HELEB– Pêşveçûnên vê dema dawî bûn cihê metirsiyê li ba sivîlên li gundewarên Helebê û herêmên pêve girêdayî. Bi girtina hin herêman ji hêla HTŞ`ê ve, ew herêm ji xeteriyekê derbasî yek din bûn. her wiha di vê sînorê de wê raneweste, gelo ev girtina herêmên di bin serweriya komên din û hêzên din wê rastî êrîşekê ji hêla HTŞ`ê ve bê yan na?
Ev çend rojin li gundewarê parêzgeha Helebê şer û pevçûn di navbera komên girêdayî Tirkiye yên Tehrîr elşam û Elzinkî de derdikevin, di encama van pêşketin û guhertinên dawî di herêma Heleb û li gundewarên pêve girêdayî de, her wiha li gundewarên parêzgeha Idlibê, hin agahî di riya çavkaniyên taybet de hatin bi dest xistin û hate eşkere kirin ku qada serweriya Cebhet ElNusra ango Heyet Tehrîr Elşam fireh dibe ku li beramberî wê Elzinkî ber bi tunebûnê ve diçe.
Çavkanî diyar kir ku Tevgera NûrElDîn ElZinkî ya ku di lîsteya terorê ya cîhanî de cihê xwe digre, hewildanên wê hene ku xwe bighîne herêmên di bin serweriya Hêzên Artêşa Şoreşgeran (Cêş El Siwar) li herêma Şehba bakurê Helebê de. Li beramberî vê yekê û derbasbûna El Zinkî, çeteyên Mertala Firatê ev yek red dike û naxwaze ku ev herêm bikevin bin serweriya ElZinkî de û dixwaze ev kom tune bibe.
Piştî êrîşên ku rêxistina Heyet Tehrîr Elşam (HTŞ) li ser gundewarên Idlibê yên ku di bin kontrola ElZinkî de bir û xiste bin serweriya xwe de, bû sedema reva bi dehan çeteyên ElZinkî ber bi herêmên Mertala Firatê re û hinek ji wan ber bi Tirkiyê ve biçin. Ji bilî vê yekê derdor 23 çete hewildana derbasbûna kantona Şehba ya ku di bin serweriya Cêş El Siwar a girêdayî QSD`ê de kirin.
Çavkaniyek hundirîn di nava ElZinkî de ragihand ku ew dixwazin derbasî Şehba bibin, lê Artêşa Netewî ya ku piştgiriya xwe ji Tikriyê digre erê nekir. Li ser bingeha tunekirina ElZinkî û têkîliya herî dawî ya ku di nava Tirkiyê û Rûsan de pêşket ku sînorê tevgera ElZinkî lewaz bikin.
08.01.2019
Rojev24