LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk û çeteyên wê her ku diçe asta êrîşa xwe ya li ser heremên Bakur û Rojhilatî Sûriye zêde kirine, di vê çarçoveyê de revandina sivîlan û polîtîkaya qirkirina gelê Kurd di hundirê herêma Efrîn de berdewam dike.

Di 22’ê Îlonê de artêşa Tirk û çeteyên wê wêneyên ala xwe li ser dikanên kurdên Efrînê wênsaz dikin bi armanca guhetina demografîk.

Di 23’ê Îlon de

Çeteyên dewleta Tirk welatiyê Weqfî Birahîm Şawîş (80) di bin îşkencê de wî kuştin ku wî bi kehrebiyê işkence kiribûn ji gundê Cima ya navçeya Şêra.

Artêşa Tirk vê carê welatiyê bi navê Basim Xelef El-Elî (25) dema ku di nava zeviyên xwe yên li taxa El-Munbetih a bajarê Girê Spî dixebitî, kir hedef. Welatî ji lingê xwe birîndar bû.

Artêşa Tirk û çeteyên wê darên çiyayê Satiya ya girêdayî navçeya Cindirêsê şewitandin.

Leşkerê artêşa Tirk bi 5 wesayîtan nêzî gundên Aşmê û Tarama yên rojavayê bajarê Kobanê û bê serûber gule li gund reşandin. Hate diyar kirin ku leşkeran ji du maşîneyên leşkerî gule gundê Zorava û Koralî jî reşandin. Her wiha hate ragihandin ku artêşa Tirk gundên Xerbî yê dikeve rojava û Kerbenav ên ku 15 km dikevin rojhilatê bajarê Kobanê jî dike hedef.

Di 25’ê Îlonê de

Çeteyên li Efrînê welatiyên resen ên Efrînê neçarî firotina erdên wan bi buhayekî erzan dike û ji aliyê malbatên ku ji gundewarên Şam, Humis û Deraayê hatine ve tên kirîn.

Welatiyê bi navê Selahadîn Bîlal ê ji gundê Çençeliya yê herêma Racoyê, diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê mal û milkên wî desteser kirine û diyar kir ku dest danîn ser zeytûnan û radestî meclisa ku bi xwe avakirine, kirin.

Çeteyên ku li Efrînê bicih dibin welatiyê bi navê Ebdû Reşo yê (29) salî ji gundê Cedîde ya girêdayî cindirêsê bavê 3 zarokan revandin û wî birin cihekî ne diyar.

Çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Nîzar Hisên Nesû ji gundê Merate ya girêdayî Efrînê xwediyê dikana cilan hatiye veguhestin zindanên Tirikya yê.

Di 27’ê Îlonê de

Leşkerên artêşa Tirk gundên Zeira, Hiyamo, Elî Karo û Xelîlko yên navçeya Bilbilê ku li ser sînore, ji niştecihên wê vala dikin û da ku gund veguherînin herêmeke leşkerî. Her weha artêşê qeweta leşkerî li gundên navborî bi cih dikin.

Çeteyên koma “Furqet El-Hemzat” ya ser bi dewleta Tirk ve jina bi navê Gulê Xelîl ya 45 salî û keça wî Xezala Selmo ya 18 salî ji gundê Burc Ebadlo yê navçeya Şêrawayê revandin û birin cihekî ne diyar.

30.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً