LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Rojhilatê Firatê Firansa çi rolê dilîze?

Li Rojhilatê Firatê Firansa çi rolê dilîze?

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî biryara Emêrîka ya vekşandina hêza welatê xwe ji nav axa sûriyê, welatê Firansa biryara mayîna hêza xwe li sûriyê ragihand. Tirkiye di daxuyaniyên xwe de vê hêzê biçûk dibîne û ti hesabê jêre nake, lê li gorî faktor û buyerên ku li ser erdê diqewimin de diyar dibe ku Firansa rola xwe ya derenghiştina vê operasyonê lîstiye. Lê di nava lêkolşna vê mijarê de jê derdikeve holê ku Firansa di Sîriye de xwedî projeya li dijî Rûsya û Tikriye ye.

Li gorî biyara Emerîka ya ku ji aliyê Serokomarê welatê ve Tramp ve hatiye dayîn di 19 Kanûnê de, gelek analîzvanan di vê derbarê de eşkere kirin ku Ferinsa dikeve dewrê û ji aliyê Ferensa de jî daxuyaniyên dijî Tirkiye hatin dayîn, lewra ev cihê pirsê ye çima Ferinsa li Sûriye bi Tirkiye re dikeve pêşbaziyê de.

Gelek faktorên raste rast û ne rasterast jî hene ku dikarin hebûna hêza Firansayê bi aweyekî yekser li Sûriyê bi taybet li rojhilatê Firatê mayînde bike û bi taybetî li bajarê Minbicê , dibe ku yekemîn ji van faktoran ew be ku Firansa daxwaza avakirina dîzayenekî bi aweyekî raste rast li dijî  Rûsya li ser bingeha ewlehiya di deriya navîn û geo-aborî li aliyekî din de û li dijî pêşbaziya Tirkiyê ji welatê xwe re li Lîbyayê di aliyekî din de, wekî ku Tirkiyê piştgiriya hikûmeta Terablûsê li dijî hêzên Hefter ya ku ji aliyê firansayê tê piştevanîkirin di welatê Lîbiya de.

Diyare ku welatê Firansayê hewl dide ji bo parastina hebûna xwe ya raste rast li Sûriyê bi piştgiriya hêzên QSD ê li herêmê ji bo bikaranîna kaxezeke zextê û dîzayina tevgera hêzên pêşbaziya welatê Firansayê li cihên din be.

Gelo Firansa dikare operasyona leşkerî ya Tirkiye rawestîne?

Eger em bigrin dest ku tevgera operasyona dewleta Tirk rast be, ew nayê xuya kirin ku operasyonên Tirkiye li tevahî xeta bakûr û rojhilatê sûriyê be, lê li gor dilê wan ew dibêjin wê tenê li hinek deveran pêk were .

Li gor rewşa geopolîtîk ya herêmê gelek siyasetmedar piştrast dikin ku welatê Firansa dikare operasyona Tirkiyê rawestîne û li ser vê fikrê çend faktor hene ku vê şîroveyê digre nava xwe de:

  • Welatê Firansa yê di qada navnetewî de welatê sereke ye ku li hemberî Tirkiyê li herêmê ye, lê Firansa dikare bi rêbazên diplomatîk ên bi Emerîka û welatên din ên Ewrupayê re Tirkiyê tengav bikin û li dijî operasyona leşkerî bisekinin.
  • Daxwaza Firansa ya ji bo bihêzkirina rola xwe di warê stratejeya hevpeymaniyê bi Emêrika re bi taybet di warê ewlehî, dîplomasî û mercên aborî de bêyî mercên ku Tirkiyê li ser Emêrîka ferz bike di gelek rewşan de.
  • Mijara vekşîna hêzên Emerîkayê ya nakok dibe ku rê nede Firansa û Tirkiyê ku rû bi rû hev werin di bin sûdgirtina hinek faktoran de û ew jî ev in:
  • Rola kendava Ereban ya darayî, zexta Ewrupî û Israîlê li ser rêveberiya Emerîkayê ku hin hêzên lêşkerî yên Emêrîka û welatên din li ser sînorên Sûriyê bimînin.
  • Daxwaza Emerîkî sazmûnî û îdarî da ku bandorek an jî tinekirina hebûna hêzên Iranê li sûriyê
  • Kişandina hêzên Emerîkî ya dem derêj û avakirina baragehên leşkerî li ser sînorê Iraq – Sûriyê ji aliyê Emerîkayê û bi erêkirina welatê Iraqê li ser aktîvkirina barageha leşkerî ya Emerîkî “barageha Esed” li bajarê Enbarê ya nêzî sînorê sûriyê tê wata ku hêzên Emerîkî dikarin rola ewlkariyê ji bo rojhilatê Firatê ji dûr de bişopînin.
  • Hemî zevîyên petrolê li aliyê rojhilatê firatê ne ku Emerîka hewldide sûd ê jê

Wekî encam diyar dibe ku welatê Firansayê hewl dide ku roleke aktîv di rojhilata navîn de bilîze û bi taybet di Sûriyê  û Tirkiyê de, vê yekê ji xwe re dibîne wekî pêşbazî li ser bingehên faktorên ku di herêmê de diqewimin di aliyê ewlekarî û dîplomasî di ber çavan re derbas dike, ji bilî wê tê xuyakirin ku eger dewleta Tirk operasyoneke li ser bajarê Minbicê li dar bixea bê ku hevrêziyê bi Firansayê re bike, di wê demê de Firansa dikare bi rêbazên cûda yên îstîxbaratî mudaxele bike û bingehê hêzên leşkerî yê sîstematîk bi vî awayî hilweşîne.

(Reşa Elî)

07.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً