LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / “Kesê ku dixwaze rastiya Tirkiye bibîne bila biçe zîndanan”

“Kesê ku dixwaze rastiya Tirkiye bibîne bila biçe zîndanan”

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk di bin navê parastina hundirîn de binçavkirinan der heqê zane û hiqûqnasê civaka wê de didomîne. Piştî derbeya 2016`an a ku weke lîstokekê bû da ku hikumet serweriya xwe rewatir û berfirehtir bike zîndanên Tirkiyê êdî têrê girtiyan nake.

Di van demên dawî de û bi taybet piştî derbeya 15`ê Tîrmeha 2016`an de girtina sivîlan bi awayekî bê ser û ber di nava Tirkiyê de belav bûye. Her weha hatibû diyarkirin ku wê 37 zindanên nû di nava pênc salan de ava bikin, lê ji wê hejmarê zêdetir jî hate avakirin di vê salê de. piraniya kesên ku têne girtin jî bi karên ku rastiya rewşa heyî ya dewleta Tirk û herêmê derdixin holê ne. Ew kes jî weke rojnamevan, mafnas, siyasetmedar û çalakvanin. Di nav wan girtiyan de jî jin û zarok jî hene.

Wezareta Dadê hejmara girtîhgehan da

Wezareta Dadê ya Tirkiye herî dawî ragihand ku di nava zindanên wê de 230735 kes hene. Her weha Wezîrê Dadê Ebd El Hemîd Çol anî ziman ku di sala 2018`an de 45 zîndanên nû vekirine ji ber ku hejmara girtiyan zêdetir bû û gihiştiye 275 hezar kesî. Ew zîndanên nû jî ode ne û ji bo 2 heta 3 kesan têrê dike.

Niha hejmara giştî girtîgehên li Tirkiyê dighêje 384, ji nav wan 298 girtîgehên girtî ne û 70 vekirî ne. Ji nav wan hemûyan jî 7 ji bo jinan girtî ne û 5 vekirî ne û 3 zîndan jî ji bo zarokan e.

Li gorî lêkolînên cîhanî jî niha dewleta Tirk li ser asta dewletên Ewropî di asta sêyan de ye bi hejmara xwe ya girtiyan. Yekemîn dewleta Emerîka ye, piştre Rûsiye cihê xwe digire. Piştî wan herdu welatan jî Tirkiyê dikeve sirê.

Bi hatina AK partî rewşa zîndanan hate guhartin

Roj bi roj hejmara girtiyan di nava zîndanên Tirkiyê de zêdetir dibe. Piştî hatina AK partî li ser desthiladariyê rewşa zîndanan ber bi xirabûnê ve çûn. Rojnamevanên ku bê alî kar dikirin dihatin binçavkirin û çalakvanên siyasî dihatin girtin. Her weha li gorî ku ew dibêjin partiya Gelan HDP têkîliyên xwe bi hin aliyên ne rewa re heye, parlementorên wan di serî de Selah El Dîn Demîrtaş de bin çav kirin.  

Ji destpêka meha Mijdara sala 2017`an de derdor 228993 kes hate girtin û ev hejmar li ser 384 zîndan hatin belavkirin. Ji ber ev hejmara zêde derdor 2000 kes di nava van zîndanan de mecbûr dimînin ku li ser erdê razin ji ber ku cih têrê nake. Hejmara herî zêde jî ya ku ev zîndan digirin nava xwe ve 207279 e.

Ji aliyekî din ve hate aşkere kirin ku rewşa zîndanan a tenduristî jî êdî ne baş derbas dibe. Hawaya ku tê de girtî dimîne dibe encama mirina kesên girtî. Di enacama îşkenceyê jî ev zîndan dibin goristan ji bo van girtiyan. Li gorî bijîşkê ku tê wan deveran û girtiyan jî dibîne, divê kesê nexweş bêne derxistin û bêne dermankirin. Lê ev tişt nayê dîtin di nava wan zîndanan de û guh nadin nexweşiyên girtiyan heta dighînin astek xeter ji nexweşiyê û di encam de jiyana xwe ji dest didin. Di van du salên dawî de jî 2300 kes jiyana xwe di nava zîndanên Tirkiyê de ji dest dane û ew jî ji ber îşkence û nexweşiyan.

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan hate diyarkirin ku 1154 girtî di nava zîndanan de nexweş in û divê ji wan hejmaran 357 kes derbikevin da ku dermankirina wan bê kirin.

H.R rewşa zîndanan dinirxîne

Kesê bi navê (H.R) ji navçeya Lîcê ye, ji rojnamevanê me re diyar kir ku di nava zîndanan de her cureyê îşkenceyê têne kirin. Bi xwe ev kes di nava pênc salan de li 11 zîndanan hate gerandin û bi tewana piştgiriya HDP`ê hatibû binçavkirin. Di dema girtina wî de behsa îşkenceyên ku di zîndanê de rastî wê hatiye kir û wiha gort: “Îşkenceyên ku ez rastî wan hatime derveyî mafê mirovan in, ji her awayî îşkence bi ser me ve anîn, danîna cilan, eletrîk bi kar tanîn, ava sar û germ û hwd, rojane ev îşkence bi ser girtiyan ve dihatin. Her weha li gor hin kesên ku di wan zîndanan de ji min re digotin ku hin kes di bin îşkenceyê de dimirin”.

Li gorî ku H.R dîtiye piraniya kesên ku hatine binçavkirin û di nav wan zîndanan de rastî bê heqiyê tên çalakvanên siyasî û rojnamev in. ji bilî vê yekê hin zîndan jî hene taybet ji bo jinan û zarokan hatine avakirin.

“Kesê ku dixwaze rastiya vê welatî bibîne bila biçe zîndanan”

Cîgerê Serokê Partiya CHP`ê Tîkîn Bîncol di axaftina xwe de diyar kiribû ku “Kesê ku dixwaze rastiya vê welatî bibîne bila biçe zîndanan”. Bîncol da xuyakirin ku ev welat êdî ji bo pêşketina febrîqe û dezgehên xwe kar berda ye, tenê ji bo berfirehkirina zîndanên xwe kar dike.

Bîncol di axaftina xwe de berdewam kir ku lêkolînek taybet li ser rewşa zînadanan çêkiribû û diyar kir ji destpêka 2002`yan ve ji sedî 285 rêjeya girtiyan zêde bûye. Ji destpêka derbeya 15`ê Tîrmehê, zêdetirî 3432 mirov di zîndanê de bi sedemên cuda cuda jiyana xwe ji dest dane. Heta niha jî sedî 44 kes ji rêjeya giştî li benda dadgeha xwe ne.

Tevgera rojnamevanan li Tirkiye bi sînor e

Rojnamevanê Tirk ê bi navê Tonga Ogrîtîn di şevek meha Berfanbara 2017`an de tê binçavkirin. Bi danê êvarê êrîş mala Ogrîtîn kirin û ew girtin. Ev rojnamevan heta 24 rojan li odeyekê derdor 10 gavan de bû tevî 4 kesên dîtir. Di wir de ji ber ku hemam (cihê ser şûştinê) nîn bû ji mecbûrî bi ava vexwarinê ser çavên xwe, lingên xwe û destên xwe dişûştin. Her weha dem dem ew dihatin çavdêrîkirin da ku bizanibin eger babetên qedexe bi wan re têne dîtin an na.

Piştî wê Ogrîtîn weke rica ji wan kir ku wî bibin zîndanekê ji wir cuda. Heta deh mehan jî di zîndanê de ma û derket. Lê piştî ku derket jî di astengiyan re derbas dibû, qedexeya derketina ji Tirkiye li ser heye, her weha tişt û amûrên wî yên kesayetî weke (laptop, aypad û dosyên karê wî) nehatin vegerandin, ji ber vê jî dibêje muzîk û zimanê min vegerînin.

Jin û zarok jî di zîndanê de bê par nemane

Çavkaniyên taybet dane zanîn ku girtîgehên Tirkiye bi jin û zarokan jî tijî bûne, heta gihîşt asta ku girtîgehên girtî ji bo jinana ava bikin. Jinên ku ji bo mafên mirovan behs dikin têne binçavkirin, jinên ku behsa azadiya ragihandinê dikin têne girtin û hwd bûyerên ku di nava kolanên Tirkiyê de diqewimin.

Komîteya Mafên Mirovan da diyarkirin ku derdor 17 hezar jin di nav wan de dayîk û zêdetirî 800 zarok di nava girtîgehên Tirkiyê de hene. Di nav wan dîwaran de jî şidet û îşkenceyê bi her awayî dibîne û rast tê.

Heta rewşa tundiyê gihişt ku eger hevjînên wan bêne gel wan, ew jî wê bêne girtin. Di hin astan de jî zarok ji dayîkên wan têne dûrxistin da ku ew dayîk li gor dilê wan vegotinên xwe bêje.

17.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً