NAVENDA NÛÇEYAN- Aloziya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe û gef û tehdîdên ku ji aliyê hikûmeta AKP`ê ve bi serkêşiya Recep Tyyip Erdogan yê ku li ser gelê Suriyê û di serî de li ser gelê kurd dike bi naskirina dewleta Tirk a dîrokî û rastiya wê ve girêdayî ye.
Bê guman rastiya wê gotinê heye ku Dîrok xwe dubare dike, dîrok û siyaseta ku îro ji aliyê AKP ê bi serkêşiya Erdogan ve tê meşandin, ew e siyaseta ku ji aliyê sultanê Osmanî Ebid El-Hemîd û piştî wî Mistefa Kemal Etatuirk ve berî sed salî dihat kirine.
Siyaseta ku di encama wê de berfirehiya Rojhilata Navîn di bin serweriya Impratoriya Osmanî de perçe bibe, Ol perestî , netew perestî û nicad perestiyê di nava gel de ku belav kiribû, alozî zêde kir û rê da ku li pêşiya Sykes-Picot vebe ku bi hêsanî plana xwe pêk bînin. Îro roj Erdogan jî siyaseta wî ne cûdaye ji siyaseta ku berî sed salî dihate meşandin. Ji ber ku çanda Tirk çanda diziyê ye, di her derê û di her zemanî de her tîştî bi xwe ve girê dide û dike yê xwe, yanî serleşkerekî Osmanî li ser çi xakê hatibe bin ax kirin , Erdogan dibêje ew dever erdîngariya Tirkiyê ye û li ser dagirkirina wê kar dike. Di sala 1913 an de zimanê Tirkî li pêş xist û ew jî li ser esasê tinekirina zimanên dîtir bû.
Di dema şerê Cîhanê yê yekemîn de Sultanê Osmanî Ebd EL-Hemîd fermana Ermeniyan anî,Ermenî kuştin, malên wan wêran kirin û ew koçber kirin. Fermana Ermeniyan ew bû ji ber Ol perestiya ku di Impratoriya Osmanî de hebû û ev yek bû sedem ku destê xwe berdana perçeyên mezin ku di bin destên Impratoriyê de bûn.
Piştre Kemal Etaturk netew perestiya tirk li pêş xist, zimanên cûda ku di Tirkiyê de hebûn qedexe kir û zimanê tirk da pêş. Şerê islamê kir, dibistanên olî qedexe kirin û mizgeft girtin. Ew bû sedema ku Şêx Seîdê kal bi şoreşê li hember dewleta tirk lidarxe û li hemberî zilmê rabe. Piştî qirkirina Ermeniyan, vê carê bi rengekî din û li ser destê sultanekî din qirkirina çandî li ser destê tirk ve tê meşandin û li dijî pêkhateyeke din e . Him di nava tirkiyê de û li derveyî tirkiyê gelên din têne pişaftin û çewsandin. Ew gel jî Kurd e ku hewildana tirk kirin û tinekirina wî tê kirin û vê carê li ser destê Erdoxan û bi şerekî navxweyî yê netewa Kurd-Ereb e.
Ebd El-Hemîd Impratorî perçe kir û fermana Ermeniyan anî ku ne mumkine gelê Ermenî ji bîr bike, Erdoxan jî dixwaze wê dîrokê dûbare bike, sûriyê perçe bike û gelê Kurd tune bike . Li gorî Sultan Ebd El-Hemîd Ermen kafirin, li ser Islam û Impratoriya osmanî xeterî ne û divê werin kuştin, li gorî Erdoxan jî kurd kafirin, xeteriyê li ser dewleta tirk çê dikin û divê werin kuştin û bêne koçber kirin da ku wan bihelîne.
Ji ber vê siyaseta xapînok dewleta Tirk îro roj girûbên tundirew û terrorîst li dora xwe kom dike, perwerde dike û dibêje kurd terror in û divê tune bibin, tevî ku hemû oldarên resen, zanyar û pêşeng û şoreşgerên ola Islamî Kurd jî hene.
(Ciwan Firat)
18.12.2018
Rojev24