LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Malbata Bîro bi işkenceyê hatiye kuştin

Malbata Bîro bi işkenceyê hatiye kuştin

EFRÎN- Dewleta Tirkiyê ya dagirker tevî komên pê ve girêdayî kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê li Herêma Efrîn berdewam dike. Kuştin, lêdan, talakirin, îşkence û hwd li ser sivîlên ku di hundir Efrîn de mane heta niha bi awayekî bê navber têne kirin.

Bi ketina dewleta Tirk û çeteyên bi ser ve herêma Efrîn, Artêşa Tirk û komên çete yên ku ji 30 hezar çekdarî pêk dihat, dest bi kiryarên dagirkirinê kirin. Heta bûyerên herî dawî ku sivîlan birevînin û li beramberî ku wan berdin fidiye (pere) bixwazin da ku bi saxî bêne berdan, lê ev car bi kuştinê bi dawî bû.

Malbata Bîro ne bi mayînê hate kuştin

Di buyera kuştina malbata Bîro de destpêkê agahî hatin parvekirin ku ew malbat di encama mayînekê de hate kuştin, lê piştî derketina wêneyên ji herêma Efrînê hate aşkere kirin ku ew ne di encama mayînê de hatine kuştin.

Ev malbata ku duh danê sibehan hatin kuştin, ji sê kesan pêk tê, bav û zarokê wan. Mihemed Bîro û hevjîna wî bi navê Tolîn Bîro ya ku dibe di heman demê keça apê wî û zarokê wan bi navê Can Bîro ji gundê Şêxorza jorîn ê girêdayî navçeya Bilbilê ne.

Di lêkolîna vê buyerê de hate bidestxistin ku ev malbat ji ber kiryarên dagirkeran berê xwe dan derveyî Efrîn û xwestin xwe xilas bikin, lê cardî bûn qurbaniya zilma ku li ser wan hate kirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku ev ne cara yekemîn bû ku Mihemed Bîro ji Efrîn derdikeve.

Ji bo pereyan ew kuştin

Mihemed Bîro xwedî kargehên dirûtina cilan bû li Efrînê. Rewşa wî ya aborî jî baş bû, ji ber wê jî rastî gefan dihat ji hêla çeteyên Ehrar El Şerqiyê ve. Ji bo girtina pereyan demekê rastî gefên giran dihat ji hêla van çeteyan, ji ber biryara derketinê ji Efrîn tevî malbata xwe hate girtin û kuştin.

Li gorî jêdera me di hundir Efrîn de jî beriya ku bêne kuştin bi demekê pere bi qedera 2 milyonan dabû Ehrar El Şerqiyê, lê dîsa dev jê bernedan û xwestin wî bêtir bi kar bînin. Lê Mihemed û malbata xwe negihîştin ku birevin ji ber gefên wan û xwe xilas bikin. di dawiyê de çeteyên Ehrar El Şerqiyê ew û malbata wî girtin. Çavkaniyan dane zanîn ku beriya kuştina wan 3 rojan berê di destê çeteyan de bûn.

Malbat girtî bû û delîl şivane

Her wiha jêder wiha berdewam kir ku têkîliya wan bi malbatê re ev sê roj in qut bibûn û herî dawî wêneya wan derket ku mayîn bi wan de teqiya. Lê eger ew wêne baş lê bê meyzandin, xuya dibe ku rastî îşkenceyê hatine, ji bilî vê werîs jî di wêneyê de xuya dibe. Ev tiştên ku xuya dibin ku ev malbat rastî îşkenceyê hatiye beriya ku bêne kuştin li ser destên Ehrar El Şerqiyê.

Her wekî din teqandina mayînan insan parçe dibin û bi awayekî ne sîstametîk belav dibe, lê li gor şivanek ji gundê Kîmarê ya girêdayî navçeya Şêrewa da diyarkirin ku, dema pezê xwe derdixist bi danê sibehê rastî bûyerê hatibû ku ew malbat dema anîn û danîn ser rê bi erebeyek Skoda rengê spî, wê demê jiyana xwe ji dest dabûn û hemen li wir bombeyek teqandin da ku bi wê rengî bidin nîşandan ku mayîn bi wan de teqiya.

Dawiya kiryarên wan û xwestina wan a pereyan kuştina malbatek bê guneh li beramberî bê dengiya navdewletî û saziyên mirovahî bû.

23.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً