LEZGÎN
الرئيسية / Uncategorized / Komên çete 1000 dolar bace ji sivîlan distîne

Komên çete 1000 dolar bace ji sivîlan distîne

EFRÎN- Dewleta Tirk û komên pê ve girêdayî piştî dagirkirina herêma Efrîn kiryarên derheqê sivêlên herêmê de zêde kirin û di vê dema dawî de gihîşt asta jor. Di dema dawî de li ser sivîlan baceyan bi 1000 dolarî feriz dikin.

Di vê hefteyên dawî de herêma Efrîn rastî ne aramiyek mezin hat û li ser rêzekê teqînên bê navber di nava sivîlan de dihatin çêkirin bi agahdariya polîsa leşkerî li herêmê û bi taybet li navenda Efrîn û gundên girêdayî wê. piştî teqîna dawî li navenda Efrînê ya li sûka El Hal polîsa leşkerî berê xwe da gundên ku sivîlên wan di nava teqînê de jiyana xwe ji dest dan, dewleta Tirk û polîsên wê êrîşên xwe birin ser wan gundan (Kurzêlê, Xelnêrê û Qîbarê).

Li gundê Kurzêlê ya girêdayî navenda bajrê Efrînê di 28`ê Berfanbarê de 4 kesên temen mezin hatin binçavkirin û beriya wê bi sê rojan jî 27 ciwan hatin binçavkirin. Çavkaniyê bi navê bavê Dijwar li navenda Efrîn bi cih dibe diyar kir ku ciwanên piştî teqînê hatine binçavkirin niha li zindana dadgehê ne û rastî êşkenceyek bê navbar tên. Dengê êşkenceya wan heta derve jî tê û qêrîna wan bi êvaran sivîlên wê taxê nikarin razên. Her wiha berdewam kir ku çete ji malbatên her kesekî girtî 1000 dolar dixwazin heta wan berdin. Hin kes pere dan ji bo zarokên xwe jî lê dîsa jî nehatin berdan û heta niha di nava wan zîndanan de ne.

Bacan dixwazin û nahêlin sivîl kar bikin

Di heman çerçoveyê de û rewşa sivîlan astengkirin ji hêla dewleta Tirk ve. Beriya vê bi du rojan hemû dîkanên li ser riya Raco ya navenda bajêr û pertalên tê de hatin qeydkirin. Ew gav jî ji bo bacan bi pêş bixin û her dîkanek tev babetên tê de pereyan lê bidin. Ruxmî ku tê zanîn rewşa herêmê ne kirîn û ne firotan tê de heye.

Girêdayî vê yekê wê firina Zere ya di hundir bajêr de ji nû ve vekin. Li gorî karê ku tê de bê kirin jî û firotina ku di dema pêş de çêbibe li ser meclisa herêmî, dewleta Tirk û karmendên di nanpêjê de kar bikin wê rêjeya qezencan bê parvekirin. Ew parvekirin jî wê bi vê rengî be 4 ji sedî ji bo meclisa herêmî be, 4 ji sedî ji bo tirkan be û 2 ji sedî ji bo karmendên nanpêjê bin.

Hêjayî gotinê ye ku di navçeya Şiyê de jî vê Îna derbasbûyî de çeteyên tûgeya Silêman Şah zor û şidet bi kar anîn û gel derxistin ji bo xwepêşandan li dijî derbasbûna rêjîma Sûrî ji herêma Minbicê re nebe. Lê hinek ji gel reviyan û berê xwe dan navenda bajêr ji ber wê jî xwepêşandan bi ser neket û 10 ciwan jî hatin binçavkirin û heta niha cihê wan ne diyar e.

(Ayhan Mistefa)

30.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Video-Jinên Efrînê bi keda destên xwe alîkariya şervanan dikin

NAVENDA NÛÇEYAN- Êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayê wê bi armanca tune kirina Kurd ev …

اترك تعليقاً