LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Dewleta Tirk cardin gefa êrîşekê din dike?

Dewleta Tirk cardin gefa êrîşekê din dike?

CERABLÛS- Ji destpêka dagirkirina herêmên Cereblûs, Bab, Ra`i, Ezaz, Efrîn û Idlibê ji hêla dewleta Tirk û komên pêve girêdayî ve, rewşa wan di bê aramiyê de ye. Di dema gefa êrîşa li ser rojhilatî Firatê de, sivîlên heremên bi navê Mertala Firatê li dijî dewleta Tirk û komên wê bi hêrs bûne, ku rojane li heremên dagirkerî teqîn û bê aramî heye.

Bi daxuyaniya Serokomarê Tirkiye Receb Tayyîp Erdogan ku “Ew ê di nava çend rojan de dest bi operasyona li ser rojhilatê Firatê bikin”, sivîlên herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk ên Mertala Firatê ragihandin ku ew ê derbikevin xwepêşandanan di bin navê ” Hikumeta ku genedeliyê dimeşîme em qebûl nakin”.

Çavkaniyê ku navê xwe eşkere nekir ku di nava rêveberiya herêma Cerablûsê de cihê xwe digre got ku sivîl êdî ji rêvebiriya heyî aciz û hêrs bûne û bi taybet di mijarên gendeliyê de, mafê wan tê xwarin û her cure xerabî li heremên wan pêk tê. Çavkanî destnîşan kir ku her demekê ji aliyê hikumeta ku ji hêla dewleta Tirk ve bi navê encûmena heremî hatiye erkdarkirin sivîlan digrin û li beramberî wan pereyan dixwazin da ku bêne berdan”.

Di heman çerçoveyê de hemwelatiyê herêma Babê bi navê (E.S) diyar kir ku ew êdî vê meclisê û rêvebiriya ku hatiye eyarkirin ji hêla dewleta Tirk û komên çate ve qebûl nakin. Çavkanî got: “Van jiyan li me kiriye jehr û êdî em derketina van dixwazin. Çavkanî eşkere kir ku di 5`ê Berfanbarê de lawê apê wî bin çavkirin û birin cihekî ne diyar ruxmî ku tenê diçû kar û dihat û bi xwe di nava pêşesaziyê de kar dikir. Her wiha got ku ew xwepêşandanê îro li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi rêxistin dikin û ew ê li beramberiya gendelî û gefxwarinên li dijî wan derbikevin”.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dewleta Tirk bi gendelî û gefxwarina li wan herêman li leşker û sivîlan tê naskirin û gel êdî wan qebûl nake. Her wiha ev zêdetirî hefteyekê ye ku teqîn bi awayekî rojane li wan deveran diqewimin, ji bo çav dûrxistina ji herêmên di bin dagirkeriya Mertala Firatê û Şaxa Zeytûnê weke û gendelî û mafxwarina li wir, Erdoxan gefên xwe li ser herêmên Rojhilatî Firatê nû kir.

Çima rêze teqîn li Bab, Ezaz, Cerablis, Ra’î û Efrîn pêk hatin?

Girêdayî rewşa heremên di bin serweriya dewleta Tirk ku rojane teqîn, çalakiyên taybet ên tesfiye kirinê û kiryarên revandin û işkenceyê têne kirin, di dema dawî de û li gorî agahiyên ku gihiştine me dewleta Tirk piştî lihevkirina wê ya bi Rûsya re şaneyên xwe di nava wan hereman de bi cih kirin û çalakiyên taybet li dijî komên çete û di nava sivîlan de pêk tînin. Rêze teqînên di nava du rojan an de ne sudfeye ji ber ku ev rêze çalakî piştî daxuyaniya Erdogan a operasyona li ser rojhilatê Firatê pêk hatin. Gelek analîzvan di vê mijarê de ragihandin ku dewleta Tirk bi zanebûn sivîlên wan hereman li dijî heremên rojhilatî Firatê sûr dikin û ew teqîn bi ser hêzên YPG ve girêdidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema dawî de dewleta Tirk bi hejmarek ji eşîre û şêxên heremên rojhialtî Firatê re civîn pêk anîbû da ku zemîna derbasbûna xwe ava bike û di heremê de nakokî û tevlîheviyê zêde bike.

16.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً