LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Endamên DAIŞ xwe radestî hêzên QSD’ê dikin

Endamên DAIŞ xwe radestî hêzên QSD’ê dikin

DÊRAZORÊ– Pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyê Demokratîk û terorên DAIŞ`ê de li herêmên dawî ku hebûna DAIŞ tê de maye, zêde dibe. Di heman demê ku DAIŞ sivîlan bi kar tîne HSD`ê wan rizgar dike û bi ewle dike.

Di berdewamiya operasyona hêzên QSD ê ya bi dawîkirina terorê ku şer li dijî çetetên DAIŞ ê li gundewarê Dêra zorê dimeşîne de gelek heremên stratejîk û herî dawî ElŞe’ifa hatine rizgar kirin. Bi pêşketina vê hêzê bi piştevaniya hewayî ya hêzên hevpeymana dijî terorê de, çeteyên DAIŞ di rê û rêbazê xwe de guhertin pêk anî û ji ber tengaviya ku jiyan dike di nava rojên dawî de gelek endamên wê xwestin ku radestî hêza QSD ê bikin.

Kontrolkirina El Şe`ifa û hejmarek ji cebilxane û tunelan

Ev du roj in şerên giran di navbera QSD’ê û DAIŞ’ê de bi dijwaiya xwe berdewam dikin. Di encama van pevçûnan de bajaroka El Şe`ifa ji hêla QSD`ê ve hate rizgarkirin. Di encama rizgarkirinê de bi dehan kuştî û birîndarên DAIŞ`ê çêbûn. Di heman çerçoveyê de jî beşek ji wan xwe radestî hêzên QSD`ê kirin. Herêma ku hatiye rizgarkirin ji herêmên girîngtirîn bûn ji DAIŞ’ê re. Di nava bajêr de bi dehan tunelên wan hatin dîtin, ku di nav wan tunelan de bi sedan teqemenî hebûn.

Endamên DAIŞ’ê xwe radest kirin

Çavkaniyên hundirîn dan zanîn ku sivîlên mayî di nava pencên DAIŞ de ji bo parastina xwe dikin mertalên zindî da ku êrîşên hewayî bi ser wan ve neyên. Lê dîsa jî bi her awayî sivîl ji wan direvin û xwe radestî QSD`ê dikin. Heta bi revîna sivîlan ji herêmên DAIŞ`ê hin çeteyên girêdayî wan tevî sivîlan derdikevin û direvin ji wan hereman.

Çavkaniyê bi navê Ebû Mihemed Xelef ku ew û malbata xwe bi dizî ji wan herêman xilas kirin da zanîn ku dema ew derketine, çeteyên DAIŞ`ê nîqaşa xwe radestkirinê dikirin. Beşek ji wan dixwazin xwe radest bikin da ku xwe biparêzin lê beşek jî vê yekê qebûl nake û dibêjin em ê li ber xwe bidin. Xelef da zanîn ku eger bi vê awayî çeteyên DAIŞ biçin wê veqetandinên mezin di nava refên wan de derbikevin di dema pêş de.

08.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً