LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Komeleya KKS alaveke Tirkî bi rengekî Kurdî ye

Komeleya KKS alaveke Tirkî bi rengekî Kurdî ye

NAVENDA NÛÇEYAN– Komeleya KKS ku raste rast girêdayî Tirkiye ye, piraniya endamên wê cihê xwe di nava Encûmena ENKS û koalsyoa opozisyonê de digrin û xebatê xwe niha li Efrînê dimeşînin. Ev komele rola mezin a bi çek kirina ciwanên Kurd di nava ASA de dilîze, her weha alîkariyê dide projeyên Tirkiye yên li Efrînê.

KKS, ENKS û Koalsyona opozisyonê?

Di bin navê Komeleya serbixwe ya Kurdên Sûriye de, di 11 Hizêrana 2016 an de li Orfayê hejmarek ji endamên ENKS û koalsyona Sûriye kongira xwe lidarxist, di kongorê de kesayetên ji rêxistinên siyasî û partiyên girêdayî koalsyona Sûriye ya ku ji aliyê Tikriye hatiye avakirin amade bûn. Her weha endamên Encûmena ENKS ji herêma Kurdistanê û Ewropayê jî tevlîbûn.

Piraniya endamên vê komeleyê yên koalsyonê û ENKS ne, lê vê carê bi navekî cudatir ku xebatê xwe li Tirkiye dike. Li gorî daxuyaniya avakirina vê komeleyê ku ji aliyê serokê wê ve yê bi navê Ebdilezîz Temo ve hate xwendin, hate ragihandin ku Komeleya wan saziyek sivîl e, piştgiriya mafê gelê Kurd dike, lê li gorî xebatê wê yê ji sala 2016 an de û heta niha rastiya vê komeleyê li gorî lêkolînan eşkere dibe.

Komeleya serbixwe ya Kurdên Sûriye girêdayî Enûmena ENKS ye, taybet endamên vê komeleyê girêdayî Şepêla Pêşeroj a Kurdî ne ku ev şepêl niha bûye du parçe, yek li bakurê Sûriye û ya din jî li Elmanyayê di bin rêveberiya kesên bi navê Siyamend haco, Jiyan omer û Rêzan şêxmûs de ye. Hemû endamên vê Komeleyê li Tirkiye dimnîn û cihê xwe di nava koalsyona opozisyonê de digrin û ji wan jî Serokê vê Komeleyê yê bi navê Ebdilezîz temo ku li Stenbolê dimîne. Endamên vê komeleyê yên girêdayî Meşel Temo serokê berê yê Şepêla pêşerojê, Rêveberiya xwesr bi kuştina serokê wan Temo tewan bar dike û li dijî wê polîtîka xwe dikin.

Navedna komeleyê li Tirkiye li Orfa ye, civînên wê yên taybet bi encûmena xelasiya Efrîn re hene û ew di armanca xwe de erê dikin ku leşkerên Tirkiye derbasî heremên Sûriye bibin û xwe di nava sîstema Tirkiye de birêxsitin dikin.

Xebatê Komeleyê li Tirkiye û Efrînê

Komeleya serbixwe ya Kurdên Sûriye çalakiyên wê li heremên Bakurê Sûriye hene û taybet piştî dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên çekdar ên pêve girêdayî. Li herêma Efrînê hate eşkere kirin ku piştî dewleta Tirk derbasî herêmê bû çalakiyên wê aktîv bûn û di nava saziyên li Efrînê de dest bi rêxistinkirina ciwanên Efrînê taybet ên xwendevan kir.  Li gorî çavkaniyên ku navê xwe eşkere nekir ji nava Efrînê eşkere kirin ku komele dest bi projeya fêrkirina ciwanên Efrînê a zimanê Tirkî kirine û ew jî di banê rêxistina Ertugrul a Tirî ku komele di aliyê madî û derfetan de ji wan ciwana re vedikin. Ji dervey vê yekê jî di nava komên çekdar de tabûrên girêdayî Komeleya KKS hene. Li Efrînê komele ji aliyê kesê bi navê Azad Usman ve têne birêvebirin.

Azad Usman kî ye?

Kesê bi navê Azad Usman ku serokatiya KKS li Efrînê dike, bi xwe ji gundê Marat yê Efrînê ye. Berê li Helebê bicihdibû. Di şoreşa Sûriye de ji ber pirsgirêkên madî berê xwe da Tirkiye û li bajarê Mersînê ma. Azad Usman bi birayê xwe re yê bi navê Ehmed û kurê wî Dilşad di nava refên komên çekdar de xebatê rêxistinkirina ciwanên Kurd dikir û wan di nava tabûrên kurdî yên girêdayî ASA de bicih dikir. Heta têkiliya wan jî bi wan koman re hene û ev di daxuyaniyên Azad Usman de hate eşkere kirin.

Ehmed Usman birayê Azad Usman

Li gorî çavkaniyên heremî hate zanîn ku Usman dema ku li Tirkiye bû, serokatiya Partiya Azadî ya di nava Enûmena ENKS de girtibû û piştgiriya madî raste rast ji dewleta Tirk digirt. Çavkaniyan eşkere kirin ku nîşaneya vê yekê jî ewe ku rewşa Usman li Tirkiye pir baş bû û di riya piştigiya dewleta Tirk a bermaberî tevlîkirina ciwanan di nava ASA de gelek milk ji xwe re bidestxist.

Bi destpêkirina êrîşa li ser Efrînê û di dema dagirkeriya Efrînê de çavkaniyan dane zanîn ku Usman agahî li ser nav û adresên endamên Rêvberiya xweser radestî dewleta Tirk kir û bû sedema kuştin û işkenceya bi sedena malbetên Efrînê.

Girêdana Usman a bi komên çekdar ên ASA re

Azad Usman di riya bi çek kirina ciwanên Kurd de tabûrên bi navê Azadî, Mişel temo, Komele, Cebhet Elekrad û Selahdîn ava kirin. Li gorî daxuyaniya Usman a di 2013 an de ji kenala Rudawê re eşkere kir û got: Ev kom di nava ASA de li heremên Nubil, Zehra, belafirgeha Guwêrs, belafirgeha Minix, Selhil elxab û Rikin eldîn de bicihdibin.

Kurê Usman ê bi navê Dilşad Usman cihê xwe di nava tabûra Azadî de digirt ku ev tabûr jî di bin serweriya ASA de ye û Dilşad ji sala 2013 an de ciwanan tevlî nava komên ASA dikir û ev xebatê wî li Helebê taybet hate kirin. Dilşad têkiliyên wî pir bi ASA re xurtin ku ew li Ezazê jî maye. Dilşad dema li ser bendek a ASA li Ezazê newbetê digre birîndar dibe û wî radikin Tirkiye, ji aliyê dewleta Tirk ve tê derman kirin û piştî wê derbasî Holenda dibe û niha li wir bi cih dibe.

Niha jî Usman li Efrînê ye, di proje û xebatê dewleta Tirk de rolek mezin dilîze.

Ji dervey Azad Usman hemû endamên vê komeleyê ajanên dewleta Tirk in û ji bo wê kar dikin. Li gorî çavkaniyên taybet du endamên din ên vê komeleyê li Tikriye dimînin û xebatê xwe dimeşînin.

Redîf Mistefa

Redîf Mistefa ji gundê Bênder ê rojavayî bajarê Kobanê yê Bakurê Sûriye ye. Beriya şoreşê ajan bû ji rêjîma Sûriye re û taybet ji şaxê ewlekariyê re. Piştî wê Redîf bû endamê kombûna parêzerên Kobanê ya girêdayî encûmena niştîmanî Sûriye. Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ sala 2014 an de li ser Kobanê di riya birayê xwe de yê bi navê Mistefa ji Kobanê reviya û di dergeha Cerablus de derbasî Tirkiye bû. Di dema ketina çeteyên DAIŞ bajarê Minbic de Redîf mistefa vegeriya û alîkarî bi endamên DAIŞ re kir. Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê di sala 2016 an de, Redîf berê xwe da Elmanya û di nava koalsyona opozisyonêde de cihê xwe girt û pêre jî endamê KKS ye.

Mistefa Misto (Mistefa yaqûb)

Mistefa Misto ji gundê Cebelferc ê rojavayê Kobanê ye û ew endamê Partiya PDKS ya girêdayî Sûad elmele ye, lê di 19 Hizêrana 2018 an de istîfaya xwe da. Li gorî çavkaniyan ji ber ku cih di rêveberiya heremên Ceablus û Efrîn de cih negirtiye dev ji xebatê wê berdaye. Niha Misto endamê KKS ye.

 

15.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً