LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Xewnên Osmaniyan ên veşartî…

Xewnên Osmaniyan ên veşartî…

NAVENDA NÛÇEYAN– Çavberdan, xewn û xeyalên Osmaniynan bi dawî nabin, hewildanên wan bi vegera xwe û dagirkirina rojhilata navîn ji nû ve derdikevin pêşiya riya gelan û welatan.

Di aloziya Sûriyê de ya ku di bin navê şoreşa gelan de rabû, her wlatekî xwest tê de lingên xwe ava bike, da ku li rojhilata navîn a nû hakim bin û li ser riyên bazirganiyê kontrol bikin. Îran bi xwesteka xwe ya temamkirina hîlala Şi`î û vegera dewleta Sefewîyan, Tirkiyê bi vegera xewna xwe ya imperetoriya Osmaniyan, Rûsiya ji bo hilbijartina xetek nû ya gazê û Emerîka ji bo rê li pêşiya Rûsan û projeya wê girtin.

Di van demên dawî de daxuyaniyên dewleta Tirk derbarê herêmên rojhilatî Firat û Minbicê de zêde bûne, bi taybet piştî bi dawîbûna operesyona bi navê Şaxa Zeytûnê. Her wiha li kêleka vê yekê daxuyaniya wezareta vaguhastinê ya Sûriyê derbarê ji nû ve avakirina parêzgeha Helebê de, bala Tirkiyê kişand. Bi destpêkirina vê projeyê dewleta Tirk xwesteka xwe ya dagirkirina Helebê da xuyakirin.

Her hêzek hegemonîk ji bo berjewndiyên cur be cur derbas xaka Sûriyê bûne û xwe tê de bi cih kirine. Dewleta Tirkiyê bi serkêşiya Erdoxan di van demên dawî de bi sedema ku ji bo parastina sînora xwe, bi destpêkirina operesyona li ser Efrîn, Tirkiyê gefên xwe davêtin li ser Minbic û riya diwalî jî ya ku bakur heta başûrê Sûriyê dighîne hev du. Wiha dida xuyakirin ku ev operesyon li cihekî tenê nasekine û wê hewildanên xwe ji bo firehkirina serweriya xwe berdewam bike.

Heleb, Riya Gazî Intab û niyeta veşartî

Heleb parêzgeha Sûrî ya ku bi paytexta aboriyê tê naskirin, çavberdana her welatekî hegemon û seyrmeyedar tê de heye da ku serweriya xwe li ser aboriya Sûriyê hakim bike. Ne tenê weke aboriya Sûriyê dikare bigire bin kontrola xwe de, heta aboriya welatên derdor jî weke Libnan, Urdun û heta ber bi Îraqê ve dikeve bin serweriya kesê riya diwalî bigire dest de. Deriyên ku bazirganiya Sûriyê bi gelemperî pê bimeşe du derî ne. Ew her du derî jî yek ji bakur-başûr Sûriyê û ya din jî rojava-rojhilatî Sûriyê ye têne destpêkirin û bi dawî dibin.

Bi awayekî ne vekirî her tim dewleta Tirkiyê niyeta xwe di parêzgeha Helebê de dide xuyakirin, bi navê xewna bav û kalan dixwaze Helebê weke dema berê ji nû ve vegerîne, lê tiştê ku bala mirov dikşîne çima heta niha bi awayekî vekirî qala Helebê nake??

Heleb bi dîroka xwe ya kevnar tê naskirin û rola xwe di nava aloziya ku Sûriyê jiyan kiriye di nava heft salan de bi dengvedaneke mezin hate naskirin. Bi destpêkirina rabûna gel li parêzgeha Helebê tevlihevî bi awayekî mezin di nav de çêbûn. Her wiha dewleta Tirk bi awayekî rasterast bi komên çekdar re yên ku derbas Helebê bûn, bû alîkar. Tirkiyê bi her awayî bû alîkar da ku bi riya wan komên çekdar serweriya xwe bike. Şerên herî giran bi serkêşiya komên çekdar hate kirin, tabî bi piştgiriyek Tirkî. Heta sala 2016`an de bi piştgiriyek Rûsî û hevkariyek di navbera dewleta Sûriyê û milîsên Îranî ew herêm hatin rizgarkirin.

Guhartina Berê Tirkiyê

Her tim di bala Tirkan de bû ku Heleb û girîngiya wê û destgirtina wê, lê ema di sala 2016`an de navê wan koman hate guhartin, di bin navê Mertala Firatê de hatin bi navkirin û Babê kete bin kontrola wan hêzan de li beramberî Helebê. Bi guhartina navê wan koman ne tenê weke guhartina nav mirov lê meyze bike, heta em dikarin bêjin jî qîblenameya Tirkiyê jî hate guhartin ber bi herêmên Firatê ve.

Projeya Ji Nû Ve Avakirina Helebê

Di heman çerçoveyê de wezîrê veguhestinê li Sûriyê yê bi navê Elî Hemûd anî ziman ku wê di van deman de li ser pêşxistin û sererastkirina riyên bazirganiyê yên girîng li Sûriyê kar bikin. Projeyên bingehîn ew in ku (bakur-başûr) ji sînora Tirkiyê (riya Gazî Entab) heta sînora Urdunê (Nesîb) û ya din jî (rojava-rojhilat) ji Tertosê heta sînora Îraqê ye.

Her wiha di projeya yekemîn de bi pêşniyareke fermi ji aliyê Tirkiyê ve hate kirin ku di riya bakur-başûr de bibe alîkar di projeya ji nû ve avakirinê de. Lê dewleta Sûriyê ev tişt red kir û razî nebû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta eger Tirkiyê weke hêzeke leşkerî ne di nava Helebê de be û di nava projeya ji nû ve avakirinê de cih negirt, bi bazirgan û tucarên Helebê yên li Entab, Rihanî, Stenbûl û Izmîrê dikare di nava Helebê de xwe bi cih bike û ava bike. Dema destpêkirina şerê Helebê ev bazirganên mezin derbas Tirkiyê bûn da ku parastina karê xwe bikin, bi demê re di navbera van de hevkariyek hate avakirin.

Piştî rizgarkirina Helebê ji komên çekdar ên girêdayîn dewleta Tirk, biryara vegera welatiyan hate dayîn, ji ber ku weke me anî ziman Tirkiyê nikare bi awayekî rasterast û weke hêzeke leşkerî derbas nava Helebê bibe, li ser perwerdekirina van tucar û bazirganan kar kir.

Bi zimanekî dîtir ev zêdetirî şeş salên wan li Tirkiyê ne û li gorî berjewendiyên herduyan her wiha çavdêrî û çavkaniyan ev kesên xwedî girîngî di nava civaka Sûriyê û Helebê bi taybet de hatine perwerdekirin li ser destên istixbarata Tirkiyê, da ku bibin bingehek ji Trikiyê re li Helebê. Ji ber van sedeman eger ev kes vegerin jî bê guman û bi awayekî aşkere wê bibin ajanên dewleta Tirkiyê.

Li beramberî vê yekê hêzên hegemon ji bi destxistin û vegera xewnên Tirkiyê wê raneweste. Ji ber ku her hêzek seyrmeyedar dixwaze hebûna xwe di vê parêzgehê de xurt bike û maynde bike.

 

Raperîn Gerzan

Rojev24

04.10.2018

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً