LEZGÎN
الرئيسية / Jin / DAIŞ Xwe Bi Kuştina Sivîlan Xurt Dike

DAIŞ Xwe Bi Kuştina Sivîlan Xurt Dike

NAVENDA NÛÇEYAN– Careke din herêmên di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê de rastî kuştinê tên. Di xelekên dawî yên çeteyên DAIŞ`ê de li Sûriyê, ji nû ve hewildana xwe xurtkirin û çalakiyên xwe bi awayekî aşkere belavkirin tê pêşxistin ji aliyê çeteyan ve, da ku bidin xuyakirin ku heta niha li ser lingên xwe ne, lê rastiya wê tam ters e.

DAIŞ`ê ku tenê bi bîrxistina navê wê tirs di nava sivîlan de belav dikir, gihîştiye xeleka xwe ya dawî li Sûriyê. Bi nêzîkbûna dawîbûna wê hewildanên xwe dike da ku xwe ji nû ve xurt bide nîşandan. Di vê demê bi teybet piştî ku derbeyên giran ji hêla HSD`ê ve xwar û ber bi dawîbûnê ve diçe, çalakiyên xwe ji nû ve derdixe û belav dike.

Ev rêxistina ku bi terora xwe ya bê dawî tê naskirin, hovîtiya xwe di kuştina mirovan de dîsa derdikeve pêş. Çeteyên ku bi çekê ol fêr dikirin û bi hêzê sivîl tevlî xwe dikirin di sala 2018`an de dighîne dawiya xwe.

Êrîşa li ser Siwêda û ziyanên wê

Di dîroka 26.Rezbera 2018`an de çeteyên DAIŞ`ê êrîşek tund bi ser parêzgeha Siwêda ya Sûrî ve anî. Ev êrîş ji xurtbûna armancgirtina çeteyên DAIŞ`ê ji hêla Rûsan û hevkarên wê ve bi ser wan ve, weke rêfleks derket holê. Êrîşên wan jî ne tenê li ser gundekî bû, di heman demê de teqînek jî pêk anî bûn. Encama êrîşa çeteyan bi ser gundê Şebkî ya girêdayî Siwêda 53 kes hetibûn kuştin û nêzî 30 kes  ji welatiyên gund hatibûn revandin.

Li kêlek vê yekê bi êrîşa li ser gundê Şebkî ya girêdayî parêzgeha Siwêda ve revandina sivîlan jî derket holê. Sivîlên ku hatine revandin hejmara wan 47 kes bûn ji nava wan de 14 jin bûn, 16 zarok û 17 zilam. Ji nav wan jinên ku hatine revandin jî yên temen biçûk jî hebûn. Piraniya dîlên ku bi destê DAIŞ de ne niha ji du malbatên durzî yên mezin in li gundê Şebkê ne.

Her wiha di encama teqînekê de li navenda parêzgeha Siwêda de zêdetirî 250 kes hatibûn kuştin û bi dehan sivîlên herêmê birîndat ketibûn.

DAIŞ bi van çalakiyên xwe dixwaze ji dunyayê re ragihîne ku heta niha bi hêz e û li ser lingên xwe radiweste. Ne tenê li herêma Siwêda, her wiha li deverên aram ên ku li bakurê Sûriyê dikevin, hewildana tevliheviyan û xirakirina aramiya wan herêman bi teqînan tê kirin.

Her tim Herêmên Kêm Netew û Ol Têne Armancgirtin

Çateyên DAIŞ`ê her tim êrîşên xwe li ser herêmên olên cuda û netewên cuda dike û hewildana guhartina çanda wan û binpêkirina nirxên wan dike. Weke ku parêzgeha Siwêda bi pêkhateya Durzî tê naskirin û ji dîrokê ve tê zanîn ku ev ol û pêkhate şaxek ji şaxên Ismayîliyetê ye. Her wiha weke ku çawa çatayên DAIŞ`ê êrîşa xwe birin ser Şengala Êzîdî di sala 2014`an de, heman êrîş anîn ser parêzgeha Siwêda û sivîlên wê jî heman bûyer li wan qewimandin.

Hin çalakvanên Siwêda jî ragihandin ku ev êrîş piştî ku ji destpêka şerê Sûriyê sivîlên vê herêmê ji şer dûr bûn û di vê dawiyê de rêjîma Sûriyê hat û derdor 50 hezar ji ciwanên herêmê xwestin ku leşkertiya mecbûrî bikin, ev êrîşa hovane pêk hat. Tê wateya ku ev êrîş di encama sistahiyekê de ji hêla Artêşa Sûriyê ve hate kirin.

Dîsa Jin û Zarok Dibin Qurban

Bi êrîşên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê armanca wan ji bilî xirakirin, tunekirin, kuştin û talankirinê, her tim armancgirtina jin bû. Bi her awayî dixwestin ku jin bikeve û bê şikandin, herî dawî jî li Siwêda ev derket pêş. Piştî dîlgirtina sivîlan, çeteyên DAIŞ`ê wêneyên wan jinan kişandin bi cilên spî û li pişta wan jî ala DAIŞ`ê û li ser malperên xwe belav kirin.

Di heman çerçoveyê de piştî wênegirtina wan jinan bi rojekê dîmenek a jina bi navê Sû`ad Edîb Ebû Emar hate belavkirin. Naveroka wê dîmenê ew bû ku rêjîma Sûriyê êrîşa xwe li ser çeteyên DAIŞ`ê rawestîne û dîlên wan bêne berdan da ku sivîlên gundê Şebkê berdin, eger bi ya ku ew dixwazin jî nebe çete wê jin, zarok û xortên bi destê wan de bikujin.

Di vê dawiyê de jî gefa xwe pêkanîn li ser sivîlan. Keça 25 salî hate kuştin û bi dîmen jî hate belvkirin li ser malperan. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê wêneya keça hatiye kuştin rêkirin ji komîteya dan û standinan di navbera wan û Durziyan de. Bi rêkirina wêneya keça hatiye kuştin ve, çeteyan diyar kirin ku eger tiştê dixwazin pêk neyên dê dîlên li gel xwe hemûyan bikujin.

Sivîlên herêmê dîsa ji bo munazameyan û saziyên mirovahî yên navdewletî bangên xwe nû kirin da ku van dîlan ji destê çeteyên DAIŞ`ê xilas bikin û wan vegerînin mala xwe. Lê guhgirtina li beramberî sivîlên Sûriyê û pêkhatiyên wê dubare dibe li cîhanê.

 

Rojev24

04.10.2018

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً