LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di Çapemeniya Kurdî de giringtirîn mijarên îro

Di Çapemeniya Kurdî de giringtirîn mijarên îro

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo dest bi gera Rojhilata Navîn dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ber bi Rojhilata Navîn ket rê û yekem car serdana Urdinê dike. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja Duşemê ligel hevjîna xwe Susana ber bi Rojhilata Navîn kete rê û biryar e ligel serok û berpirsên bilind ên çendîn welatên navçeyê bicive. Piştre serdana her yek ji Erebistana Siûdiyê, Qeter, Îmarat, Behreyn, Kuwêyt û herwiha Umanê jî dike.

Di serdana xwe de Wezîrê Derve yê Amerîkayê çendîn pirsên taybet bi navçeyê wek rewşa Yemen, Sûriye û Iraqê ligel welatên Erebî gotûbêj dike. Serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo welatên Erebî yek hefte ye û heta 15ê vê mehê li Rojhilata Navîn dimîne.

Pompeo: Ji bo parastina Kurdan Trump garantî ji Erdogan wergirtiye

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo berî ku serdana 8 welatên Rojhilata Navîn bike derbarê peywendiyeke telefonî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de daxuyanî da. Mike Pompeo got ku Trump di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan garantî wergirtiye ku piştî vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, dê Kurd li wî welatî parastî bin.

Bolton dawî li serdana xwe ya Tirkiyê anî  

Recep Tayyip Erdogan biryar bû ku li gel Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê John Bolton bicive, lê belê ji ber mercê Amerîka bo parastîbûna Kurdan li Sûriyê, Erdogan amade nebû ku bi Bolton re bicive û hevdîtina navbera wan hate hilweşandin.

Piştî hilweşandina civîna li gel Erdogan, Bolton jî yekser dawî bi serdana xwe ya bo Enqerê anî û Enqere terikand. Bolton di serdana xwe ya bo Tirkiyê de, tenê bi Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin re hevdîtin pêk anî, ku biryar bû piştî civînê herdu alî beşdarî di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de bikin, lê belê ev konferansa rojnamevanî jî nehate encamdan.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî îro di gotarekê de li nav civîna fraksyona AK Partiyê li parlamentoya wî welatî ragihand: “Tirkiye hemû amadekarî kirine bo şerê dijî DAIŞê li Sûriyê, ew jî piştî biryara Amerîka ya bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê.”

Erdogan herwiha diyar kir: “Em dê hemû komên terorîstî li Sûriyê ji nav bibin, eger grûpên din ên terorîstî jî hebin, wê demê Tirkiye bi erkê xwe dizane ku rûbirûyê wan bibe û wan ji nav bibe.

Civîna Çapemeniyê ya Îbrahîm Kalin piştî hevdîtina bi şanda Amerîkayê re

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin piştî hevdîtina bi şanda Amerîkayê ya bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Sipî John Bolton re civîneke çapemeniyê saz kir.

Îbrahîm Kalin derbarê hevdîtina bi şanda Amerîkayê re wiha got: “Em ji ber biryara vekişîna Birêz Trump razî ne lê ev dê çawa be, li pey xwe rêxistinbûneke çawa bihêle, bi taybetî ew çekên hatibûn belavkirin dê çi bibin û lazim e rewşa baregehên leşkerî û navendên lojîstîkê yên Amerîkayê yên li wir ku dê çi bibin jî bê eşkerekirin. Di vê civînê de em li ser van mijaran bi berfirehî sekinîn.”

Kalin anî ziman ku Tirkiye ji bo li Sûriyeyê zirar negihêje can û malên sivîlan çi dikeve ser milan dike û got ku dê ji vir pê de jî bike û wiha pê de çû: “Kurdên wê derê jî tê de ji bo pêkanîna ewlehiya can û malên sivîlan Tirkiye welatê ku herî zêde hesasiyetê nîşan dide ye. Lê bila ti kes li bendê nemîne ku Tirkiye garantiyê bide rêxistineke terorê, bi hincetên rewa bike.”

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê derbarê daxuyaniyên ku dibêjin “Tirkiye here Sûriyê dê Kurdan qetil bike û zirar bigihêje Kurdan”  de got ew propagandaya PKKê ye.

Îbrahîm Kalin destnîşan kir du dosye dane Boltan û di dosyeyekê de wan behsa kiryarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kirine.

Kalin li ser pirsa der barê çekên ku Amerîkayê dane YPGyê de wiha got: “Hêviya me ew e hemû çek bên komkirin. Gotin em li ser vê dixebitin, lê hûrgilî wê di rojên pêş de eşkere bibin. Ya herî girîng ew e ku dema ji vir bê vekişîn li pey xwe dê çi û bi çi awayî bihêle, dê çek bên berhevkirin an na, rewşa baregehên Amerîkayê yên li wir dê çi bibe û Amerîka dê ji bo YPG û angajmanên wê ku bi rastî jî ji hêla darayiyê ve êdî bûye barekî giran dê çi bike, mesele ev in. Rojhilatê Feratê ji hêzên terorê û gefên wan paqijkirinê jî bi tevahî girêdayî vî şertî ne.”

Berdevkê Serokomariyê Kalin der heqê çekên ku dane hêzên li Rojavayê Kurdistanê de  jî got: “Em li bendê ne ku ev werin berhevkirin û bi temamî werin berterefkirin, ji destê PYD/YPGyê werin derxistin. Ji bilî vê jixwe ne pêkan e ku em alternatîfeke din qebûl bikin.”

Berdevkê Serokomariyê Kalin li ser pirsa hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Bolton de wiha axivî: “Birêz Serokomarê me sozê hevdîtineke piştrastkirî nedabû Birêz Bolton.” 

Erdogan: Em daxuyaniyên John Bolton qebûl nakin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Parlemantoya Tirkiyê di civîna Ak Partiyê de gotara xwe ya heftane pêşkêş kir û got: “Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton şaşitiyeke mezin kiriye dema got divê hevalbendên wan yên Kurd bên û beyî mîsogerkirina  parastina Kurd ji Sûriyê venakişin.”

Erdogan careke din gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser rojhilata Firatê xwar û got: “Em ti carî gav bi paş ve navêjin, ew kesên karîdora terorê li Sûriyê çêkirine dê dersên pêwîst bibînin. Li cem me PKK, PYD, YPG û DAIŞ yek in û tu cudahî di navbera wan de nîne.”

Herwiha got: “Amerîka li Minbicê gelekî me mijûl dike, lê dîsa em bi pêş ve diçin. Ji bo rojhilata Firatê em bibiryar in û hemû cîhan vê yekê dizane.” Got jî: “Di pêwendiya telefonî ya bi Trump re dîrokî ye û min nerazîbûnên xwe bi aşkere gotin ku ji bo şerê li dijî DAIŞê pêwîstiya we bi PKK û PYDê nîne. Tirkiye bi artêşa Azad a Sûriyê re dikare êrîşî DAIŞê bike.”

Amaje bi pêwendiya telefonî ya bi Serokê Amerîka Donald Trump re kir û got: “Her çi em bi Trump rêkeftibûn, lê ji aliyê berpirsên din ên Amerîkarê ve dengên cuda tên. Biryara Trump a derbarê Sûriyê ji bo me referansa sereke ye. Li gor rêkeftina min bi Trump re me amadekariyên xwe ji bo operasyona li dijî DAIŞê kirine. Herwiha bi DAIŞê re em ê li dijî PKK û YPGê jî gavan bavêjin. Di demeke nêzîk de ev rêxistinên terorîst li ser xaka Sûriyê tên jinavbirin.”

Got jî: “Hin bêbextî li Tirkiyê tên kirin û dibêjin Tirkiye dê Kurdan bikuje, lê ew rastiya Sûriyê dizanin çi ye. Ew ên zanyariyên wan zêde li ser Sûriyê tune ne, dixwazin civaka navnetewî bixapînin. Em ne Kurdan dikujin, em teroristan dikujin.”

Ketina rêjeya Leyreya Tirkiye bandorê li bazarê dike

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, nizimbûna buhayê lîreyê Tirkiyê, bandoreke xirab li ser tevgera bazarê û aboriya wî welatî kiriye û bûye sedema bilindbûna rêjeya enflasyonê.

Meha Tebaxa sala derbasbûyî, ji ber hebûna nakokiyan di çend mijaran de, alozî di navbera Enqerê û Waşingtonê de derketin, bi awayekê ku Serokê Amerîkayê Donald Turmp cezayên aborî bi ser Tirkiyê de sepandin, û ew jî bû sedem ku buhayê lîreyê Tirkiyê  bi awayekê berçav dakeve. Tevî ku piştire peywendiyên herdû aliyan de heya radeyekê asayî bûn, lê nizimbûna buhayê lîreyî li hember dolar, ne gihîştiye asta beriya aloziyan. Nearamiya di buhayê lîreya Tirkiyê de bûye sedem ku nearanî di rêjeya Enflasiyonê de an ku Helawsanê de dirût bibe, vê yekê jî bandoreke nerînî li ser bazara hejmareke kargeh û kompaniyên berhemanînê kiriye û karên hinek ji wan jî rawestandine.

Li Iraqê tirs ji bihêzbûna DAIŞê heye

Pisporê Warê Terorîzmê, Hîşam El-Haşimî ragihand: “Ew serkeftina leşkerî ku di Kanûna 2017ê de hat ragihandin, tekezî li ser şikestina DAIŞê dikir, lê tenê di warê leşkerî de. Metirsî ew e ku ew rêxistin şerê dijminkarî pêk bîne û şaneyên nivistî wan riyan didin pêşiya xwe ku bikaribin xelafetê çêbikin. Ji xeynî wê, ev rêxistin nikare dest deyne ser ti beşekî welat, heta ew hemû hêzên ewlekariyê hebin ku gelekî pêşketine û ew hozên li navçeyê ne dikarin di şerên nenormal de biserkevin.”

Niha li Iraqê DAIŞê awayê êrîşên xwe guhertiye û li cihê kontrolkirina navçeyan, êrîşên ji nişkê ve dike. Pisporekî warê ewlekariyê jî dibêje, vê dawiyê êrîşên ji nişkê ve yên çekdarên DAIŞê hebûn, li Neynewa ev taktîk hatiye bikaranîn û hejmareke zêde ya endamên DAIŞê li Sûriye û Iraqê mane.

Pisporê Ewlekarî û Leşkerî, Dr. Emîr El-Seîdî jî dibêje: “Ligel ragihandina serkeftinê jî berê Dr. Ebadî û piştre Ebdûlmehdî hişyariya wê yekê dank u şerê emnî û aramiyê ligel rêxistinên terorîst bidawî nebûye. Herwiha li gor wan raporên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û yekeyên stratejîk ên Pentagonê ve hatine belavkirin û li gor wan zanyariyên ku di medya Amerîkî de hatine belavkirin, 13 hezar heta 14,500 endamên DAIŞê li Sûriyê û 17 hezar endam li ser axa Iraqê hene û evna jî hejmareke gelekî girîng e.”

Asayîşa YNKê fîlma Sakine Cansizê qedexe kir

Rêveberiya sînemaya Salim ya bajarê Silêmaniyê ragihand, îro danê sibê komek çekdarên asayişa YNKê avêtin ser sînemayê û salon girtin. Biryar bû fîlmeke li ser jiyana Sakîne Cansiz, ku roja 9 Çileya 2013 li Parîsê ligel du hevalên xwe hatibû terorkirin, were nîşandan.

Tê gotin ku ev kiryarên YNKê jî di çarçoveya rêkeftina YNK û Tirkiyê ya li dijî PKKê de ne.

Li Îdlibê Rejîma Sûriyê operasyonek da destpêkirin

Bi dijwarbûna şerê navbera komên çekdarên muxalîf ên Tirkiye piştgiriya wan dike û rêxistina Heyet Tehrîr Şam re, artêşa Sûriyê jî kete nav liv û tevgerê û operasyoneke berfireh li dijî muxalîfan da destpêkirin. Li gor çavkaniyên medya erebî, artêşa Sûriyê li bajarê Hemayê li dijî muxalîfan amadekariya operasyoneke mezin dike û ligel wesayîtên leşkerî bi sedan leşkerên xwe şandin herêma Sahel el Ghab a bakurê rojavayê Hemayê. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku artêşa rejîma Esed operasyoneke berfireh li dijî muxalîfan daye destpêkirin û balafirên Rûsyayê jî hatine rakirin. Herwiha amadekarên operasyonê li Idlibê jî berdewam dikin û hat destnîşankirin ku 45 hezar leşkerên rejîma Sûriyê ji bo operasyonê di amadebaşiyê de ne.

Leşkerên Rûsyayê li Minbicê dest bi çavdêriyê kir

Peyvdarê Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê Yusuf Mamatov ji rojnamevanan re ragihand, tîmên wê li bakurê Minbicê dest bi gerên çavdêriyê kirine, erkê wan jî kontrolkirina ewlehiyê û çavdêrîkirina tevgera grûpên çekdar e. Da zanîn, yekem tîma Polîsa Leşkerî ya Rûsî di navbera gundê Wêran, Ecemî û Wêlanlî bi dehan kîlometro çûnhatin kiriye. Gerên din jî dê xetên cuda bigirin ber.

Yusuf Mamatov amaje bi wê jî kir, endamên Polîsa Leşkerî ji rûniştvanên navçê zanyariyan li ser komgehên çekan û cebilxaneyên ku çekdaran li şûn xwe hîştine û hîna neteqîne werdigirin, ji bo wan pûç bikin.

Çiya Kurd: Bi Navbênkariya Rûsya em ê li gel Rêjîma Sûriyê li çareseriyekê bigerin

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd der barê danûstandinên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê de tekez kir ku ew di binavbênkariya Rûsyayê li gel Rêjîma Sûriyê çareseriyeke siyasî giftûgo dikin.

08.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً