LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Qirkirina nijadî û guhertina Demografîk li Efrînê tê vegotin

Qirkirina nijadî û guhertina Demografîk li Efrînê tê vegotin

QAMIIŞLO– Bi armanca rizgarkirina Efrîn û raya giştî li ser qirkirina nijadî ya ku li herêma Efrîn pêk tê were ronî kirin, komcivînek li ser asta navdewletî li herêma Cizîrê hate organîze kirin.

Piştî dagirkirina Efrîn û pêkanîna hemû cureyên qirkirin û tunekirina nijadî û çandî li ser sivîlên herêmê, sivîlan berê xwe dan derveyî Efrîn. Piştî dagirkirina Efrîn di 18`adarê de û penabertiya bi hezaran sivîlan, ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Komcivînek li ser asta navdewletî hate organîze kirin.

Nûçegihana me ya li Kantona Qamişlo derbarê komcivînê de ev agahî dan. Komcivîn di bin navê “Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk li Efrînê hate lidarxistin. Ev komcivîn derbarê rewşa herêma Efrîn de di dema şer de heta niha û kiryarên ku di derheqê sivîlên Efrînê de hatine kirin ku heta niha berdewam hate nîqaş kirin.

Di komcivînê de delege ji Emerîka, Ewropa, hin welatên Rojhilata Navîn, başûrê Kurdistanê û hin parêzgehên Sûriyê ve amade bûn. Di roja xwe ya destpêkê de zêdetirî 100 delege bi herdu awayên zindî û li ser Skybe beşdarî komcivînê bûn. Di çerçoveya bernameya komcivînê de li gazî û birîndarên ku ji êrîşa dewleta Tirk ve ya li ser herêma Efrînê hatin guhdarkirin. Van kesayetên xwedî pêwîstiyên taybet niha derbarê rewşa Efrîn û çawaniya birîndariya xwe de serpêhatiyên xwe vegotin.

Piştre sînevizyonek hate pêşkêşkirin ji bo mêvanên amade. Mijara wê jî kiryarên ku derheqê sivîlên Efrînê de hatine kirin de bû. Ev komcivîn bi nîqaş û pirsên berfireh hate dewam kirin. Herwiha bi tevlîbûna kesayetên li ser asta Rojhilata Navîn û Cîhanê jî piştgiriya xwe ji bo giliyên sivîlên Efrînê dan û bi taybet Kemal Seydo mamosteyê Siyaseta Dîrokê di Komeleya Parastina Gelên Gefan dixwin de cih digre. Seydo anî ziman ku wê hertim ji bo Efrîn piştgiriyê bidin û amade ne bibin xwedî helwest û bibin pirek ji bo giliyên sivîlên Efrîn û wan ragihînin.

Herî dawî roja yekemîn a komcivînê bi vekirina pêşengehê li ser navê komkujiyên li dijî sivîlên Efrînê hate vekirin. Ji xwe ev pêşengeh wêneyên komkujiyên ku dewleta Tirk li ser sivîlên Efrînê pêk anîne hewand.

Komcivîn wê heta sê rojan berdewam bike û li ser binpêkirin û guhertina demografiya Efrîn rapor û dosya pêşkêş bike.

03.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً