QAMIŞLO –Piştî biryara komîteya KNK a vekirina hemû ofîsên partiyên siyasî, Partiya Yekîtî ya ENKS daxuyanî da û îdaa kir ku Asayîşa Bakurê Sûriye rê nade ku ofîsên xwe vekin. Di vê derbarê de Asayîşê ev yek red kir û got ev daxuyanî dûrî rastiyê ne, ji aliyê endamekî PYKS ve hate gotin ku ji ber belavbûna endamên partiyê li dervey Rojava ti kes tune wan ofîsan veke.
Di 5 Çileyê de ji aliyê KNK ve komîteyek hat avakirin û di riya wê komîteyê re biryar hate girtin ku hemû ofîsên partiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriye werin vekirin ku di nav wan de ên bê ruxset jî. Di vê derbarê de li ser daxuyaniya rêveberekî Partiya Yekîtî de li ser Kenala Rudawê diyar kir ku Rêveberiya xweser ya Bakurê Sûriye, nehîşt Partiya Yekitiya Kurdistanî-Sûriye (PYK-S) ofîsa xwe ya li Qamişlo veke. PYK-Sê di daxuyaniyekê de ragihandiye, dema ew çûne ofîsa xwe vekin rastî berteka rayedarên rêveberiya xweser hatine.
Fermandariya Asayîşê daxuyaniya PYKS derwand
Girêdayî vê mijarê hate tekez kirin ku KNK ev briyar ji bo hemû partiyan bê ferq û cudahî derbasdare, lê ev ji aliyê Partiya Yekîtî ve hate gotin ku rêveberî rê nade wan ku navendên xwe vekin. Di riya peywendiya malpera me ya bi fermandariya Asayîşê re hate eşkere kirin ku ew nêzî ofîsên Partiya Yekîtî nebûne ji ber ku ti biryar ji bo rê li ber girtinê ji wan re nehatine.
PYKS çima ofîsên xwe piştî daxuyaniyên şermezarkirinê venekir?
Ji dema girtina ofîsên partiya Yekîtî ya şaxê Ibrahîm Biro di nava ENKS de daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn û tê de rêveberiya nav borî bi rê li ber siyasetê girtin bi nav kir. Lê piştî biryara vekirina hemû ofîsan û di nav de yên PYKS de navendên xwe venekir û ew jî li gorî agahiyên ji nava endamekî berê yê partiyê ku diyar kirin ji ber belavbûna endamên wê li dervey Rojava ku û ti kes tune ye ku wan ofîsan birêve bibe.
Girêdayî heman mijara vê partiyê hate tekez kirin di riya çavkaniyên taybet de ku di nava refên wê de nakokî di dema dawî de zêde bûne û ew jî ji ber piraniya endamên wê li dervey Rojava ne.
(Rêvana Mêrxas)
07.01.2019
Rojev24