LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / “Dewriyên Rûsyayê destpêkirin, rêkeftin ne tenê ji bo Minbic e”

“Dewriyên Rûsyayê destpêkirin, rêkeftin ne tenê ji bo Minbic e”

NAVENDA NÛÇEYAN– Daxuyaniyên ku dawî ji hêla dewletên Amerîka û Tirkiyê derketin bûn sedema pêşketin, avakirina têkîliyan û guhertinên bingehîn di herêmê de. Ev yek bi taybet li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bandor kir û pêvejoya herêmê derbasî qonaxeke nû kir. Ev pêşketin bi çi rengî bûn û bi kîjan aliyan re bûn?

Di bin navê yekîtiya xaka Sûriyê û na ji bo perçebûyînê re rêzecivîn hatin pêşkêşkirin di van deman de. Yek ji bûyerên ku bi awayekî pir eşkere û normal jî hate kirin ew bû ku civîn û hevdîtinên di navbera rêjîma Sûrî û Rêvebiriya Xweser de bûn. Rêveberiya xweser a ku rêvebiriya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike tevî aliyê wê yê leşkerî QSD`ê bi rêjîma Sûriye re di nava hevdîtinan de ye.

Di çerçoveya parastina yekîtiya xaka Sûriyê û li beramberî êrîşên heyî ji hêla dewleta Tirk û komên çete yên pê ve girêdayî hevdîtin di navbera rêjîma Sûrî û Rêveberiya xweser de hatin lidarxistin. Di encama van civînan de biryara derbasbûna Rêjîma Sûrî ji noqteyên li eniya Mertala Firatê û Meclisa Minbicê de pêk hat.

Derbarê vê yekê de Berdevkê Fermî yê hêzên YPG Nûrî Mehmûd diyar kir ku bi erêkirina wan rêjîma Sûriye derbasî sînorê di navebera meclisa Minbic a leşkerî û Mertala Firatê bûne. Her wiha Mehmûd amaje bi wê yekê kir ku ji bo parastina sînorê Sûriyê ti carî li beramberî hevdîtinên bi rêjîmê re rê negirtine û her ew amade ne ji bo hevdîtinan û rêkeftinan.

Ji bilî vê yekê li gorî destûra Sûriyê Babeta yekemîn ji nirxên bingehîn fesla yekemîn ji rêgezên siyasî zagona yekê dibêje” dewleta Sûriyê bi awayekî giştî serweriya xwe li ser xaka Sûriyê heye û ev xak ji bo perçebûyînê ne mumkine û nabe perçeyek jê bê dagirkirin”. Li gorî vê babetê artêşa Sûriyê derbasî sînora Minbicê bû û parastina sînor bi hêzên meclisa leşkerî ya Minbicê re kirin.

Nûrî Mehmûd di nava axaftinên xwe de diyar kir ku ev têkîlî û qebûlkirina wan ji vê yekê re wê ne ji bo Minbic tenê be lê hemû bajar û parêzgehên di bin dagikeriya Tirkiyê û komên çete de armanca rizgarkirinê ne. Mehmûd tekez kir ku ew nahêlin ku Cereblus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlibê veqetin û di bin dagirkeriyê de bimînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro cara yekemîne ku dewriyên Rûsyayê li ser sînorê bajarê Minbicê dest bi tevrgera xwe kirine. Ev daxuyanî li ser zimanê rêvberiya polîsa Rûsyayê hate dayîn ku ew fermî dest bi dewriyên polîsî dikin

08.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً