LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li şûna fonan dewleta Tirk biryara qutkirina daran daye

Li şûna fonan dewleta Tirk biryara qutkirina daran daye

NAVENDA NÛÇEYAN– Dewleta Tirk di çerçoveya guhertina demografîk de kiryarên cur be cur li Efrîn berdewam dike. Bi sedan darên temen mezin hatin şewitandin û qutkirin bi hiceta derxistina êzingan ji bo demsala Zivistanê. Lê çavkaniyan dane zanîn ku ji ber nedaye fonan dewleta Tirk biryar daye çeteyan ku daran bifroşin.

Bi hatina demsala Zivistanê û berhevkirina zeytûnan rewşa herêma Efrîn û sivîlên wê derbasî qonaxeke girantir bû. Darên ku temenê wan bi deh salan e ku hatine mezinkirin û xwedîkirin, îro rastî qutkirinê û şewitandinê tên. Artêşa Tirk tevî komên pê ve girêdayî, ji destpêka dagirkirina Efrînê kiryarên cur be cur der heqê sivîl û xwezayê de dikin.

“Em xwdî erdê ne lê nahêlin em zeytûnên xwe biçînin”

Li gorî çavkaniyan ji gundê Keferşîlê yê girêdayî navenda Efrînê diyar kir ku çeteyên Firqet El Hemzet bi perspektîvên dewleta Tirk nahêle ku sivîl biçin darên xwe biçînin. Çavkanî ragihand û got: “Em xwediyê erdê ne lê nahêlin em zeytûnên xwe biçînin”. Ev gotin jî ne tenê ez dibêjim, sivîlên ku darên wan hatine desteserkirin hemû wiha dibêjin”.

Her weha fermana ku çeteyên Firqet El Hemzet derxistine, naveroka wê ew e ku nabe beriya ku ew bêne agahdarkirin tu were bêne komkirin çi zeytûn û çi fêkî bin jî. Kesên ku vê yekê pêk neyînin jî wê bêne binçavkirin û baceya bi buhaneya hezar dolar dê bidin.

Çavkaniyê bi navê M.S di gotina xwe de da zanîn ku ev ferman heta niha li gundên girêdayî navenda bajêr hatiye aktîvkirin wekî gundên Xelnêrê, Maratê, Keferşîlê, Babilîtê, Bititiyê, Kefer Zît, Bozîkê û Tilfê. Ji bilî vê yekê, eger malbatek ku berê di nava Rêveberiya Xweser de kar dikir û erka xwe ya parastinê jî pêk aniye, milkê wê malê tê dest girtin û ji bo çeteyan tê bikaranîn.

Darên ku temenê wan sedsalan têne qutkirin

Di heman çerçoveya guhertina demografiya herêma Efrîn de darên temenê wan bi sedan salan têne qutkirin. Destpêka dagirkirina Efrîn artêşa Tirk tevî çeteyên xwe ve di bin navê ku endamên YPG`ê di nava daristanên herêmê de xwe vedişêrin dihatin rakirin û şewitandin. Heta vê dawiyê jî dem dem bûyerên wiha derdikevin û dibin sedema xirakirina xwezaya herêmê.

Çavkaniyê bi navê M.B ji gundê Memala ya girêdayî navçeya Raco diyar kir ku di 8’ê Cotmehê de hin endamên çeteyên Feylaq Elşam darên Sindiyen(Sîdgonê) ê ku temenê xwe digihêje 100 salî qut kirin, û dara Me´mê ya dîrokî qut kirin da ku êzingên wan li sûkan Efrînê bifiroşin. Di heman dîrokê de di sa`et 12 nîvro de ev êzingên daran veguhezendin Navenda Efrînê, da ku bifiroşin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji dema dewleta Tirk fonê çeteyan qut kirine li gelek heremên ku lê bi cih bûne, talanî û dizî derketiya asta herî jor. Li Efrînê jî ji ber dizî û talaniya ku dibe çare ji dervey zeytûnan nemaye da ku bifroşin.

 

03.11.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً