LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Gefên Dewleta Tirk û rojevkirina Pêşmergeyên Roj?

Gefên Dewleta Tirk û rojevkirina Pêşmergeyên Roj?

DÊRIK – Piştî daxuyaniyên ser hev ên Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a dê êrîşê Rojhilatê Firatê bê kirin de, ya Pêşmergeyên Roj ku ji aliyê PDK’ê û Tirkiyê ve hatiye avakirin xiste nav tevgeriyê. Hat îdeakirin ku di encama civîna rayedarên DYA, Tirkiye, PDK, ENKS û fermandariya Pêşmergeyên Roj de, rayedarên Tirkiyê gotine “Vaye em PYD-YPG’ê tehdît dikin, em ê cih bi cih êrîş bikin, vaye ji we re firsend, hûn jî bikevin Rojava.”

Piştî daxuyaniyên ser hev ên Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a derbarê “Em dê bikevin rojhilatê çemê Firatê”, “Wê êrîşên me berdewam bikin” de, ya Pêşmergeyên Roj ku ji aliyê PDK’ê û Tirkiyê ve hatiye avakirin xiste nav tevgeriyê. Hat îdeakirin ku şandeyek ji rayedarên DYA, Tirkiye, PDK, ENKS û fermandariya Pêşmergeyên Roj pêk dihat, li baregeha leşkerî ya Başîka ser Misûlê ye, civînek hatiye lidarxistin. Civîna ku di 11’ê kanûnê (11.12.2018) de pêk hatî de, careke din derbasbûna Pêşmergeyên Roj a Rojava ketiye rojevê.

‘Em zemînê amade dikin’

Li gor agahiyan, di civînê de ji endamên şandeya Tirkiyê ku li ser navê MÎT’ê tevlî bûyî ya bi navê “Ruzgar” tê gotin, ji endamên Pêşmergeyên Roj re gotiye ku “Dê hade ew perwerdehiya ku me li Başîka daye we niha tam dema wê bixin nav tevgerînê. Em zemîna ji bo hûn bikevin Rojava amade dikin. Hin carinan biceribînin. Jixwe dê Amerîka dengê xwe neke, firsend ev firsend e, vaye ji we re firsend bikevin Rojaıva.”

Hat diyarkirin ku piştî civînê hejmarek zêde ji Pêşmergeyên Roj di bin qontrola pêşmergeyên PDK’ê hatine ser sînorê Dêrikê ya girêdayê Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûr-Rojhilatê Sûriyê.

Duh jî hewildane bi seyarên zirxî û hin endaman di ser sînorê noqteya Sewêdê derbasî Rojava bibin. Hat diyarkirin ku di navbêra wan û şervanên YPG’ê yên li ser sînor de nîqaş derketiye û piştî nîqaşê careke din neçar mane şûnde bizivirin.

Hat ragihandin ku piştî civîna Tirkiye, PDK, ENKS û Pêşmergeyên Roj a li Başîkayê, şaxên ragihandinê yên girêdayê PDK’ê, careke din derbasbûna Pêşmergeyên Roj a Rojava xistin rojevê.

Pêşmergeyên Roj kî ne?

Di destpêka qrîza Suriyê de di bin siya muxalefeta Stenbolê de tev digeriyan . Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê şerê li hemberî rêjîmê gur dibe û helwest û daxwaze gelê kurd diyar bû hêzên leşkerî YPG YPJ ji bo parastina berhemên şoreşê hate avakirin , lê di demekê de ku bû rojev ku pêşmergên Roj wê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibn ji van xortên girêdayê mala Berzanî çek girtin û di bin navê hêzên cûda de êrîşî hêzên Rojavayî kirin. Ev grubên ku di nav de cih digirtin wihane: Yûsif El Azma, Tabûra Azadî, tabûra Selahaldîn, tabûra Komele . Di destpêkê de li Helebê û Efrînê êrîşê hêzên YPG’ê kirin. Til Hasil, Til Eran û li Efrînê gundê Qistel Cindo hemberê sivîlan komkujî çêkirin.

Li kantona Kobanê jî hewil dan ku di navbera artêşa azad û YPG`ê de nakokiyan derbixin. Di heman demê de li ser cotkaran Heşîşê belav kirin da ku bikaribin hemberê YPG`ê hêzeke leşkerî derbixin lê pîlanên avakirina hêza wan a Kobanê bi bin ket.

Li kantona Cizîrê jî di bin navê tabûra Mîşel Temo, Neviyên Berzanî, Şêx Maşûq de xwe rêxistin kirin sîlah girtin. Li ser rêya di navbera Dirbêsiyê û Amudê de li gundê Cewheriyê rêbendeke eskerî danîn, ev rêbend yekser bi Cebhet El Nusra re têkildar bû. Di nav Cebhet El Nusra de êrîşî Serêkaniyê kirin.

Di şere Serê kaniyê de gelek endamên wan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Birîndarên wan derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê hatin kirin û pişt re derbasî Hewlêrê hatin kirin. Piştî vê şikestina xwe ya eskerî li Hewlêrê komî serhev nebûn careke din Endamên ku xwe li Hewlêrê kom kiribûn perwerdeyên taybet yên weke sûqastî re derbas bûn. Ev kesên ku perwerde dîtibûn derbasî Rojava hatin kirin û di xeta Dêrikê û Qamişlo de hemberî navendên Tevgerê çalakî pêk anîn. Li Pêşiya asayîşa Tirbespiyê, li Qamişlo cem dibistana Erebîstan, li Dêrikê çalakiyên teqînê pêk anîn. Tê xwiya ku perwerdeyên têne dîtin bi fikrê yek partî ew jî malbata Berzanî ye . Kesên ku ev teqîn pêk anîn ji aliyê asayîşê ve hatine girtin û di îfadeyên xwe de eşkere kirin ku ji Dihokê ji aliyê PDK ê ve hatine şandin û ev agahî li ser medya hatin weşandin.

Piştî ku PDK hate teşhîr kirin hêzên xwe yê eskerî hemû kişandin Başûrê Kurdistanê û di bin navê `Pêşmergeyên Rojava` de rêxistin kirin. Heya demekî tevlîbûna pêşmergeya gelekî lawaz bû hejmara wan bi tilyan dihate jimartin. PDK`ê derî li pêşiya penaberên Rojava vekir û bi hêviyeke mezin penaber pêşwazî kirin û li qampên Başûrê Kurdistanê komkirin. Qamp hatine dorpêçkirin û nehîştin ku xort derbikevin û bixebitin, malbat bê kar hiştin û demekî şûnde bi hejmarek mezin ciwan tevlî pêşmergeyên Rojava kirin. Ev xortên ku tevlî dibûn li 2 deverên cûda de têne perwerde kirin. Kesên ku bi malbata Berzanî ve girêdayî ne li Binaslawa perwerde dikirin. Kesên ku bi PDK`ê re têkiliyên xwe tûnebûn li qampa bi navê Xinis perwerdê xwe dikirin. Pêşmergeyên Roj ku di bin navê hêza xwe mezin bike bi zorê ciwanan tevlî dikirin, ciwan neçar man berê xwe bidin welatên Ewropayê û di nava xizaniyê de bijîn. Li ser vê yekê ev 2 salên dawî li herêma Başîka ya li ser Misûlê ku baregeha leşkerî ya Artêşa Tirkiye jî li wir heye, ji aliyê leşkerên tirk ve tên perwerdekirin.

(Erdogan Altan)

17.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً