LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Polîsa Azad ciwanên Kurd di nav refê xwe de qebûl nake

Polîsa Azad ciwanên Kurd di nav refê xwe de qebûl nake

EFRÎNDewleta Tirk piştî ku operesyona di bin navê Şaxa Zeytûnê de herêma Efrîn dagir kir, ji yekemîn gavên ku avêtin Polîsa Azad ava kir. Bi avakirina vê sîstemê rewşa herêmê ber bi metirsiyên din ve çû, ji ber ku talankirin û dizî pir zêde bû.

Polîsa Azad a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin yekemîn dewreya perwerdeya xwe li parêzgeha Marsîn a girêdayî Tirkiyê bi dawî kir. Merasîmê bi dawîkirina perwerdeyên wan hertim bi amadebûna waliyê Tirkiye, serbendên artêşa Tirkiye û Artêşa Azad têne lidarxistin. Di merasîmê bi dawî kirinê de hate destnîşan kirin ku erka wan a bingehîn ew e ku bikaribin navenda bajêr biparêzin. Lê herî dawî kiriyarên wan ên diziyê, talankirinê û binçavkirina sivîlan li gorî çavkaniyên ji Efrînê bû erka wan a bingehîn.

Pêkhateya Kurd di nava polîsa azad de nayê qebûl kirin

Piştî ku polîsa azad li Efrînê hate avakirin û belav bû li navenda bajêr û navenda navçeyên herêmê, hinek zagon derketin da ku bêtir bikaribin kontrol bikin û ji tirsa çalakiyên ku ji hêla hêzên YPG`ê ve têne kirin belavbûna wan zêde bû. Li gorî agahiyan dewleta Tirk ciwanên kurd di nava refên polîsan de qebûl nake.

Çavkaniyê me di hundir herêma Efrînê yê bi navê C.E aşkere kir ku dewreyên polîsan ciwanên Kurd qeûl nekirin ku çavkanî tekez kir ku 300 ciwanan navê xwe jî qeyd kiirbû. Ev sê mehin jî ciwanên herêmê ji kurd qebûl nakin ku di nava polîsa azad de cihê xwe bigrin.

Kêmkirina fonan dibe sedema reva endaman

Li gorî daxuyaniya Berpirsê Polîsa Azad di destpêka dagirkirina Efrînê de xuya dikir ku fona wan wê 800 leyra tirkî be. Lê piştre 300 hate dayîn. Herî dawî jî çavkaniyê me da zanîn ku ji bilî 100 leyreya tirkî nadin çekdaran. Fonê kêm jî dibe sedema ku endam dev ji kar berdin.

Çavkanî wiha berdewam kir ku bi kêmbûna endamên polîsa azad nikarrin li ser navenda bajêr û navçeyan kontrol bikin.

31.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً