NAVENDA NÛÇEYAN- Bi gefa dewleta Tirk ya êrîşa li ser rojhailatî Firatê zemîn û behaneyan dixe destê xwe ku dibe sedema êrîşa xwe rewa bike. Dewleta Tirk ev demeke civînan bi eşîreyan re lidardixe û desteka êrîşê ava dike. Di dema niha de rol û operasyona li ser rojhilaytî Firatê hatiye guhertin û encamê wê jî biryara vekşandina hêzên Emerîka ji Sûriye bû.
Dewleta Tirk di nava hêzên heremî de ku ji sala 2012 an de mûdaxeleya Sûriye kiriye, her carê û bi şêwazekî nû ku di riya motefîkên xwe yên li heremê de û zemîna êrîşê jî opozisyona bi navê Artêşa azad a ASA ku niha bi navê artêşa Netewî ve tê bi navkirin de pêk tanî. Dewleta Tirk berê wan çeteyên dida heremên Suriyê ên bakur ku carekê Cebhet elnusra, Daiş û ASA bûn ku di riya wan de hewil da taybet heremên bakurê Sûriye bê aram bike û rewşa li wan hereman têk bibe. Di vir de stratejiya dewleta Tirk a kirînê diyar dibe, dewleta Tirk komên çete kirî eger gotin têrê bike jî ew ji bo bercewendiyên xwe da şuxlandin.
Di mejiyê hemû gelê Sûriye de ev pirs tên kirin, çima em ji Heleb, Xuta û Qelemon derketin û çi karê me li warên wekî Efrîn û rojhilatî Firatê heye? Pirsa mezin jî ewe ku me li dijî rêjîma Sûriye şer îlan kir lê niha em li dijî kî şer dikin?
Bê guman bersiva van pirsan girêdayî bercewendiyên dewleta Tirk e ya ku ew kom ji xwe re kire çek, her wiha girêdayî kesayet ango serçeteyên ku ew ketîbeyên ASA birêvedibin.
Hincetên dagirkirina Tirkiye ji herêmê re çi ne?
Ji hincetên ku Tirkiye derbasbûna xwe ya ji heremê re rewa kiriye ewe ku terror li beramberî sînorê wê hene û ev ji bo wê xeterî ye. Di ketina date û naveroka vê behaneyê de emê bibînin ku dewleta Tirk di rastiya xwe de şerê gelê Kurd û Ereb dike ku yekîtiya ku niha li bakur û rojhilatî Sûriye hatiye pêk anîn xera bike. Di derbarê vê mijarê de ji aliyê me ve lêkolînek hate kirin, di lêkolîna me de hate tekez kirin ku li heremên nav borî yên di armanca dewleta Tirk de heremên herî aram û demokratîk li Sûriye ne, çi di aliyê îdarî û çi jî di aliyî leşkerî de be. Kurd û Erebên wan hereman di yek dibistanê de herdu zimanan hîn dibin ku yekîtiya van newtewa ye ku bi xwe re hêzeke ya projeya guhertina hemû rojhilata navîn tîne.
Ji duyemîn behaneyên dewleta Tirk rewşa wan herema ye, dewleta Tirk di vê derê de xwe dirû nîşan dide, eger em li heremên di bin serweriya dewleta Tirk de ên bi navê Mertala Firatê û Efrînê herî dawî bibînin, dê derkeve holê ku pêwîste dewleta Tirk ji wan hereman bi lez û bez tevî çeteyên xwe derkeve. Li wan hereman di serî de gelek ku ne yê wê heremê ye dijî ku di vir de dewleta Tirk di mûdaxeleya xwe ya Sûriye de siyaseta koçkirin, guhertina demografî û dawî jî pişaftin bikaranî. Di wan hereman de rojane bê navber buyerên teqîn, revandin, işkence û diziyê dibin. Di wan hereman de li gorî lêkolînan ti aramiyek tune ye.
Ji sêyemîn û giringtirîn behane jî ewe ku gelê heremên bakur û rojhilatî Sûriye daxwaz û bang dikin ku dewleta Tirk operasyonê bike û heremên wan ji hêzên QSD ê vegerîne. Lewra di vê xalê de jî destpêkê ew kes kî ne yên ku van daxuyaniyan didin. Dewleta Tirk pişta xwe daye eşîre û êlên heremên bakur û rojhialtî Sûriye ku di riya wan de operasyona xwe rewa dike, lê li gorî agahiyên di vê derbarê de hate eşkere kirin ku kesên wan daxuyaniyan didin bi xwe li Tirkiye ne û ji ber Daiş reviya bûn tersî ku dewleta Tirk propoxenda dike ku ew ji ber hêzên QSD reviyane ku ev nakokiyek mezin e. Lewra çavkaniyên teybet ên di civîna Ezazê de ku di 21 kanûnê de hate lidarxistin ji hin eşîreyan re hate tekez kirin ku ewê piştgirî ji dewleta Tirk bistînin beranberî ku ew propoxenda bikin.
Planên lîstikvanên li Sûriye çi ne?
Bercewendiyên dewletên ku di Sûriye de tevdigerin wek, Rûsya, Emerîka, Tirkya û Îran li herêmê pir in û nikarin ji dev xêrên rojhilata navîn berdin, lewma her yek ji milê xwe ve destek dide alîgirê xwe ku herêma rojhilat û bakurê Suriyê bike bin kontrola xwe de, wek ku Rusya destekê dide Tirkiye û dixwaze hêza xwe jî li herêmê belav bike ji ber koalisyona nevdewletî piştevaniya Tirkiye nekir li dijî kurdan, lewra siyaseta Rusya bû destek ji Tirkiye re û Rusya ya ku têkiliyên wê bi koalisyona navdewletî re xerab bûn bi sedema serweriya li Sûiye, Tirkiye li hemberî koalisyonê wek kaxezekî bikartîne. Li gorî agahiyan para dewleta Suriyê û Îran jî di vê operesyonê de heye ku bi vê êrîşê re tetbîqatên xwe xurt û zêde kirine. Li gorî xeteriyên êrîşa Tirkiye ku derbasî xaka Sûriye dibe, heya niha dewleta Suriyê û Rûsya daxuiyanî li hember êrîşa Erdogan nedane, her wiha Emerîka jî bersivek zelal ji bo êrîşê nedaye, ev jê tê wateya ku heya astekî dibe ku Tirkiye êrîş bike, dibe ku ev êrîş ne wek ya Efrîn be lê dîsa jî wê êrîş hebe, her wiha dibe ku Erdogan û Emerîka li ser guhertina rolan û kar dewrin kirin de lihevkiribin.
(Deniz Mihemed)
23.12.2018
Rojev24