LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Dewleta Tirk bi erêkirina Rûsyayê mûdaxeleya Sûriye zêde kiriye

Dewleta Tirk bi erêkirina Rûsyayê mûdaxeleya Sûriye zêde kiriye

NAVENDA NÛÇEYAN-Binpêkirinênên Dewleta Tirk li ser sînorê bakurê Sûriyê berdewam dike. Piştgiriyên xwe yên leşkerî di bin navê parastina sînorê xwe de xurt dike û bi heman sedemê jî êrîşa xwe li ser sivîlan dike. Li gorî hevdîtin û daxuyaniyên ku ji aliyê Tirkiye û Rûsya ve têne dayîn diyar dibe ku armanca wan ya li ser parçekirina Sûriye yeke lewra niha jî di rojeva wan de Rojhilatî Firatê heye.

Sînorê Sûriyê ku bûye hedefa dewleta Tirk, dem dem derbarê êrîş û armancgirtina sivîlan de gelek buyer rû didin. Dewleta Tirkiyê bi avakirina dîwar di navbera xwe û Sûriyê de bes nedît, lewra hewildanên xwe yên êrîşkirinê jî her tim tîne ziman û ev jî li gorî daxuyaniyên berpirsên wê de parastina rawa ye. Lê ji bo parastina xwe dewletek di NATO de sivîlan û avahiyan arman digre.?

Dewleta Tirk da ku êrîşên xwe yên li ser Bakurê Sûriyê rewa bike gelek hincetan dixe destê xwe, lê li gorî çavdêrî û şopandina kesên ku hatine hedef girtin hate aşkere kirin ku kesên sivîlin û bê suc dibin armanca dewleta Tirk, Gelo hedefa dewleta Tirk çi ye?

Armancgirtina sivîlan li seranserî Bakurê Sûriyê

Li herêmên bakurê Sûriyê roj an hefte bê armancgirtina sivîlan ji hêla leşkerên Artêşa Tirk ve derbas nabe. Xeta ku di navbera Sûriyê û Tirkiyê bi qasî 911 km ji parêzgeha Latqiyê dest pê dike, bi derbasbûna rojhilatî kantona Hesekê heta sînora Îraqê ve sivîlên Sûriyê dihatin girtin, îşkencekirin, lêdan û rastî kuştinê jî dihatin ji hêla laşkerên Tirkan ve.

Herî dawî jî kiryarên leşkerên Artêşa Tirk li Efrînê binpêkirinên yasayên mirovî yên bê hesab hatin kirin. Di operesyona bi navê Şaxê Zeytûnê de, dewleta Tirk li gorî ku xuya dikir ji bo rizgarkirina sivîl û civaka Efrînî ji zordestiyê ev operesyon li dar xist. Lê pratîka wê ji girtin, îşkence, temsîla bi bedena miriyan, armancgirtina her sivîlek ku dagirkerî qebûl nekirine de xuya bû ku ne aramî û ne jî ewlehî li Efrîn hêşt.

Di derbarê vê mijarê de jî û bi taybet armancgirtina sivîlan li bakurê Sûriyê, rêveberiya beşa Rojhilata navîn di Munazameya Lêborîna Giştî ya Navnetewî ya bi navê Lîn Malûf dema operesyona ku li ser Efrîn dest pê kirine de diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk ji derveyî zagonên navdewletî ne. Malûf di axaftina xwe de berdewam kir û got ku hebûna dewleta Tirk li Efrîn û Sûriyê bi giştî jî ne rawa ye, ji bilî vê yekê jî girtina sivîlan û derxistina wan û koçkirina wan ji herêmên wan rexne kir û got divê Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê nebe. Bi derbasbûna Tirkiyê ji xaka Sûriyê re zagonên navdewletî jî têne binpêkirin.

Tirkiye û Rûsya ji bo Sûriye heman tiştî difikirin

Beriya çend rojan di daxuyaniya Lavrov de xuya bû ku bi van êrîşên Tirkan li ser sînor û armancgirtina sivîlan bê deng in û mudexele jî nayê kirin. Gefa herî mezin li ser parçekirina Sûriyê ji rojhilatî Sûriyê ve dest pê dike, Lavrov bi vê hevokê rawabûn ji Tirkan re vekir da ku rihet êrîşên xwe pêk bîne, her weha dema pêş de jî bikaribe dagir jî bike.  

Di demek wiha girîng de tevî derketina miara Idlibê di vê dema dawî de jî, lê hewildana mijûlkirina raya giştî bi herêmên rojhilatî Firatê ve tê kirin. Bi daxuyaniya Lavrov derdikeve holê ku yekemîn mijara ku bala wî û hevalbendê wî Tirkiyê dikşîne talankirina herêmên aram in.

Weke ku tê zanîn herêmên di bin serweriya Hêzên Sûriyê Demokratîk de heta niha herêmên herî bi aram in û deverên ku ji şerê Sûriyê bi ziyanên herî sivik derketine. Ji bilî vê yekê jî bi hebûna pir pêkhateyan li van deveran xwesteka wan a tevliheviyê û reşkirina wêneyê hêzên wê herêmê tê kirin bi piştgiriyek Rûsî ji Tirkiyê re.

Ne tenê di vê dawiyê de, her weha derbarê şerê Efrîn de jî rawabûn ji hêla Rûsiyê ve hate dayîn da ku ev operesyon dest pê bike.

ÊRÎŞÊN VÊ DAWIYÊ LI SER BAKURÊ SÛRIYÊ

Li gorî çavkaniyan di vê dema dawî de êrîş û piştgiriyên leşkerî yên dewleta Tirk li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê zêde bûye. Bûyerên herî dawî jî vê yekê dide diyarkirin ku eger êrîşek leşkerî jî neyê kirin wê her tim sivîl bêne hedefgirtin da ku tirs di nava sivîlan de belav bibe û bertek li beramberî sîstema heyî derbikeve.

Leşkerên Artêşa Tirk li gundê El Esediyê yê girêdayî herêma Serê Kaniyê li ser sînora Rojava û bakurê Kurdistanê, zarokek bi navê Hemze Şiban ê temenê 17 saliyê di nava erdê xwe ya çandiniyê de kar dikir hate hedefgirtin. Hemen hate rakirin ji nexweşxaneya Serê Kaniyê re, bijîşkên wê derê jî diyarkirin ku rewşa wî ya tenduristî girane.

Di heman çerçoveyê de leşkerên Tirk li noqteyên hember gundên rojavayî Girê Spî di roja yekemîn ji vekirina dibistanan de gule barandin. Mamosteyên dibistanê aşkere kirin ku dema dibistan vekirin û paqjiya wê derê dane destpêkirin leşkerên Artêşa Tirk ew hedef girtin. Di encam de tenê ziyana madî hate dîtin. Lê di nava zarokan de tirs belav bû û malbatên zarokan jî wiha gotin ku ew êdî nikarin zarokên xwe bi aramî rêkin dibistanên welatê xwe ji ber hovîtiya dewleta Tirk.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku beriya vê bi demekê dîsa êrîş bi ser xortekî din ve çêbû li bajarê Girê Spî. Kesê bi navê Xelef El Elî temenê wî 25 salî ye, li hember mala xwe li taxa El Minbetêh a girêdayî Girê Spî erdê xwe de kar dikir, lê ji hêla leşkerên Artêşa Tirk ve hate armancgirtin. Di encam de di lingê xwe ya rastê de birîndar bû û ew birin nexweşxaneya bajêr.

Li kêlek vê yekê beriya vê gula barandina zarokê bi navê Ebdullah Berzan ê 13 salî. Li gundê Xirab Kirtê ya girêdayî navenda Kantona Qamişlo Ebdullah hate gulebarandin ji hêla leşkerên Artêşa Tirk ve. Ebdullah li nava erdê li ber berxên xwe bû dema ku hatiye hedefgiritin. Piştî birîndariya wî hate rakirin û birin nexweşxaneya Ferman a li navenda Qamişlo dikeve. Lê ji ber rewşa wî ne baş bû li vê derê, pêwîstî hate dîtin ku were şandin ji başûrê Kurdistanê re. Niha jî li wan deran dermankirina xwe dibîne.

Her wiha dem dem jî li ser sînor piştgiriyên leşkerî têne rêkirin ji hêla Artêşa Tirk ve. Di van deman li hember bajarê Girê Spî jî piştgiriyên leşkerî yên xort hatine rêkirin. Ew piştgiriyên leşkerî di çerçoveya konvoyiyên leşkerî de ne, di nava xwe de maşîneyên zirxî, çekên giran û bi sedan erebeyên doşka dihewîne.

Ne tenê li herêma Cizîrê piştgirî û armancgirtina sivîlan tê kirin, herêma Kobanê jî ji van êrîş û piştgiriyan b, par nema ye. Beriya vê bi demekê 5 wasîteyên zirxî hatin bicihkirin li hember gundê Aşmê ya rojavayî navenda Kobanê dikeve. Piştî ku hatin bicihkirin, gundên  Xerîb û Kurbenav ên li rojhilatî Kobanê dikevin hatin gulebarandin ji hêla wan wasîteyan ve. Di heman çarçoveyê de gundên Zorava û Kor ve yên li rojavayî Kobanê ne hatin gulebarandin ji hêla artêşa Tirk ve. Lê di herdu bûyeran de ziyanên madî encam dan. Armanca wan ji van êrîşan û gulebarandinan ew e ku sivîl bitirsin û gundên xwe vala bikin û berê xwe bidin derveyî bajarên xwe.

25.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً