LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN– Di hefteyên derbasbûyî de êrîşên dewleta Tirk li herêmên di bin serweriya wan de berdewam dikir. Di çerçoveya gulebarandin, revandin, îşkencekirin, girtin û talankirinê de.

Artêşa Tirk a dagirker û komên çatayan ên ku li wan herêman bi cih dibin, kiryarên dagirkeriyê bê hempa têne kirin. Di heman çerçoveyê de çeteyên DAIŞ`ê jî hewildanên wan ên teqînan û ji nû ve aktîvkirina şaneyên xwe li herêmên bakur û rojhilatî Sûriyê dikin. Kirina van kiryaran bi armanca berdewamiya guhertina demografîk a herêmên di bin dagiriya dewleta Tirk de.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK:

Di 05`ê Cotmehê de

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînorê gundê Xerîb ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê gulebaran kir. Ji ber gulebaranê tenê ziyanên madî gihîştin mal û milkên sivîlan.

Di 07`ê Cotmehê de

Artêşa Tirk a dagirker û komên pê ve girêdayî talankirin û guhertina demografî ya li herêma Efrînê berdewam dikin. Piraniya kesên ku têne girtin jî li beramberî fidiyê û xiracan têne derxistin.

Di heman çerçoveyê de çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk sê bira ji gundê Kurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrewa revandin. Her sê bira jî ev in: Salih Osman, Ehmed Osman û Fewzî Osman.

Di 08`ê Cotmehê de

Artêşa Tirk û çateyên li Efrînê, darên zeytûnan li navçeya Cindirêsê radikin da ku riyekê di navbera Efrîn û lîwa Iskenderon vebikin û ji bo bazirganiyê bi kar bînin.

Piştî şeş mehan ji dagirkirina Efrînê, artêşa Tirk xaniyên çemento û pêdiviyên leşkerî tîne çiyayê Lêlûn yê girêdayî navçeya Şêrewa bi armanca avakirina yekemîn xala çavdêriyê. Li gorî çalakvanan dê xalên çavdêriyê li seranserî bakurê Sûriyê dê bêne avakirin.

Di 09`ê Cotmehê de

Bi armanca guhartina demografiya herêma Efrînê, dewleta Tirk zimanê kurdî li dibistanên Efrînê qedexe kiriye û li şûna wê zimanên tirkî û erebî ferz kirin, di heman demê de axaftina bi zimanê kurdî jî qedexe ye, herwiha navên tirkî li kolan û gundan kirin.

Di 12`ê Cotmehê de

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînorê bi guleyên doşkayê gundê Elîşar ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê, kir hedef.

Herwiha gundê Girmişkê yê navçeya Dirbêsiyê gulebaran kirin, di encamê de sivîlê bi navê Delîl Dawûd Şêxo yê 36 salî birîndar bû.

Di 13`ê Cotmehê de

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Ezîziyê yê herêma Serêkaniyê ku 10 km dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ye cotkarê bi navê Cemal Mûsa (35) birîndar kir. Dema ku Cemal Mûsa li ser terektorê erdê xwe cot dikir artêşa Tirk a dagirker ew gulebaran kir û ji milê wî yê çepê birîndar kirin.

Di 15`ê Cotmehê de

Jêderekî ji Efrînê da zanîn ku zarokê Kurd Ehmed Tahêr Mistefa yê 9 salî ji gundê Memila yê girêdayî navçeya Raco di dema ji dibistanê vedigeriya malê, ji aliyê çeteyan ve hate revandin û berê wî dane cihekî ne diyar.

Di 17`ê Cotmehê de

Çavkaniyekî ji Efrînê diyar kir ku çeteyan şêniyê bi navê Reşîd Ebdo Se`îd ji ber dikana wî ya li gundê Bedîna yê navçeya Mabeta revand, îşkence kirin û beramberî berdana wî 20 hezar dolar xwestin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin dîrok û şaristaniya Efrînê winda bikin. Çeteyan piştî ku Keleha Nebî Hûrî rûxandin, niha jî Girê Endarê, Girê Cendirêsê û hindek deverên din ji gundê Meydan Ekbes û Elbîske yên navçeya Raco dikolin û diziya şûnwaran dikin.

Di 19`ê Cotmehê de

Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hawnan gundê Burc Qas ê navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê topbaran dikin. Hate diyarkirin ku top li mala kesê bi navê Ehmed Ehmoka û Hemûş Xelo ketine. Ji ber topbaranê ziyanên madî çêbûn.

Di 20`ê Cotmehê de

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker qada daristanê ya taxa Mahmûdiyê ya Efrînê şewitandin.

Hêzên dagirker gelê Ereb ê ji Efrînê neçar dikin ku berhemên zeytûnên darên zeytûnan ên Kurdan ji dagirkeran berhev bikin. Ji aliyekî din ve jî çeteyên Ehrar El-Şerqiye bîroya kirîn û firotina malan bi navê “Eqarat El-Şerqiye” vekirin û malên şêniyên Efrînê yên ku ji neçarî ji malên xwe derketine, kirê didin Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan agahî dane sivîlên ku di herêmên di bin dagirkeriya wan de ku di zûtirîn dem de ji malên xwe derkevin.

Di 22`ê Cotmehê de

Leşkerên artşa Tirk a dagirker bi çekên sivik û navîn gundên Kosik û Elîşar ên rojhilatê bajarê Kobanê topbaran kirin.

Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên li wir bi cih dibin dizî berdewam dikin, ji navenda bajêr jî êdî derbas dibin gundan. Gelek dezgehên çapemeniyê dîmenê  dagirkeran ka çawa deriyên dîkanên bajarê Efrînê dişikînin û milkên welatiyan didizin, belav kirin. milkên welatiyan ji bazirganên sûka reş û çeteyan tên firotin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker hema bêje rojane gule li gundên Aşmê, Ziyara û Elîşar ên kantona Kobanê dibarîne.

Di 23`ê Cotmehê de

şêniyê bi navê Mihemed Farûq Bîro (28), hevjîna wî Tolîn Rêzan (21) û kurê wan Can Mihemed Bîro (1) dema dixwest ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derkevin, di encama teqîna mayinekê li ser rêya di navbera Efrîn û Beradê de jiyana xwe ji dest da.

ÊRÎŞÊN DAÎŞÊ:

Di 18`ê Cotmehê de

Li taxa Salihiyê ya kantona Hesekê, nêzî Mesekên Şirta bombeyek teqiya. Ji ber teqînê ziyan gihiştin du erebeyên sivîlan.

27.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً