LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Berjewendiyên Rûsya û Trikiye li dijî Emerîka dibine yek

Berjewendiyên Rûsya û Trikiye li dijî Emerîka dibine yek

NAVENDA NÛÇEYAN-Bi itîfaqa erêkirî ya rawestandina operasyona li ser Idlibê beramberî çend xalên berjewendiya Rûsya û Tirkiyê, her du alî projeyên xwe yên demê û pêşerojê ji bo herêmên rojhilatî Firatê xêz kirine. Beramberî wan jî komên çekdar ên itîfaq erêne kirine jî çarenûsa wan a teslîmgirtinê di asoyan de belî dikin.

Piştî itîfaqa sê alî ya ku li Tehranê cardî bi navê Sotşiyê di navbera her sê welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îran de hatiye lidarxistin de mijara mûdaxeleya Rûsya bi hevalbenda  xwe ya rêjîma Sûriyê re di wê demê de ji holê rabû.

Ji bo Idlibê çi fikir derketin, Gelo Idlib tenê bû?

Rêjîma Sûriye ku xwest hemû herêmên di bin serweriya komên wekî teror wan bi nav dike ku di nav wan de ASA, Cebhet El Nusra û yên bi ser DAIŞ`ê ve jî hene ji Helebê seyrana çeteyan dest pê kir û heta ku niha seyrana wan ya dawî li kantona Efrînê bû. Komên çekdar ku navenda wan ya dawî ango herêma dawî ku di derbarê wê de ti lihevkirin nehatibû çêkirin, ji aliyê rêjîma Sûriye ve bi zexta li ser Rûsyayê bi motefîka wê Tirkiye re di dema dawî de nêzîkatiyên ku Idlib jî derbas kir encam dan, di vê derbarê de ji bo Idlibê bi razîkirineke Rûsî ya ji rêjîma Sûriye re dê herêmeke bê çek ango herêmeke ku rastî ti êrîşan neyê were xêzkirin.

Herêma bê çek a ku di kongireya çapemenî de encam da û dê ji 10 heta 15 km mesahet be beranberî radestkirina çekên di destê komên radîkal de, di çend xalên girîng de derdikevin pêş:

Erdogan bi hewildana xwe ya bê serûber ber bi hembêza Rûsyayê de çû û rê neda ku lihevkiirn ango têkiliyên di navbera rêjîma Sûriye û Meclisa Sûriya Demokratîk de bigihêje serî, lewra Erdogan bi dayîna hin berjewendiyên aborî ên ji bo Rûsyayê operasyona niha ya li ser Idlibê rawestand.

Potîn jî ji aliyê xwe de parastineke bargeha Himêmîm qezenc kir û ev yek jî di çarçoveya tirsa Rûya ya armancgirtina vê bargehê gelek caran ji aliyê komên radîkal ên ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digerin de, bi vê yekê û bi zexteke Tirkî ya li ser komên radîkal de Potîn vê garantiyê dixe destê xwe.

Ji aliyê komên çekdar ve xuya dike ku seyrana wan ango dê piştî van lihevkirinan navê veguhestinên li wan were kirin bi dawî nebûye. Tirkiyê bi parastina wan komên çekdar ên ku helandinê jî qebûl nakin artêşeke di bin sîwana herêmên Mertala Firatê ango Şaxê Zeytûnê de ava bike. Tişta ku diyar dibe ew kom ji aliyê Tikriyê ve heta dawiyê û heta ku karê xwe bi wan xelas bike dê parastinê bike.

Di esasê her lihevkirinekê de xalên veşartî yên wekî gotinên ku derbas dibin jî hene. Herêma Rojhilatî Firatê ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve li ser zimanê Lavrov û Erdogan ve hate gotin. Lewra bi hinceta şerê li dijî terorê dê ew herêm ji ber kîneke kevin a Rûsya û dijminatiyeke Tirkiyê rastî êrîşan di dema pêş de were.

Derveyî salonên mezin ên lihevkirinan û li paş kamîrê çi heye?

Wekî ku me li jorê jî diyar kiribû ku di esasê lihevkirina sereke ya di navbera Erdogan û Potîn de ji derveyî herêma bê çek, radestkirina çekên giran ên di destê wan komên çekdar de bi garantiya Tikriyê ye. Lê di rastiya xwe de û li gorî daxuyaniyên ku ji aliyê berpirs û fermandarên leşkerî yên wan komên çekdar de derdikeve hate aşkerekirin ku ti xalek wiha ya lihevkirinê bi komên çekdar re nehtiye vegotin. Komên çekdar ên ku bi êrîşa li ser Idlibê xwe amade kiribûn baweriya wan zêde bi Tirkiyê nayê lewra li gorî çavkaniyên taybet ên li herêmên di bin seweriya dagirkeriya Tirkiyê de civînên girtî bi komên çekdar re têne lidarxistin.

Koma çekdar a bi navê El Ketîbe El Xedra ya di bin sîwana Ensar ElDîn a bi ser DAIŞ ve li ser zimanê fermandarê wê yê bi navê Omer seyf hate aşkerekirin ku ew itîfaqa li ser Idlibê red dikin.

Ji derveyî berteka ku ji aliyê komên çekdar ve derkete holê, ji aliyê her du welatên Rûsya û Tirkiyê ve li ser rojhilatê Firatê lihevkirin encam daye, di vê derbarê de dê operasyonek mûhtemel a li ser Minbicê li rojhilatî Sûriye heye. Tikriyê ku xwest bi motefîka xwe Emerîka re li ser Minbicê lihevkirin bike û bi saya Tikriyê ew herêm were vebirin û bi ser herêmên Mertala Firatê ve werin spartin bi ser neket. Emerîka xwedî leşker û bargeh e li wê herêmê lewra ji bo Tirkiyê derfeta hinceta wê pêk anî ya ku ewlekariya sînorê wê ye û ev yek jî bi dewriyeyên sînorî ku heta niha jî berdewam dikin pêk hat, lê li gorî ku diyar dibe niyet derdikeve û aşkere dibe Tirkiye vê carê beranberî ku di demên pêş de Idlibê teslîm bike û bargeha Rûsya her weha bercewndiyên Rûsya yên aborî pêk bîne dê bi erêkirineke Rûsî berê xwe bide herêmên rojhilatî Firatê ku hebûneke Emerîkî bi hêz li wir heye, Di derbarê berteka Emerîka de tu daxuyanî derneketine lê li gorî ku diyar dibe li beranberî nêzîkatiya şêrîn û ya dostên demê ya Rûsya û Tirkiye Emerîka dûr dikeve û tengasiya di navbera welatên Emerîka û Tirkiye kûrtir dike.

(Rêvana Mêrxas)

26.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً