LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Idlibê navenda komên terorîst e (3)

Idlibê navenda komên terorîst e (3)

Ji nakokiyên komên çekdar û heta plana ku niha tê hûnandin

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi aşkere bûyîna rûyê komên li Idlibê, ji avaker heta piçtevanê wan operasyona li ser Idlibê di pêvajoya sar û germkirinê de derbas dibe. Hemû hêz di nava de Çûn dê hewil bide tevlî operasyonê bibe û hemû li hemberî Tirkiye bûne yek. Tirkiye ku bedîl dixwaze mecbûre ku bi Rûsya re têkeve itîfaqekê û yê li ser maseyê were avêtin komên terorsîtin wekî ku ew nîqal dikin. Idlibê ku li bendeya itîfaqa lihevkirinê ye rewş roj bo roj kirêt dibe.

E) Nakokiyên di navbera komên herî bi bandor

Şer di navbera Hereket Ahara El Şam û Heyet Tehrîr El Şam de

Di 20’ê Tîrmeha 2017 an de bi sedema şerê di navbera Heyet Tehrîr El Şam û Hereket Ahrar El Şam de Ahrar El Şam veqetandina xwe ji Heyet Tehrîr El Şam ragihand. Di daxuyaniya vekişandinê de diyar kir ku ev veqetandin ji ber biryara şer bi Hereket Ahrar El Şam re bê agahdariya Meclisa Olî bû û ne bi biryara Meclisa Şêwermendiyê bû. Di encama veqetandinê de şer di navbera her du aliyan de derket. Gelek hewildanên agirbestê vala derketin, lê hin caran lihevkirin di navbera wan de çêdibû, lê pir dirêj nedikir.

Nakokiyên Hereket Nûr ElDîn ElZinkî bi Komên dîtir re

Di pêvajoya êrîşa li ser bajarê Helebê Tevgera Nûr ElDîn ElZinkî, koma Festeqêm Kem Umirt bi revandina fermandarê leşkerî ji Odeya Çalakiya Vekirina Helebê Ebo Beşîr Me`are tewan bar kir û diyar kir ku çavên hemûyan li saeta êrîşa li ser rejîmê bû, lê koma Festeqêm Kema Umirt ev revandin pêk anî û piştî binçavkirin û girtina şaneyekê diyar bû ev şane hewildana suyqestkirina Mihena Cefala fermandarê Ketayêb Ebo Emara pêk anîbûn û dixwestin Umer Selxo fermandarê beşa Helebê yê Hereket Nûr ElDîn ElZinkî suyqest bikirina û itîraf kirin ku ew perspektîf û fermana xwe yekser ji Seqir Ebo Quteybe fermandarê koma Festeqêm Kema Umirt digirt. Diyar bû ku berî şerê rizgarkirina Helebê ji destê Rejîma Sûriyê bi çend saetan bi fermana Seqir Ebo Quteyba Ebo Beşîr Me`are binçav kirin. Li ser vê esasî şer di navbera her du aliyan derket. Ji aliyê xwe ve jî koma Festeqêm Kem Umirt bi tunekirina wê ji aliyê Hereket Nûr ElDîn ElZinkî tewan bar kir.

Dema komên çekdar ên li bajarê Helebê peymana rawestandina şer bi rejîmê re pejirandin, şer di navbera wan û Cebhêt El Nusra ku ev peyman qebûl nekir de derket holê. Ev şer di navbera Cebhet ElNusra û Ceyş El Mucahidî ( yê ku Nûr ElDîn tevlî wan bû di destpêkê de ) dest pê kir û Cebhet ElNusra wan tune kir. Piştre ev şer derbasî gundewarên Bakurê Helebê bû û bi taybet li gundê Hirêtan cihê “ElCebha ElŞamiyê ” û hemî bargehên wan hatin desteserkirin. ” Hereket Nûr ElDîn ElZinkî” beşdarî vî şerî nebû lê dergeh û riyên locistîkê ji Cebhet El Nusra re vedikir.

Di Sbata 2017 an de hin çavkanî diyar kirin ku planek hebû Heyet Tehrîr ElŞam (El Zinkî û Cebhet El Nusra) ji bo hemî Bakurê Sûriyê bixin bin kontrola xwe de, bi taybet piştî ku çend kom qebûl nekirin ku tevlî El Colanê nebin. Naveroka planê jî ewe ku Hereket Ahrar ElŞam lewaz bikin û herêmên serweriya wê bigrin û ji komên girêdyî wê dûr bixin û ji hêza wan a aborî tune bikin û herêma Cebel ElZawiyê û gundewarên Rojava dorpêç bikin ji bo “Siqor ElŞam” û “Ceyş ElMucahîdîn” tune bikin û dergeha Bab El Hewa desteser bikin û Hereket Nûr ElDîn ElZinkî û Cebhet ElNusra bikevin herêmên Xan ElEsel û Dart Izê ji ber li wir dergehek bi Efrînê re heye.

Sedemên van nakokiyên ku derketin du aliyên wê hebûn, yek eniya opozisyonê guhertin bû ku bi vê yekê ew komên çekdar ji bo aliyên Rêjîma Sûriye û Tirkiye hatin istxlal kirin û bi kirîna wan her carê ew ber bi cihekî de şandin lewra ji gelek hereman hatin qewtandin. Aliyê duyemîn jî nakokiyên di nava wan koman bi xwe de vedgeriya şerê xenîmetê ango para zêde bila ya min be. Ev bi xwe re di nava koman de veqetandin û parçekirin anî. Ev xala lewaz û qeles ya van koman hate dîtin û taybet ji aliyê Tirkiye û Rûsya ve hate bikaranîn lewra ew nakokî gelek caran bi zenebûn û ji bo tesifye kirina gelek koman hate şûxlandin.

Ê) Pêşdîtin û qewimînên ku dê li Idlibê encam bidin

Di pêvajoyên Astana de Idlib û gengeşeyên dawî

Kongirê Astana ku ev demeke dirêje tê lidarxistin, hersê dewletên ku ji berjewendiyên xwe tevlî wê bûne Turkî,Rûsya û Îran ji xwe re sûd girtin di nava wan de jî kesê ku bê par û hêvî maye opozisyona bi navê Koalisyonê ye.

Di nava hewildanên Rûsya ku opozisyona leşkerî bi temamî tune bike, gelek hevdîtin di navbera Rûsya û Turkiyê de çêbûn, di encama wan itîfaqan de Rûsya dixwest serweriya xwe li seranserî Sûrî zêde bike û Tirkiye jî dixwest hêzên opozisyonê di bin kontrola xwe de bihêle û kontrola xwe li ser wan bi rêbazên cuda feriz bike, li ser vî esasî di nava hevdîtinên Astana ji 22’ê çileya 2017 an de heta Kongira Astana 9’mîn di 30’ê Tîrmehê de gelek gav hatin avêtin bi taybet li ser Idlibê, heta di nava wan hevdîtinan de da ku serweriya Tirkiye zêdetir bibe 12 bendên çavêdêriyê yên Tirkiye li Idlibê hatin avakirin û li derdora wan nêzî 16 bendên çavdêriyê yên Rûsya hatin avakirin ji wan hindek bendên hevbeş di navbera Rûsya û Îran de ye, ev gav hatin avêtin da ku dema Rûsya operesyoneke leşkerî li ser Idlibê destpêbikim her tişt li her derê di bin kontrola wan de bimîne, her weha Rûsya dixwaze bi vê gavê riya di navbera Helebê û Şamê de kontrol bike.

Di destpêka hevdîtinên Astana de di çarçoveya itîfaqên siyasî de dihate xebitandin lê di vê dema dawî de û bi teybet piştî kongira 9’mîn û tevlîbûna Hakan Fîdan û hindek kesayetên istixbaratî hate belî kirin ku Astana ji çarçoveya karê siyasî derkeve û dikeve pêvajoyeke nû de, ew pêvajo jî itîfaqên pratîkî, leşkerî û istixbaratî ne, ev yek jî dê bandora xwe li operesyona Idlibê dike ji ber ku bi rêya vê bendên çavdêriyê û sizmeyên Tirkiye û Rûsya di nava kom û komikên ku niha li Idlibê dimînin di asta herî jor de ne.Tevlîbûna van kesayetan diyar dike ku dê gavên istixbaratî yên hevbeş di hundirê Idlibê de werin avêtin û weke bertek ji bo destpêkirina vê êrîşê dê komên radîkal mîna Cebhet ElNusra, Xoresan, DAÎŞ’ê û HTŞ’ê werin bi kar anîn.

Di dema ku Tirkiya û Rûsya hewildan ku bighêjin itîfaqeke hevbeş di derbarê Idlibê de, Rêjîma Sûrî hewil dide ku hindek herêmên li gundewarê Idlibê bi dest bixîne, li ser vî esasî Serokê Tirkiye Teyib Erdogan ragihand ku eger rêjîm dest bi operesyonekê bike li Idlibê dê Astana têk biçe û ji mafê Tirkiyê ye hevalbendên xwe li wan herêman biparêze di eynî demê de Tirkî dest bi teqwiyekirina bargehên xwe li Idlibê kir û teqwiye şande gudnewarê Hemayê, ev yek jî diyar dike ku heta vê demê ti li hevkirin di navbera Rûsya û Tirkiye de li ser mijara Idlibê nehatiye encamdan. Di heman demê de Emerîka gelek caran hişyarî da ku pêwîste li Idlibê şer dernekeve û girêdayî vê mijarê ev demeke Wezareta parastinê ya Rûsya propoxanda dike ku niha li Idlibê hazirtiya bikaranîna çekên kîmawî tê kirin, bi vê yekê jî Rûsya ji xwe re zemîna operesyonê ava û rewa dike.

Sozên Tirkiye ji komên çekdar re dê bighêjin kuderê?

Di mijara Idlibê ya ku niha bûye parzûn ji hemî qirêja di Sûrî de metersiyên Tirkiyê yên herî sereke ewe ku operesyon destpê bike bê ku Rûsya pêre bikeve têkiliyê ji ber du sedemên sereke, ya yekemîn ku hêzên niha li Idlibê bi cih dibin soz ji Tirkiye giritine ku ew parastina hebûna wan bike, û ya duymîn eger operesyon destpê kir pêwîste Tirkiye helewesteke pir zelal nîşan bide ji ber ku di wê demê de dê Tirkiye nema bikaribe polîtîka xwe ya niha bide meşandin, girêdayî vê mijarê Tirkiye dixwaze serweriya xwe li herêmên derdora Helebê mezin û xurt bike, her weha mabûna Tirkiye li wê herêmê serweriya wê li ser riya Helebê û Şamê zêde dike. Lewra Tirkiye ji bo ku hebûna xwe li wê herêmê dewam bike pêdivî bi itîfaqekê bi Rûsya re dibîne û li gorî çavdêriyê ev itîfaqa ku me behsê kir di 2’ê Tebaxê de derkete holê dema ku Tirkiye ragihand ku nêzî 100 hezar leşker ji komên Idlibê bi navê (ElCebhe ElWeteniya LilTehrîr) hate avakirin, ji bo ku Tirkiye xwe ji bin çavdêriya navdewletî dûr bixe ragihandin ku HTŞ’ê (Cebhet El Nûsra) dê di nava vê artêşê de cih negre ji bo wê jî di 31’ê Tebaxê de Tirkiye HTŞ’ê bi awayekî fermî wekî Rêxistinek terorîst ragihand da ku bi rêka vê behaneyê beşdarbûna xwe di operosyona Idlibê de rewa bike.

Kî berî kî dê xwe bighîne Idlibê?

Piştî zêdebûna daxuyaniyan li ser Idlibê ji aliyê hemû hêzên heremî ve ku li Sûriye bi cih dibin tê xuya kirin, ku dê di Idlibê de her hêz ji bo berjewendiyên xwe di nava hewildan û pêşbirgekê de be, da ku sûda herî mezin ji xwe re bigre li ser pişta hêzên dîtir, ji ber ku niha Idlib weke şerê dawî tê bi nav kirin her weha nexşeriya herî dawî ya Sûrî diyar dike, ev jî dê bibe sedem ku pişît operesyona Idlibê çareseriya siyas û avakirina Sûriye bikeve dewrê de. Ji vê xalê ve me anî ser ziman ku her dewlet dixwaze ji xwe re sûd bigre ji van hêzan. Ji Çînê ku fermî daxuyanî da ku ewê dê di operesyona li ser Idlibê cih bigre û bi taybet li herêma Derya El Şixûr ji ber ku piraniya çekdarên ku li wê herêmên bi cih dibin ji himwelatiyê wê ne, her weha giêrdayî vê yekê lidarxistina kongira 10’mîn ya Sotşiyê di vê demê de weke ezmûneke ji hemû hêzan re tê wergerandin, ji ber vê yekê jî dê pirsgirêka Idlibê bi hesanî çareser nebe û hemî dewlet dê hewil bidin lîstokên çuda li ser vê herêmê bidin meşandin.

Naxşeya dawî li Idlib’ê

(Sema Rênas)

11.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً