LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Jinên Bakur û Rojhilatî Sûriyê nasnameya azadiyê bilind dikin (4)

Jinên Bakur û Rojhilatî Sûriyê nasnameya azadiyê bilind dikin (4)

Sekna jinan di qada eskerî de: Jin xwedî hêzin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li qadên Bakur û Rojhiulatî Sûriye ku em li ser rola jinan di warê rêxistinî, aborî û dadweriyê de sekinîn, ji nimûneyên ku ti welatên cîhanê jiyan ne kirine li Bakur û Rojhilatî Sûriye de tê dîtin. Jinên li van hereman de xwedî rêxistineke leşkerî ya hêza xwe parastinê ne. Jin di nava hêza YPJ, Asayîşa Jin, û polîsan de cih digrin.

Tevî ku jın hêmana sereke ya avakirina civakê ye, ku li ser rêgezên civakî û exlaqî durist û hevsengî avadike ku bi vê jin dibe nasnameya civakê ku li ser îradeya azad û hevgirtî birdozî û siyasî û civakî rabûye. Lê jin hate qutkirin û rola wê hate xerakirin û ji erka xwe ya civakî hate dûrxistin û ji mafê xwe yê herî biçûk bê par hate hiştin. Ev yek bû sedema ku bınyada civakê lewaz û xerbibe, ev yek jî bi xwe re nexweşiyên Pskolojî û civakî di navbera jin û mêr de derxe holê, ku mêr xwe yê serdest dît û jin jî xwe lewaza bi bele dît. Bi zihniyeta civakê û serdestan a rola jinê biçûk kirin de jin li her deverê ji ber zihniyeta baviksalariyê dûrî gelek karan hate kirin û ji bo wê karên taybet ku piraniya xwe di malê de bûn hatiye eyar kirin. Di şoreşa ku Kurd bi nav dikin Bihara Gelan ku di 19’ê Tîrmehê de heremên xwe ji rêjîma Sûriye rizgar kirine asta jinan di her alî de derket asta jor. Tevgera Xweseriya Demokratîk ku sîstema rêvebirina bajarên wê ye di aliyê leşkerî de jî jin xwedî hêz ango artêşe.

Di lêkloîna me a derbarê van jinan de taybet artêşa YPJ de nimûneyên wan jinan a şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê derketiya asta herî jor û di civaka navdewletî de ew jin wekî mînak hatine nasîn, li gorî rêvberên vê hêzê diyar bû ku ji ber fikrê ku ev artêş li ser rabûye de gelek jinên ji heremên cur be cur taybet ji Ewropayê berê xwe dane Bakurê Sûriyê û bi tabûrên Enternasyonal hatine naskirin. Gelo YPJ çi rol lîst û armanca avakirina wê çiye. Her weha di nava xebatê ewlekarî û parastin de jin çi rol lîstiye emê bisekinin.

Rastiya Jin û avakirina YPJ:

Rastiya jin di civaka kurd de deha ji civakên dîtir cudatire ji ber ku girîngiya ku jina kurd dîtiye, ger ku kêm be jî vegera wê ya dîrokê heye, ji ber Kurd ji netewên dîtir mîna firs, tirk ü Erebên di heremê de li beramberî jinê dilnizm bün, ev yek bü sedema ku jina kurd di civakê de karîbe nerîna xwe bide ango ji xwe bawer be.

Jina kurd di dîrokê de di gelek şeran de li dijî dagirekeriyê tevlîbüne da ku xêr ü berê welatê xwe biparêzin.

Bı derketina ramanzanên doza kurdî ü çareserkirina wê li ser esasê Demokrtî, ev çareserî xistina piratîkê ku di nav xwe de hemü pêkhateyan digre. Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan bı muhrkirina xwe lı ser meciyê demokrasîxwazan, kurd hişyar kir ku di nav de jî jin a bi taybet xwedî bandor bü. Jin bi bandorbüyîna fikrê Rêber Apo bün xwedî têgihiştineke Idyolojî ü Felsefîk ku bi vê yekê jin bi şoreşa Rojava derbasî hemü qadên xebatê bibe çi Siyasî, Civakî ü Leşkerî be ü tişta herî zêde ku di jinê de balkêş bü aliyê wê yê leşkerî bü ü tevlîbüna wê a qadên şer bü.

Pêşketina ku jinê derxiste holê ne çîrok ü xeyale, lê belê pişta xwe dide kevnariya dîrok ü çandî, di heman demê de bi Rêber Apo re pêşengî kirine.

Jinê bi cesaret ü têgihiştin xwest bi şoreşeke exlaqî, civcakî ü çandî ji siyasî ü leşkerî zêdetir rabe, ji ber ku exlaq havîzeya siyasî ya civakê ye. Jinê bi armanca şikandina kevneşopiya civakê ku ew riya kole, bi şoreşa Rojava re Saziya Leşkerî ya taybet bi Jinê bi navê Yekîneyên Parastina Jin hate avakirin.

YPJ li ser hêmanên Idyolojî fikrî ü Felsefî li ser rêça Parastina Rewa ku di bin sîwana fikr ü felsefeya Netewa Demokratîk de ye, hate damezrandin.

YPJ bi sekna xwe hemü êrîşên li ser tunekirina pîvana gelê xwe ibtalkir, li dijî zihniyeta mêr têkoşiya, lı dıjî tecawiza cinsî ü civakî ya li ser jinê sekinî, wekheviya di navbera jin ü mêr de pêkanî.

Di mentiqê YPJ de şer

Avakirina YPJ nimûneyeke nû ku beriya wê di nav ti civakan de çi Erebî an jî Rojavayî derneketiye. Di şoreşên ku di salên dawî de rabûn ku bi Buhara Ereban hate binavkirin ne gihişte asta bilind ji guhertinan. Lê serkeftina şoreşa Rojava misogerkirin û tevlîbûna jinê bû. Ev tevlîbûn û insiyatîf hemû cîhan matmayî hişt ji ber ku yekemîn gava ku bi cesaret artêşeke Jin avabibe. Ev yek jî di nav civakê de û bi taybet di nav pêkhateyên Ereb û Surayn ku bi kurdan re jiyan dikin xwedî bandoreke pir mezin bû. Ji ber ku doza Kurdî bi doza azadiya jinê ve girêdayî ye ku jê nayê parçekirin, berxwedan bû parçeyek ji cîhana jina kurd, bi vê yekê zilm û binpêkirina mafê gelê kurd hişyariya mezin di jina kurd de afirand ku bi berxwedanî bi artêşbûyîna xwe li dijî êrîşan bi fikrî û leşkerî serî rakir û li dijî êrîşên gırupên terorîst ku êrîşî Rojava kirin bersiv da bi taybet Rêxistina DAIŞ ê, ku YPJ bi sekna xwe ji kiryarê DAIŞ li dijî jinan ji frotin ü kuştin tol rakir û YPJ bû sembola pêşengiya şerê lı dıjî DAIŞ ê ku ev ji hemû cîhanê re isbatkir.

Di serkeftina Hêza YPJ li dijî DAIŞ ji hemû civakê re xuya kir ku jin dikare pêşengiya eniyên şer tevî hemû zor û zehmetiyan bike, ev yek guhertineke civakî pir di derbarê hêza jinê de derxiste holê, ku da diyarkirin ku tewriya beramberî jin ya lewaze û nikare bê bersiv be guhert. Ev yek hişt ku bi sedna jin, jinên ciwan û yên zewicî tevlî nav YPJ bibin. Ev bandorbûyîn ne tenê di kesayeta Jina Kurd de çêkir, lê belê bi felsefeya xwe jinên Ereb û Suryan jî xiste nava xwe. Jinên pêkhateyên din jî xwestin tevlî şoreşê bibin û hebûna xwe isbat bikin, ji ber ku di şexsê YPJ ê de he jinan zanîn ku tevlîbûna nava hêza YPJ de ne tenê ji bo jina Kurd e, lê belê di her alî de û bi hemû jinan re bû alîkar û di nav wan de jınên Aşurî jî hebûn ku jinên Aşurî di destê çeteyên DAIŞ ê de li Girê Şamîran (Til Şamîran) hatibûn esîr kirin, di heman demê de di xelaskirina jinên Ereb de keda bejin bilindên YPJ ê nayê veşartin ku di heremên mîna Şedadê, Hol, Til Hemîs, Ceza, Girê Spî ü Minbic ê , jinên Ereb bi destê YPJ ji tarîtiya DAIŞ ê hatin rizgar kirin. Herî dawî jî di fermana ku li ser gelê Êzîdî de pêkhatî de û bi hezaran zarok û jinên Êzîdî di bazaran de li herema ku wekî paytexta xwe ragihandibû Reqa (Buka Çolê) hatin frotin, di îlankirina operasyona Reqa de şervanên YPJ ji milekî ve û ji milekî din ve jî bi tevlîbûna Yekîneyên Jin ên Berxwedana Şengalê (YJŞ) bı hezaran jin xelas kirin û rizgarkirin. Ev hemû muhra xwe li dîrokê dixin, ji ber wê da ku ji nû ve dîroka jinê ku hatiye winda kirin were nivisîn.

Di nav YPJ de tevlîbûna jinên biyanî jî kêm nema, ku hin ji wan jî bi bandorbûyîna YPJ û rastiya jin canê xwe feda kirin mîna İvana Hovman ya ku bi xwe jineke Almanî ye, ku Şehîd İvana bi banga hevgirtina gelan û pêkanîna Demokrrasiyê hat.

Rastiya şer xwe ferizkir ku jin di qadên şer de derkeve, da ku parastina xak û şerfa xwe bikin, ji ber ku jinan ji hezkirina şer şernekirine, lê ji bo parastin û azadiyê şer kirine. Jina di şer de xweşikbün, jiyan, azadî û hezkirin girêdane bi armanca jiyaneke wekhev, bi edalet bijîn û welatê xwe ji destê terorê rizgarbikin û gelê xwe ji zordariya desthildariya xelas bikin. Di nêrîna jin de jiyan divê li sere esasekî azad be an jî nebe, jina YPJ xwest ku bi felsefeya xwe û têgihiştina xwe nerîna li ser şer bugherîne, ku îro têgîna şer bi dagirkirin, kuştin û talankirinê pêre jî tecrîdkirina mirov ji mirovatî û nefî kirina wî hatiye girêdan û meyzandin.

Bi vê yekê ve girêdayî êrîşên ku gıupên terorî dikin belgenameya vî têgîna şaş e. Hemû şerên ku pêkhatine ji bo armancên xerab bûn ku mirovan li ber çavên xwe nabînin û bi taybet jin ku ew dibûye û hêjî dibe qurbaniya şer ku jin rastî binpêkirinê, êşkence, koletî, windabûn û revandın, tecawiz, firotin, bazirganıyê û girtinê tê û ev yek di şeran de rû bi rûyê jinê tên.

Rêziknameya YPJ

Navê Rêxistinî: YEKÎNEYÊN PARASTINA JIN YPJ”

Sembol: Stêrkek sor li ser xakeke kesk û li derdora stêrkê bi rengê zer navê Rêxistinî kurt “YPJ” nivîsandiye.

Yekîneyên parastina Jin YPJ ew hêzeke leşkerî sereke û niştîmanî ye. Li ser civaka demokrat, Ekolojî, azadiya Jin xeta parastina rewa li djî hemû êrîşên ku rastî civak, gel û jinê tê radiweste, da ku Sûriyeke Demokrat û Kurdistaneke azad avabike.

Li dijî sîstema artêştiya zilam ya desthiladar, sîstema Ola cinsî, qewmî û dewletî ya ku bingeha xwe ji beriya 5 hezar salan digre têkoşîn dike. YPJ hêza rewa a jinê ye û garantiya têkoşîna azadiya jinê dike.

YPJ wekî hêzeke xweser bê ferq û cudatiya di navbera Ol, Ziman, Nîjad û iıns de xwe parastin esas digre, Fermandariya wê ya giştî û hevpar di nav Yekineyên Parastina Gel YPG’ê de heye. Di heman demê de YPJ endameke di nav refên YPG de ye.

YPJ bi hêza YPG ê re biryaran digre, lê biryarên girêdayî wê bi awayekî xweser digre, wê demê lêvegera wê ya biryarê di riya konfirans û civînên berfireh di riya meclîsa wê ya leşkerî de çêdibe.

YPJ xwediyê sîstemekê sê Erkan e ku li ser esasê kantonan heye, YPJ li ser esasê Ketîbeyan û li gorî erkan xwe avadike.

Her endamek YPJ , li ser esasê bidilî, ruhekî netewî û exlaqî, siyaseta parastina bercewendiyên netewî bi têgihiştina parastina rewa, gihştina jinan da ku qeydên koletiyê û kevneşopiyê ku hatine ferz kirin bişkîne da ku li hemberî hemû rewşên tecawiza jin û civakê ya bedenî, pskolojî, çandî û exlaqî bisekine kar û xebatê dike. Mafê xwe yê parastina Rewa bikartîne û hêza xwe ji milê Taktîkên pêvajoyê pêşdixe, displîna xweser di hemû şert û mercan de avadike. Têkoşîn û operasyonan xurt dike, ji bo pêkanîna serkeftinê û avakirina çand û exlaqeke nû di nav civakên Kurdî, Erebî, Suryanî û Asûrî de, karê hevbeş dike.

Her Hemwelatiyek ji kîjan pêkhateyê jin di civakê de be û ji kîjan nîjadê Kurd, Ereb, Suryan yan jî Asurî be, dikare bi xwe biryara xwe bide û li hemberî zehmetî, kevneşopiyan bisekine. Her jinek mafê wê yê tevlîbûna YPJ’ê heye, lê piştî serdana aliyên têkildar û lêvgera navenda YPJ û derbasbûna perwerdeya Birdozî û Leşkerî ji bo hêza Jin YPJ ê tê qebûlkirin û dibe şervanek di nav refên YPJ de.

Piştî endamtiya di nav refên YPJ ê de hemû erk û wezîfeyên ku li ser milên wê dikeve, dike û li ser esasê Parastina Rewa li dijî hemû cureyên êrîşên ku li ser jinê ji kevneşopiya ku hatıye ferzkirim pêk tên têdikoşe. Li ser esasê pîvana azadiya jinê hêzên jin yên pispor û taktîkên demî lipêşdixe, da ku afrîner û alîkar be. Ji mafê wê ye ku cihê xwe di hemû xebatan lı ser esasê perwerdê û tevlîbûna qada pratîkê de bike.

Mekanîzma rêxistinkirina YPJ : Hêza Pêşeng di nav YPG ê de ye

YPJ di nav refên YPG de bi xwesertî xwe birêxistin dike û ev yek di riya sîstema Kota de ku rêjeya ji sedî 40 e , pêktîne û dikare vê yekê zêdetir bike, jı ber ku ew hêza parastina jın li Rojavayê Kurdıstan û Sûrıyê ye û xwe birêxistin dike da ku bibe hêza pêşeng ji hemû jınên cihanê re. Jı ber vê yekê şervanan dighîne asta derbasbûna Akademiyên parastina jın wekî Akademiya Ş.Şîlan a Parastinê“, da ku şervanên jın bighîne asta 11 pîvanên têgihiştina azadiya jin, jiyana azad, têgihiştina cinsî û netewî bi têgihiştineke Ideolojî û Eskerî, qebûlkirina hişmendiya Demokratîk û Ekolojiya azad ji bo avakirina kesayet û xurtkirina aliyê fikrî û pêşxistina hunerê şer, Taktîkên şer, hostekariya Teknelojî li ser pîvana parastina rewa ta gihiştina asta pisportiya Fermandariyê perwerde dike.

13.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً