LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / AKP ê nivîsgehek xwe li Bakurê Sûriyê vedike

AKP ê nivîsgehek xwe li Bakurê Sûriyê vedike

NAVENDA NÛÇEYAN- Di çerçoveya guhertina demografîk a ku dewleta Tirk û komên çekdar ên pê ve girêdayî dimeşîne, Hikumeta ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye erkdarkirin nabe xwedî rol û rengê herêmên di bin serweriya Tirkan de dughere. AKP bi vekirina dibistan û nivîsgehên xwe ew herem veguhertine parçeyek ji axa xwe ku Suriye bi vê parçe dike.

Di sala 2016`an bi operesyona di navê Mertala Firatê de herêmên weke Ezaz, Bab,Ra`i û Cereblûsê  ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin. Ji dema dagirkeriya dewleta Tirk li wan hereman bi rengê pêkhateyeya Ereb ji çand, ziman û jiyana wan hate veguhertin û ber bi Tirk kirinê ve hatin birin. Herî dawî jî bi operesyona di bin navê Şaxê Zeytûnê de herêma Efrîn hate dagirkirin, di encama dagirkirina van herêman de guhertina deng û rengê wê berdewam dikin. Guhertina demografîk li van herêmên navborî derketiye asta herî jor de, ji bûyerên herî dawî jî belavkirina nijadnameya Tirkî, vekirina dibistanên ne bi zimanê herêmê û avakirina nivîsgehên partiya AKP ê herî dawî.

Dayîna Nijadnameyên Tirkî ji bo zarokên Sûrî

Piştî koçberiya hejmarek mezin ji sivîlên Sûriyê û berê xwe dane Tirkiyê, di vê dema dawî de ji bo helandina koka wan û tirk kirina wan bi daxuyaniyeke fermî ji hêla wezîrê hundirîn ê Tirkiyê ve Silêman Soylo hate gotin ku ew ê nijadnameya Tirkî û bicihkirina 380 hezar zarokên Sûrî bikin. Soylo eşkere kir ku di Mijdara borî de ev biryar hatibû girtin. Lê xuya ye ku ev biryar ne di berjewendiyên hemwelatiyên Sûriyê de ye. Dewleta Tirk di bin navê yekbûna erdnîgariyê de vê gavê dimeşîne, lê tam di wate de ters e. Ji bo qirkirina çanda pêkhateyên din wê nijadnameya xwe bide wan hemwelatiyan.

Vekirina dibistanan bi belavkirina gendeliyê re

Di heman mijarê de û di pêngava guhertina demografîk a herêmê û ji nû ve dîzaynkirina herêmên di bin serweriya dagirkeriyê de 9 dibistanên tirkî wê li herêma Ezazê bêne vekirin. Bi hevkariya rêvebiriya afetan û afeta Tirkiyê (Afad) û komeleya Beyt El Selam a Bakistanî projeya vekirina dibistanan hate pêşkêşkirin.

Ev dibistan wê 130  beşên xwendinê li ser 9 dibistanan vebike. Piraniya wan beşên xwendinê jî li ser dîroka Tirkiyê, ziman Tirkî û ola îslamî ye.

Di vê hawirdorê de hêjayî bi bîr xistinê ye ku nivîsgehek partiya AKP`ê li herêma Cerablusê hate vekirin ji hêla hikumeta Tirkiyê ve. Ev gav dide xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze faşîzma xwe heta herêmên bakurê Sûriyê de jî bîne, ruxmî ne qebpûlkirina gel ji hikumeta heyî re ji ber gendeliyên ku têne meşandin.

17.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً