LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Berzanî soza alîkariya encûmena MÎT ê ya li Efrînê da

Berzanî soza alîkariya encûmena MÎT ê ya li Efrînê da

NAVENDA NÛÇEYAN –Şandeya xelasiya Efrîn a bi ser Tirkiye ve bi serdanekê hevdîtinê bi Berzanî re dike û soza alîkariyê ji wî digrin. Encumenê diyar kir ku çalakiyên li Efrînê rê li ber xizmetên wan digre.

Duh di 23 ê cotmehê de li Selahidînê Serokê PDKê Mesûd Berzanî pêşwaziya şandeyeke ji endam û berpirsên encûmena MÎT ku li Efrînê hatine erkdar kirin kir.

Derbarê vê serdanê de ji aliyê berpirsên PDK ve hate gotin ku Serok Berzanî daxwaza hevdîtinê bi wê encumenê re kiriye. Rayedarên PDK nexwestin naveroka civînê bi me re parve bikin û ew jî ji ber siriyeta civîna wan bû.

Li gorî ku li ser dezgehên çapemeniyê hate aşkere kirin şandeya bi navê xelasiya Efrîn ku li Entabê hatibû avakirin pîrozbahî li Berzanî kirin ku lîsteya PDK di hilbijartinan de biserket. Şandeyê ji bo serkeftina PDK kêfxweşiya xwe diyar kiribû û hêviya destekdayînê ji Berzanî xwestibû ku hêviyên wan mezinin.

Şandeya encûmena xelasiya Efrînê ji endamên wê ên bi navê Fozî qedûr, Hikmet şikakî, Elî Reûf, Ibrahîm korêş, Ferîd reşîd, Riyad mislim û Arif hebeş pêk dihat.

Şandeyê ku xwestibû rastiya tişta ku li Efrîn tê jiyan kirin bi Bezarnî re parve bike. Aşkere kiribû ku ew di Efrînê de karê xwe pêk tînin û heta dawiyê karên xizmetwizariyê ji pêkhateyan re dike û encumenê pêkhateya Kurd taybet bi lêv kiribû. Her weha şandeyê anî ziman ku çalakiyên li bajarê Efrînê têne kirin tenê li ber xizmetên wan dibine asteng.

Şandeyê di axaftina xwe de bal kişandibû ser tevgera hêzên YPG ên di nava Efrînê de.

Ji aliyê xwe ve Berzanî piştî ku li şandeyê guhdar kiribû bû soza alîkariyê bi wan re li kêleka Tirkiye dabû da ku karê wan aktîv bike.

ARK encûmena bi ser MÎT ê ve rewa dike

Kenala ARK ya ku weşana xwe ji herêma Kurdistanê dike ji dema derbasbûna dewleta Tirk û çeteyên wê ve û kiryarên wan ên der heqê sivîlan de, erê dike û bi rêze nûçeyan ku li gorî çavkaniyên me ên di Efrîn de dûrî rastiyê ne encumena xelasiya Efrîn ku li kêleka çeteyan disekine rewa dike. ARK di nûçeya xwe ya herî dawî de rê ji hatina şandeyê re vekir ku di 20 Cotmehê de diyar kir ku encûmena sivîl a li Efrîn li bajar bi rêxistina Tirkî ya bi navê AFAD re alîkarî li ser malbatan belav kiriye.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku kenala ARK perpektîvên xwe ji istixbarata Tikriye digre û di rêzê nûçeyên xwe de da ku kurdan bixapîne propoxenda encumena ji aliyê MÎT ve hatiye avakirin dike.

24.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً