LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di netewa demokratîk de sîstema xwendinê

Di netewa demokratîk de sîstema xwendinê

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi derbasbûna dehan salan a bê par hiştina pêkhateyên Sûriye ji zimanê xwe yê dayikê, ev çend salin desteya perwerdehiyê ya bi ser Rêvberiya xweseriya demokratîk ve ji bo şagirtan minhacên nû amadekiriye. Ev minhacên ku hatine dayîn rastî rexneyên ji aiyê sîstema netew dewletê ve tê ku li gorî armancên xwe dixwaze sîstema xwe di nava civakê de mehkûm bike. Sîstema netewa demokratîk ku nasname her ferdekî bi girêdana wî ya civakbûnê ve girêdide, sîstema xwe ya xwendinê ji şagirtên bakurê Sûriye tevahî re pêşkêş kiriye.

Bi hatina demsala nû ya perwerdehiyê di serê civakê de lêpirsînên cur be cur hene, nifşên nû dê çawa mezin bibin, çawa fêr bibin û dê pêşeroja wan çi be. Di çarçoveya lêpirsîna civakê ya mafdar de sîstema perwerdehiyê ya nû ya li Bakurê Sûriyê ku ji sala 2015 an de hêdî hêdî derbasî nava dibistnan bûye xwedî taybetiya her netewek ji mafê wî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne, fêr bibe û jiyan bike ye.

Desteya Perwerdehî û Hînkariyê ya herêma Cizîrê ku nêzî milyon şagirtî dihewîne bi hatina demsalên xwendinê dest bi amadekirina minhacên bi hersê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî li gorî pêkhateyên li heremên Bakur û rojhilatî Sûriye kiriye. Lewra Desteyê di brdewamiya xebatê xwe yê çend salan de dê 10 refên xwendina dibistanan li gorî zimanê dayikê werin dayîn.

Bingeha amadekirina mamosteyan

Piştî bi siyaset û polîtîkeya bi dehê salan a mehrûm hiştina zarokên Kurd, Ereb û Suryan ji xwendina bi zimanê dayikê û piştî şoreşa Sûriye Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya li Bakurê Sûriye bi desteya xwe ya hînkarî û perwrdehiyê ji bo şagirtan minhacên taybet ên bi zimanê wan amade kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hevkariya Tevgra Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peymangehên zimanê kurdî vekirin û amadekariya mamosteyan kir. Armanc ji vekirina van peymangehan nasandina civakê bi ziman, çand, çawaniya avakirina pêşerojê ji nifşên nû re, belavkirina fikrên rast û dirust û avakirina mirovên demokratîk ku civaka xwe bi hemû reng, pêkhate û baweriyên xwe qebûl dike.

Di vî warî de peymangeh, desteyên perwerde û fêrkirinê yên Rojava û Tevgera Civaka Demokratîk gelek xebat meşandin. Peymangeh hezar mamoste ji branşên cuda amade kirin. Ji aliyê xwe ve Desteya Perwerde û Hîrkirinê û TEV-DEM’ê materyal ji bo hemû astên xwendina seretayî, navîn û amadehî amade kirin. Di destpêka vekirina peymangehan de, perwerdekar 3 mehan li ser materyalên seretayî hatin perwerdekirin. Piştre li dibistanan hatin belavkirin. Mamosteyan li gel dewamên xwe li dibistanan, êvarê tev li dewreyên perwerdeyê dibûn. Piştî amadekirina materyalên navîn û amadehiyê, dewreyên havînê ji bo amadekirina mamosteyên pêwîst hatin vekirin. Mamosteyên dibistanên navîn piştî bidawîkirina dewreyê, tev li ezmûnan bûn û her yek li gorî asta xwe hatin belavkirin. Her wiha bi hezaran mamosteyên amadehiyê ji ezmûnên ku Desteya Perwerde û Fêrkirirnê ya Bakurê Sûriyeyê amade kiribûn, derbas bûn. Bi sedan mamoste hatin hilbijartin û her yek li gorî branşa xwe hatin peywirdarkirin.

Bi saya Tevgera Civaka Demokratîk, Saziya Zimanê Kurdî konferansa xwe ya sêyemîn li bajarê Amûdê di sala 2012’an de li darxist piştî ku her du konferansên wê yên yekemîn di sala 2007’an de li bajarê Kobanê û yê duyemîn di sala 2009’an de li bajarê Helebê bi awayekî veşartî hatibûn li darxistin. Di sala 2013’an de bi awayekî eşkere damezirandina Saziya Zimanê Kurdî li seranserî gund û bajarên Rojava hatin ragihandin û gelek navendên perwerdeya bi zimanê Kurdî hatin vekirin.
Di 11’ê Tebaxa 2013’an de yekemîn akademiya ziman û wêjeya Kurdî bi navê Şehîd Ferzat Kemenger li Efrînê hate vekirin û têde bi zimanê Kurdî perwerde hate dayîn. Saziya Zimanê Kurdî li Efrînê bi hevkariya Yekîtiya Mamoteyên Rojava di 28’ê Cotmeha heman salê de peymangeheke ziman û wêjeya Kurdî di bin navê Peymangeha Şehîd Viyan Amara de vekirin û wê jî piştî du salan hejmareke mamosteyên zimanê Kurdî amade kirin.
Di 24’ê Cotmeha heman salê de Saziya Zimanê Kurdî vekirina Akademiya Celadet Bedirxan a ziman, dîrok û wêjeya Kurdî li bajarê Qamişlo vekir. Piştre peymangeha Şehîd Viyan Amara li kantona Kobanê hate vekirin. Di destpêka sala 2015’an de gelek peymangehên amadekirina mamosteyan li gorî têgiha netewa demokratîk hatin vekirin û yekemîn peymangeh li bajarê Dêrikê di meha adarê de û di meha Nîsanê de li bajarê Serêkaniyê û pişt re li seranserî bajarên herêma Cizîrê hatin vekirin.
Piştî salekê ji perwerdehiya bi zimanê Kurdî ango di sala 2016-2017’an de Saziya Zimanê Kurdî bi hevkariya Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Cizîrê bi riya mamosteyê pispor meteryalên zimanê Kurdî ji giştî dibistanên seretayî re amade kirin.
Bi destpêkirina sala xwendinê ya 2017-2018’an re Saziya Zimanê Kurdî û Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Cizîrê bi hevkariya Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk meteryalên nû yên her du dibistanên seretayî û navîn amade kirin û li rex wan meteryalên bi zimanên Erebî û Suryanî jî amadekirin.

Ji saziyên biçûk ber bi vekirina zanîngehan

Ji bo ku pêvajoyên xwendinê temam bibin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê vekirina yekem zanîngehê li Rojava-Bakurê Sûriyê ragihand. Zanîngeha Efrînê 14′ê Hezîrana sala 2015′an bi derfetên kêm hat vekirin. Li zanîngehê li ser materryalên ji aliyê KPC-Demokratîk ve hatine amadekirin, perwerde hat dîtin.
Piştî ku zanîngeha Efrînê gavên mezin avêtin û gelek serkeftin bi dest xistin, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê 4′ê Tîrmeha sala 2016′an vekirina zanîngeha Rojava ragihand. Ji vekirina zanîngehê de xebat hatin kirin ku nifşekî pêşketî ku bikaribe civakê di hemû aliyan de pêş bixe were avakirin.
30′ê Îlona sala 2017′an de jî zanîngeha Kobanê hat vekirin. Vekirina zanîngehan temamkirina projeya perwerdeya bi zimanê dayîkê ye. Materyalên li zanîngehên Rojava-Bakurê Sûriyeyê têne xwendin, li ser esasê netewa demokratîk bi zimanên Kurdî û Erebî hatine amadekirin.
Kar û xebatên Saziya Zimanê Kurdî ne tenê li bajarên Rojava bû lê belê li giştî gund û bajarên Bakurê Sûriyeyê belav bûn weke bajarên Tebqa û Minbicê piştî ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatin rizgarkirin û li vir akademiyên perwerdekirina bi zimanê Kurdî hatin vekirin û ji aliyê Kurdên van deveran hatin pêşwazîkirin.
Saziya Zimanê Kurdî û akademiyên girêdayî wê hê jî xebatên xwe yên pêşxistin û vejandina zimanê zikmanî didin meşandin û meteryalên akademîk amade dikin. Xwendekar di gelek qonaxan re derbas dibe da ku bawernameya xwe werbigire û karibe perwerdeyê bi zimanê Kurdî di dibistan, akademî, peymangeh û zanîngehên rojava û Bakurê Sûriyeyê de bide.

Xeteriya sîstema netew dewletê û bandora wê

Bi taybet desthilatdariyên netew-dewletê yekdestdariya xwe li ser hemû zarok û ciwanên civakê bi rêya perwerdeyê didin çêkirin. Têgihiştinên xwe yên dîrok û huner, kesayetên ku bi zêhniyetên xwe yên felsefî û olî strandine êdî ne zarokên malbatên kevin, zarok û malên heqîqî yên xwediyên desthilatdariyê ne. Biyanîbûna mezin bi vî awayî tê sazîkirin. Çîna burjuwazî di aliyê perwerdeyê de çîna ku yekdestdariya herî dijwar dayî avakirine. Perwerdeya seretayî û navîn neçarî kiriye, ji kesên ku dixwazin bibin xwedî kar re jî, dema bawernameya zanîngehê bibîrdixe, dorpêça biyanîbûn û girêdanbûna li ser ciwanên civakê, pêvajoya girtina qefesê neçarîbûn qezenc kiriye. Zor, hêza madî û perwerde tê wateya ferzkirina mêtîngehbûna civakê ango hatiye rewşa çekên hêzê.

Perwerdeyeke civakî ya xwe dispêre vê ferasetê wê bi awayekî herî azad pêşbikeve formên civakî ji xwecihî û li cih rêvebirinê û bi yekîneyan divê pêk were. Xweparastina xweswerî û cudahiyan bi awayek azad hebûna xwe parastin tenê wê bi formên civakî yên bi vî awayî gengaz be. Ferasetên ji jor de, xwe disepînin, cudahî û xweseriyan li berçavan nagirin armanca wan çi dibe bila bibe wê bi xwe pirsgirêkan derxin, wê pêşiya însiyatîfên demokratîk, civakî yên sivîl û pêşketina wan asteng bike. Ji ber wê pêşiya azadiyên civakî yên bi reng û dengê xwe bigire wê bixe bin hegemonya ya xwe. Perwerdeya netewa demokratîk zêhniyeteke wisa red dike, li ser bingehê civakek zanîsta azad û zêhniyeta wê ku cudahî û xweseriyan esas digre li ser bingehê xwe rêvebirin û di cih de rêvebirinê pêş bikeve.

Di salên destpêkê yên perwerdeya bi meteryalên nû ji aliyê Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk ve li dibistanên Bakurê Sûriyeyê bi giştî, rêjîma Baas’ê hewl da dijberiya perwerdehiya bi zimanê netewên din bike û hewldan dibistanan bigire, her wiha hin aliyên din jî li dijî perwerdehiyê derketin û îdîa dikirin ku evan meteryalên dibistanan lewaz in û kadroya perwerdehiyê jî nikarin xwendekaran perwerde bikin. Lewra di her demeke ku dê sîstema xwendinê dê destpêbike rêjîma Sûriye bi akîtvkirina kesên xwe ên li heremên ku piraniya pêkhateyan ji hev cuda ne dixe tevgerê bi armanca vala derxistina vê sîstemê û vegerandina desthildariya xwe.

Perwerdeya civakî bingeha perwerdeya netewa demokratîke

Di feraseta perwerdeya netewa demokratîk de bê guman perwerdeya civakî li ser bingehê bandoriya demokratîk û di nava pergalekê de wê were rêvebirin, lê karekî wisan ku divê însiyatifa yekîneyên herêmî, konfedere û xweseriya wan bingeh were girtin û rêvebirin. Ev yekîne wê perwerdeya xwe ya civakî li ser bingehê cudahî û xweseriyên xwe bi awayeke herî guncav, aktif û ji zanînê re amede zêhneke wisa pêş bixin. Riya vê ya herî baş a bikaranînê, zanîneke diyar xistina serê zarokan nîne, zîrekiyên wan ên veşartî derxistina holê, zêhna wan hişyarkirin û bi wan fêrkirina fikirandinê dane qezenc kirine.

Ger baş were kişandin du avaniyên cuda mijara gotinê ne. Ji van avaniyan kîjan antî- demokratîk, hiyararşîk û despot be, ya din jî ewqas demokratîk, xwedî pir cudahî û xwecihî-konfederatîf e. Di konfederalîzma demokratîk de wek di hemû karên civakê de, perwerde jî wê ji aliye rêveberiyên xwecihî ku xweseriyan esas digire ve were rêvebirin. “her gundek an jî taxek bi awayek hêsan dikare bibe yekîneyeke konfedere.” Konfederalîzma demokratîk pergalekî ku ji xwecihî ber bi gerdûnê ve fireh dibe, navê vê jî pergala demokratîk a berfirehe. Di nava vê pergalê de hemû yekîneyên herêmî, xwecihî, netewî û gerdûnî xwedî mafê nûnertiya xwe kirinê ne.

Netewa demokratîk li gor karektera xwe li hember teoriyên perwerdê yên paşverû derdikeve, zirektiyên mirovan, qabilyet, xweserî û pêşketina azad dike hedefa xwe. Bi vî awayî feraseta perwerdê qalibên xwe bisazîkirine û dogmayan hildiweşîne. Di vir de armanca sereke ya perwerdeya netewa demokratîk ew e, li cihê ku li gor xwe şêwe bide mirovan, wan ji xistina qaliban wêdetir, gihandina zanisteke azad û ramaneke azad e. Bêyî ku azad bibe tişta em dixwazin qesta wê bikin, bêyî ku destwerdanê li ser kesayeta kes bike, ji bo pêşketina wî alîkarbûn, derfetên zanisteke azad jêre afirandine, nexwe tenê li ser navê azadiyê afirandina qalibek nîne.

Divê em bizanibin ku azadî ne tiştek e, ku tu dixî qaliban; cudahiyeke ku her kes bi xweseriya xwe cudahiya xwe ifade kirine, divê em jî di ferqa vê de bin. Bi vê boneyê divê perwerde di qezenckirina xwebûna civakê de, di azadiyê de û di parastinê de bikare armanc û amûrê pêk bîne. Wek amûreke guherîn û veguherîneke civakî perwerde, divê ji destê desthilatdarî û otorîteyan de were derxistin, ji bo ku di rastiyê de ji mirovahiyê re xizmet bike, mirov bîne rewşa guherîn û veguherîna armanc û amûrê û bixe bin xizmeta civakê.

12.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً