LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bêdengiya Tirkiyê û tunekirina çeteyan !!!

Bêdengiya Tirkiyê û tunekirina çeteyan !!!

NAVENDA NÛÇEYAN- Pêngavên nû li gundewarên parêzgehên Heleb û Idlibê dest pê dibin. Di van rojên dawî de pevçûnên giran di navbera rêxistina Zinkî û Heyit Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk derketin holê, lê ev yek li ber bê dengiya Tirkiyê rawestî, gelo Tirkiyê îro dev ji komên ku ava kirine berda?

Di dîroka 28`Berfanbara 2018`an de pevçûnên giran di navbera rêxisitina HTŞ û Tevgera Nûr El Dîn El Zinkî de dest pê kir. Ev pevçûn jî di çerçoveya gundewarên Heleb û Idlibê de bûn. piştî ku pênc çete ji nava rêxistina Heyit Tehrîr El Şam ve hatin kuştin ev rêxistin xwe amade kir da ku êrîşî herêmên El Zinkî bike, ji ber serbendên ku xwestine rasdestî wan nekirin. Bi destpêka sala nû jî HTŞ êrîşa xwe li ser bajaroka Dart Izê ya girêdayî parêzgeha Idlibê ve îlan kir. Êrîşa wan jî bi tank, tiving û topan bi ser wan Zinkî ve çûn. Pevçûn heta herêmên Şêx Silêman, Bestron û hawirdora çiyayê Şêx Berekat jî çû.

Çima bêdengiya Tirkiyê ?

Beriya demekê dewleta Tirk hewildana sipîkirina rûya xwe di herêma Efrînê de dikir. Ev gav jî bi helandina fesîleyên El Şerqiyê kir. Beşek ji serçeteyên wan hatin binçavkirin û beşa dîtir jî di nava fesîleyên dîtir de hatin bicihkirin, lê heta niha jî kiryarên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê berdewam dikin.

Dewleta Tirk piştî ku operesyona li ser herêma Rojhilata Çema Firatê vala derket bi komên çekdar ên ku li herêmên Mertala Firatê û Şaxa Zeytûnê de ket nava nakokiyan û komên çete yên li herêmên navborî xwestin dûr bikevin. Yek ji wan jî Nûr El Dîn El Zinkî bû. Lê dewleta Tirk ji bo ku rê li pêşiya veqetînê bigre bi perspektîvên xwe berê HTŞ û hin çekdarên ji herêmê Mertala Firatê dan ber El Zinkî.

Ruxmî ku êrîş û pevçûnên ku çêbûne jî li bajaroka Dart Izê nêzî noqteyên çavdêriya dewleta Tirk bûn, lê ema dengê xwe nekir ji ber ku dizanî wê bê tunekirin û helandin. Ev yek jî duh bi awayekî eşkere xuya bû piştî ku Tevgera Nûr El Dîn El Zinkî biryara xwe helandinê da, hin serçeteyên wan berê xwe dan herêma Efrîn navçeya Cindirêsê û beşek ji wan dîl hatin girtin li gel HTŞ û bşa mezintir jî hatin kuştin di pevçûnan de.

Ji bilî vê yekê sivîlên ku li herêmên pevçûnan dimînin daketin xwe pêşandinê li dijî rêxistina HTŞ`ê û bi silogana ku em wan naxwazin bila artêşa netewî me xilas bike ji ber ew rêxistinek girêdayî terorê ne bang dikirin. Lê heta niha jî bersivdayîn ne ji hêla artêşê û ne ji hêla dewleta Tirk ve hate dayîn û sivîl di bin rehma xweda de mane.

Lêdana Rûsiya bi zanîna dewleta Tirk bû

Duh balafirên Rûsiya careke din li ser herêmên Idlibê û Helebê jî geriya her wiha hin noqteyên çeteyan jî hatin armancgirtin. Weke bajaroka Dart Izê û dundewarên girêdayî Idlibê hatin topbarankirin di encamp de jî gelek kuştiyên çeteyan çêbûn. Ev yek diyar dike ku Rûs bi zanabûna dewleta Tirkiyê êrîşên xwe li ser van herêman kir, ji bo piştgiriya tunekirina El Zinkî bike û qadê ji HTŞ`ê re vebike.

Her wiha bi vê gavê xuya bû ku Rûsya vedigere rêça Asîtana. Bi erêkirinek Tirkî berê xwe da tunekirina hin rêxistinên di nava Eniya Netewî ya Rizgarkirinê. Dibe ku ji vê yekê bêtir jî birina hin herêmên nêzî riya diwalî di navbera Heleb û Idlibê ve û kontrolkirina wê di bin serweriya hêzên Rûsî-Sûrî.

Bi her awayî vekirina deriya operesyona Idlibê wê bi amûr û rengên cuda cuda bin. Di heman çerçoveyê de wê Sûriyê ber bi pêvejoyek nû bibe.

(Raperîn Gerzan)

06.01.2018

ROJEV24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً