NAVENDA NÛÇEYAN – Tora Nûçeyan a DAR News li ser şaneyên ku li Bakurê Sûriye xebatê veşartî dimeşînin belge belav kiriye. Di belegeyan de hate destnîşan kirin ku şebkeya xebatê istixbaratî li Bakurê Sûriye ku ji derve re kar dike û di bin navê kenala ARK a herêma Kurdistanê de xwe vedşêre bi MÎT ê re agahiyan parve dike.
Li gorî Tora nûçeyan a DAR News ku weşana xwe ji herêma Hesekê dike û li gorî çavkaniyên ewlekarî ku ne xwestine navê xwe aşkere bikin diyar kirin ku çawa şebekeya istxibaratî agahiyên veşartî ku di asta jor de ne bi MÎT Tirkiye re şaxê wê yê Elmanya Berlînê re hatine şandin. Torê diyar kir ku ew belgeyên ku ji MÎT re hatine şandin hejmarek ji wan ku di riya çavkaniyên taybet de hatine ber dest aşkere bûne.
Çavkanî aşkere kir ku di riya lêkolîn û lêpirsînê de hate zanîn di riya herdu kesayetên (Ş K) (A S) de ku li heremênn Bakurê Sûriye kar dikirin û di bin navê kenala ARK de hate aşkere kirin ku ev kenal di riya piştgiriya ku ji aliyê MÎT Tirkiye ve digre û Stenbol navenda wê ye vî karî dimeşîne.
Li gorî çavkanî ev agahî raste rast bi MÎT Tirkiye re hatine parve kirin û li ser esasê wê MÎT a Tikriye perspektîv di dema beriya niha de daye ku agahî li ser rêveberên di nava sîstema rêveberiya xweser de di derbarê karê wan de were kom kirin û di riya wan de operasyona reşkirinê li dijî wan bide meşamdin û ew jî di riya dozên gendelî û tesfiyekirina hin ji wan û ev jî di riya mijarên madî û cinsî de bin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku beriya niha di riya şerekî çapemenî de ji aliyê MÎT Tiriye ve û ajansa wê ya Anadolê her weha şaxê wê yê kurdî ARK li ser herem û rêveberên rêvberiya xweser gelek agahî hatin belav kirin.
Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rêveberên ENKS ên bi navê Ibrahîm biro, Fûad elîko û Enwer naso di riya MÎT de perspektîv girtine ku rêveberiya xweser reş bikin li tevhiya heremên bakur û rojhilatî Sûriye û ev jî di riya ragihandin û civakê de.
Çavkaniyê ewlekarî yê ewlekariya giştî ya Bakurê Sûriye diyar kir ku herdu kesayetên bi ser kenala ARK ve di lêpirsînê re derbas dibin û derbarê çarenûs wan de ti agahî nedan heta ku lêpirsîn bi wan re bi dawî bibe.
Ev agahî di demeke wiha de tên ku bi daxuyaniyên Serokê Tirkiye Receb Tayb Erdogan a mûdaxeleya heremên rojhilatî Firatê, ku Serok Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawiyê de diyar kir ku ne pêwîste niha ew ji bajarê Minbicê destpêbikin û berê xwe bidin rojhilatî Firatê.
Tora DAR News aşkere kir ku dê di dema pêş de û li gorî çavkaniyê ewlekariyê heta ku lêpirsîn bi dawî bibe armanca ji belgeyên veşartî ku bi MÎT Tirkiye re têne parve kirin çi ne dê aşkere bike.
29.10.2018
Rojev24