LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li gundewarê Helebê kirîza civakî û ewlehî mezin dibe

Li gundewarê Helebê kirîza civakî û ewlehî mezin dibe

NAVENDA NÛÇEYAN -Ji ber rewşa bê aramiyê û pirsgirêkên civakî ên bê sînor li heremên gundewarê Helebê ên di bin serweriya komên çekdar ên Tirkiye de ku navê Mertlala Firatê lê tê kirin, îro li herêma Cerablusê li dijî komên çete xwepêşandan derket û daxwaza derketina wan koman ji bajar hate kirin.

Li gorî agahiyên ku ji heremên gundewarê Helebê hatine bidestxistin hate aşkere kirin ku di nava heremên ku tê bi nav kirin Mertala Firatê ya bi ser Tirkiye ve rewşeke bê ewlehiyê di nava bajar de rojane bê navber tê jiyan kirin, çavkaniyan tekez kirin ku ev ji ber belavbûn û bê kontroliya çekan di nava komên çete de û bikaranîna koçberan e.

Komên çete di wan heremam de taybet wekî heremên Cerablus, Ezaz û Idlibê rojane ji ber nakokiyên navxweyî pevçûn di navbera wan de derdikeve û dibe sedema kuştina sivîlan. Derbarê çawaniya belavbûna çekan de li wan hereman, çavkanî tekez kir ku ew çek bi hêsanî ji aliyê Tirkiye ve derbasî wan deveran dibin û di dikanan de di nava gel û çekdaran de tê firotin, ku ev yek bûye deyardeyeke neyinî û bê aramiya di nava heremê de.

Sivîl li dijî komên çekdar derketin xwepêşandanan

Di berdewamiya vê deyardeyê û bi xwe re bi dehan buyerên kuştinê anîn, çavkaniyên heremî dane zanîn ku êdî sivîlên wan hereman nema tehmûl dikin û daxwaz dikin ku ew kom ji nava bajrên wan derkevin. Beriya çend rojan li herdu bajarên Ezaz û Cerablusê xwepêşandan derketin, di xwepêşandanê de daxwaza derketina komên bi ser Tikriye ve hate kirin.

Hate zanîn ku ev xwepêşandan û nerazîbûna sivîlên heremê û koçberên ku lê bi cih dibin piştî buyera 13 cotmehê de pêk hat, ku li Kapma Sico ya nêzî bajarê Ezazê pevçûn di navbera komên çekdar de derket ku di encama wê de 13 sivîl di nav de zrok jî birîndar bûn. Her weha çavkanî da zanîn ku li Cerablusê jî pevçûn derket û di encamê de 25 sivîl birîndar bûn.

Derbarê sedema derketina van pevçûnan de çavkaniyê ku navê xwe diyar nekir da zanîn ku ev ji ber parçebûn û nakokiyên di navbera çetean de derdikeve, ku pevçûna li Ezazê derket di navbera malbatên bi navê Elesasna û Şêtad de bû û ew jî ji ber alîkarî û parvekirina madeyên xwarinê ên di nava kampan de bû.

Li kampên gundewarê Helebê bazirganiya lebatên sivîlan

Ji aliyekî din ve derbarê lêkolîna rewşa kampên li heremên gungdewarê Helebê de hate zanîn ku mûnzeme û komleyên ku di wan kampan de tevdigerin li ser bazirganiya lebatên sivîlan kar dikin. Li gorî daneyên ku ji aliyê hin çavkaniyên çapemeniyê hatine bidesxistin hate aşkere kirin ku taybet li kampa Qerekobro ya li Ezazê tevera Komeleya (Etiba bîlahidûd) heye ku ev komle bi çavdêriya bê pere ji koçberan re dike, lê hate aşkere kirin ku ew di bazrganiya lebatan de kar dike, ev jî ji ber istxlal û bikaranîna rewşa zehmet a koçbera ye.

Çavkaniya çapemeniyê ya DAR News ê aşkere kir ku di riya peywendiya bi kesa bi navê (N H) ku diyar kir ji aliyê komleya bi ser Tikriye ve pere bi qasî 500 leyreya Tirkî pêşkêşî wê kirine da ku wê qana bikin ku derbasî Tikriye bikin û sûdê jê bigrin, çavkaniya ji Tora DAR e got ku ew rastî gefê hat ku ewê alîkariyê li ser qut bikin eger daxwaza wan pêk neyne.

Ji ber talaniya li Efrînê gelek dermanxane hatine vekirin

Di dema dagikeriya li ser herêma Efrînê ya di bin serweriya hêzên QSD ê de gelek made ji wê heremê hatin talan kirin û ber bi heremên di bin serweriya Tirkiye de jî hatin şandin. Hate zanîn ku di dema dawî de li wan hereman ji ber belavbûna dermanxeneyan nexweşî di nava sivîlan de pir zêde bûye. Hate zanîn ku ew jî ji ber dayîna dermanan bê zanebûn ji sivîla re ye. Dr bi navê Menar Eyîd diyar kir ku rojane di nexweşxaneya Elkeramê de 70 rewşên nexweşiyê ji ber dermanên şaş pêşwazî dikin.

13.11.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً