LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Pêşmergeyên Roj û sozên dewleta Tirk!

Pêşmergeyên Roj û sozên dewleta Tirk!

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk dest avête hejmarek ji ciwanên koçber ên Rojavayê Kurdistanê û di bin navê Pêşmergeyên Roj de bi pereyên zêde bi çek kir û ji bo xwe bikaranî. Îro bi gefên li ser Rojava wan dixe rojevê lê di esas de piştî têkçûna wê ya derbasbûna Bakurê Sûriye dixwaze bi riyên din derbas bibe.

Pêşmergeyên Rojava yên ku di sala 2012`an de hatine avakirin li ser destên cîhaza istixbarata MÎT`a Tirkiyê bi awayekî aktîv dikevin bin tevger û fermanên dewleta Tirk de. herî dawî bi dagirkirina herêma Efrînê, di bin navê rizgarkirina herêma Efrîn de pêşmergeyên Roj bi kar anîn, lê niha ew pêşmerge li ku derê ne û çi karî dikin û gelo li Efrînê heliyan an winda bûn??

Pêşmergeyên Efrîn li kuderê ne?

Di sala 2014`an de hejmara 1000 ciwan ji navçeyên Şêrewa, Mabeta, Raco, Şiyê û Navenda Efrîn ber bi başûrê Kurdistanê ve çûn. Li wê derê jî hatin perwerdekirin, perwerdeya wan jî di asta leşkerî û siyasî ku çawa li beramberî fikira Netewa Demokratîk rawestin hate pêk anîn.

Kesê bi navê E.C ji navçeya Raco ye ji me re diyar kir ku ” Ez di sala 2014`an de derbas perwerdeya pêşmergeyên Rojava bûm, li herêma Xarzî me perwerdeya xwe dît. Di çerçoveya vegera me ji herêma Rojava re û her kes li cihê ku jî hatiye bi cih bibe û weke muxabir kar bike em hatin erkdar kirin. Perwerdeya me ji hêla zabitên Tirk ve hate dîtin û heta derçûna me jî. Di roja roja girtina perwerdeya me jî berdevkê Artêşa Tirkiyê Nejdet Ozel amade bû û bi gotina ku em ê şerê terorê li her derê bikin perwerdeya me bi dawî bû. di dema operesyona li ser Efrîn de me got em ê di nav de cihê xwe bigrin û em ê bibin xwedî vîn li vê derê û wê me weke Artêş li vir îlan bikin, lê niha nahêlin em tevger bikin bi rihetî. Her wiha dema destpêkê hatin gel me û ji me xwestin em navê sivîlan bidin ên ku di nava rêvebiriya Xweser de cihê xwe digrtin”.

Biratiya me kirin armanc”

Di heman çerçoveyê de B.M ji navçeya Şiyê ji me re axivî û wiha anî ziman: ” di sala 2014`an de ez û deh kes ji navçeya me derbasî perwerdeya Pêşmergeyên Roj bûm. di perwerdeyê de bi taybet li ser xala ku em çawa di nava sîstema Rêvebiriya Xweser de cihê xwe bigrin û agahiyan kom bikin derbarê herêmê û sîstema ku tê birêvebirin em hatin hişyar kirin. Em vegeriyan û her em di têkîliyê de ma bûn. piştî ku operesyona li ser herêma me dest pê bû me dît ku biratiya me di herêmê de hate armancgirtin û bi lêdana wan qet ferq nedixistin ku em pêşmergeyên dewleta Tirk bûn. Niha jî em li mala xwe rihet nikarin razên ji ber ku bê cudahî îşkence û binçavkirin li herêma Efrînê li ser her kesî dikin. Min navê xwe negot lê ez bangewaziyê ji Pêşmergeyên Roj dikim ku nekevin xefxa ku em ketin û xwe nekin destê kêrê di kuştina gelê xwe de”.

(Ayhan Mistefa)

03.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً