîsa Sûriya Azad” dikir û li gorî raporê ku Herkekêt Nûr ElDîn ElZinkî tevgereke redîkal e û têkiliya wê ya xurt bi Polîsa Sûriya Azad re heye, yê ku gelek işkence û lêdan û darvekirina meydanî pêk dianî. Ji aliyê xwe ve Rûsya ev tevger wek tevgereke redîkal û terorîst dibîne ji ber têkiliya wê bi komên terorîst mîna Cebhet ElNusra û topbarana wê bi roketên Hawanê ji taxên Helebê yê di bin serweriya Rejîma Sûriyê û ji ber buyera serjêkirina zarokekî. Li aliyekî din tê gotin ku Hereket Nûr ElDîn ElZinkî di 22’ê nîsana 2012 an de Mitran Bolis Yazicî Mitranê Helebê yê Romê Ersezoks û Mitran Yohina Ibrahîm mitranê Helebê yê Siriyanên Ersezoks revandin û heya niha rewşa wan ne diyar e.

(Sema Rênas)

09.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً