LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Jinên Sûriyê di navbera rasteqîna şer û jiyanê de

Jinên Sûriyê di navbera rasteqîna şer û jiyanê de

Di şer û kirîza Sûriye ku 8 salan li pey xwe dihêle, Jinên Sûriye xwediyê rakirina êş, zehmetî û bendewariyê bûn. Jinên Sûriyê ku ji destpêka şerê çêbû de xwediyê bandora zêde bûn, ji ber yê ku ev kirîz gur kir xwedî fikr û zihniyetek radîkal bûn. Jin di nava jiyan û şer de çawa bû, çi kir, jiyan ji bo wê çi bû, şer ji bo wê çi bû, zarok, malbat, şerf û rûmet çiye, çima ji zilam re bûyîna qurbanî, gelo her jineke di Sûriyê de dema jiyan kir û rastî koçberî, talan û zextê hat ev pirs ji xwe kirin derket.

Ji 10 milyon Penaberiya ku li Sûriye çêbûye sê parê wê Jinin

Jinên Sûriyê ku di encama şerê di nava 7 salan de û li gorî bîlançoyên ku derketine zirarek pir mezin dîtiye lewra di nava 7 salan de hejmara jinên ku hatine qetil kirin li gorî Şebekeya Sûriyê ya mafê Mirovan gihişte 24 hezar jinan. Ev hejmar li sernaserî Sûriye hate belgekirin ku hîn yê sala 2018 an ne ketiye nav. Her roj ku diçe aliyên garantor li Sûriyê ku gelek hêzan Sûriye veguhertine qada tesifyekirina hesab û bercewendiyên xwe radighînin ku dê Sûriye rastî herikandina xweînê hîn were. Di qada şer ya Sûriye de ku bû sedema pêla koçberiyeke pir mezin hejmarek zêdetirî 10 milyon kesî berê xwe dan welatên bi sînorê Sûriye re lewra ji hejmara ku koçber jî bûye ji sê para wê zêdetir Jin in li gorî agahiyê ji aliyê Mûnezemeya UNICEF hatiye dayîn, ku ew jin ji ber rewşa şer berê xwe dane Urdin, Libnan,Tirkiye û Mesrê her weha hejmrek ji xelkê Sûriye berê xwe dan Ewropa û Başûrê Kurdistanê.

Jin ji ber rewşa Koçberiyê çi karî dikin, Mûnezemeyan ji bo koçberan çi kiriye?

Bi hejmara zêde ya koçberên Sûriye li heremên derdor rewşa xizantiyê û kêm derfetiyê di asta jor de ye, taybet ev ji bo jinan restqîna herî bi êşe. Li gorî hin daneyên ku hatine parvekirin hate eşkere kirin ku mûnezemeyên navdewletî bi erka xwe ya xizmetê beranberî koçberan ranabe ku tenê heta niha erka xwe ya beranberî parekî ji 4 paran a penaberan pêk aniye. Budçeya rojane ya beranberî penaberên Sûriye dighêje 3.2 dolarî, ev agahî li gorî daneyên Komseriya kar û barê penaberan ya NY ye. Di nava rewşa xizantiya bê ser û ber ku li jiyana wan koçberan xwe dipêçe û çarenûsa wan a xwe xelaskirinê ji vê rewşê çi be bila bibe parek ji hejmara koçberan pişta xwe didin jinan ji bo jiyana xwe berdewam bikin ku daneyên NY eşkere kirine ku ji 5 jinan rojane yek jin tenê nirxê karê xwe digre ji ber rewşa ne aram ango ne baweriya li heremên ku ew koçber lê dimînin taybet nerîna ku li ser xelkê Sûruye girtine.

Di piraniya lêgerîna me ya vê derbarê de li hemû welatên herêmî û derve jin ji mêran zêdetir kar dikin, heta ku ew malbat li ser pişta jinan jiyan dikin, heta gelek mînakên jinan ku ji ber rewşa zextê û tundiyê ku roj derbas nabe û lêdanê naxwin ji aliyê hevjînê xwe ve rastî karê bi zorê têne kirin. Ev ji ber istixlal kirina rewşa Rojavayî ya beranberî azadiya jin li wan welatan ve mehkûme. Ji aliyekî din ve jî gelek jinên ku dikarin di gelek aliyan de kar bikin û xwedî astin ji aliyê hevjînên xwe ve rastî zextê tên ku di malê de bimînin û tenê bi zarokan re ji ber hincetên cuda re mijûl bibin.

Ji êşa bi rengê xwînê û dengê topbaranê ber bi êşa bi rengê belengaziyê

Jinên Sûriye di jiyana kampeyan de bûne firsenda xwe xelaskiirnê lewra têne firotin, sicil û belgeyên wê jî li ber dest û eşkere ji raya giştî re ye. Kapmeya Elzeterî ku li bakur rojhilatî Urdinê bi 85 km dikeve duyemeîn kampe li cîhanê ye û mezintirîn kampe li Rojhilata Navîn e ku 81 hezar malbatên Sûriye lê dimînin, jiyana bi hezaran jinan di bazarê de ye. Li gorî lêkolîna me ya derbarê vê kampeyê de hate zanîn ku ji ber jiyana zor û zehmet her weha rola lewaz ya mûnezemeyên navdewletî di pêwîstiyên jiyana penaberan di hemû aliyan de kêmanî û pêwîstî hene. Lê li kêleka vê rewşê deyardeya bê aramiyê û bê istqrar tê jiyan kirin.

Di vê çarçoveyê de gelek yekîtî û hevpeymanan daxwaza girtina vê kampeyê kirin û bi hevoka Kampeya Zeterî ji bo Urdinê (Rûreşiya Urdinê ku wê di dîroka xelkê Sûriye de bimîne) îfade kiirn.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Daîreya Dadweriya Urdinê hate belav kirin hate eşkere kirin ku mehane zêdetirî 6 hezar zewaca di temenê biçûk de di nava wê kampê de çêdibe her weha ji sedî 50 ji yên ku zewicî ne têne berdan. Li gorî ku ji aliyê lêkolînvanên di dosyên penaberan li Urdinê ev deyardeya hetîketiya mirovatiyê eşkere dike tînin ziman ku ev ji ber zewaca wekî kêf girêdayî ye, ji ber ku keçên temen biçûk ên Sûriye dibin lîstoka dewlemendan û ne di xema wan de ye çi bi serê wan keçan de were ji ber ku ti zagon û yasa li pişta wan nasekine.

Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Yekîtiya Jinan li Urdinê hatiye amade kirin hate ragihandin ku kesên zewacê bi keçên temen biçûk ên Sûriye re dikin piraniya wan Sûrî ne, piştî wan Urdinî, Sûdî, Behrênî, Qeterî û Lîbyayî ne. Yekîtiya jinan di lêkolîna xwe de eşkere kir ku ew keç di temenê zaroktiyê yê 16 salî de ne.

Deyardeya ElZîcat ku ev têgeh li heremên ereban ji bo simsariya jinan tê bikaranîn wekî bazarekê tê kirin, kesên dewlemend ku piraniya wan ji welatên kendava Erebî ne rewşa wan jinan û pêwîstiyên wan istixlal dikin û mecbûr dikin ku bi wan re bizewicin. Li gorî Lêkolîna di vê mijarê de piraniya keçên Sûriye beranberî 3 heta 10 hezar dolarî ji bo malbatên wan re têne firotin.

Ji Nimûneyên ku mirov matmayî dike?

Ferîhan zaroka ku hîn temenê 15 temam nekiriye di kampeya Elzeterî de ji aliyê bavê wê ve ji kesekî ereb dewlemend re beranberî 7 hezar dolarî hate zewcandin. Bavê Ferîhan zewaca wê wekî (pecirandineke bê reve) binavkir. Zewaca Ferîhan mehekê dirêj nekir, ku ji mala bavê xwe re hate şandin, êşa mezin ew bû ku Ferîhan ducanî derket, lewra bi derman ew zarok ji ber xwe bir.

Jinek din ên koçberên Sûriye ku berê xwe dide Ewropa rewşeke pir xerab dijî, jina Sûrî ku ji bo bighêje Ewropa û çûyîna Ewropa bin û erdê te pere dixwaze ev jin da ku pereyê rê bide, bedena xwe difroşe û bi têkiliya cinsî pereyê rê dide û tişta balkêş ew bû ku hevjînê wê ew mecûr kir ku vê bike.

Jineke din ku di riya ber bi Ewropa de diçe rastî lêdanê ji aliyê leşkerên girtîgeha Hingarya tê piştî ku rê neda nêzî bedena wê bibin.

Jineke din jî ku xwe biparêze cilê mêran li xwe dike û banyo nake da ku dûrî wê biçin.

Bi hezaran mînakên bi vî rengî bi jinên Sûriye re hatiye jiyan kirin ku li sernaserî sînorê Tirkiye û Suriye taybet bîroyên ji bo girtina jinên ji Sûriye hatine vekirin.

Çav li azadiyê vekirin, lê yê dibe qurbanî zarokin

Yek ji xalên sereke yên ku mirov li ser bisekine rewşa guhertina pskolojî û terzê malbatên Sûriye li waltên derve ne. Yek ji welatên herî zêde ku xelkê Sûriyê lê hene Elmanya ye. Elmanya ku jin ji ber ketina nava wê civakê û zexta hevjînên wan li ser wan Berdanê dixwazin ku ev rêje derketiye asta herî jor. Jinên ku vê yekê dixwazin dibêjin ku me li vir mafê xwe dît. Mûnezemeya Elmanî ya Jinan a bi navê the Frauen-Kreiza bi wan jinan re mijûl dibin û bi pirsgirêkan wan re eleqedar dibin. Li gorî lêkolîna ku me di vê derbarê de kir hate zanî ku yê temenê vê rewşê dide zarokin û di nava civaka Elmanya de dihelin û ew jî jiyaneke serbixwe, ji xwe dê û bav ji hev qut bûne lewra di bin bê serwerî û kontrolê de jiyaneke bi serê xwe dijîn.

(Rêvana Mêrxas)

09.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً