LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li ser şopa Şindî.. Enwer Sîno jî ajantiya MÎT kir

Li ser şopa Şindî.. Enwer Sîno jî ajantiya MÎT kir

EFRÎN– Beriya ku operesyona bi navê Şaxa Zeytûnê li ser herêma Efrînê dest pê bike, kurdên sextet ku bi dewleta Tirk û komên çete yên pê ve girêdayî bûn destek û bûn sedema bingehîn bi dagirkirina herêmê derketin. Li ser şopa Hesen Şindî kesê bi navê Enwer naso bû sedem ku gelek sivîlên Efrînê werin qetil kirin û agahî bi ajantiya xwe parve kir.

Çavkaniyên ji herêma Efrînê derbarê berdewamiya kiryarên revandin û işkenceya li ser sivîlan, dane zanîn ku yên ku dibin sedema binçavkirina ciwanên Efrînî cihê xwe di nava meclisa Efrîn de digrin. Ji destpêka operesyonê û beriya wê jî dewleta Tirk hewildana leşkerkirina zarokên herêmê kir û bi her awayî dest avêt sivîlên herêmê û ew li gorî bercewnediyên xwe bi kar anî. 

Enwer Sîno hevkarê Hesen Şindî ye

Çavkaniyê me yê taybet ji me re diyar kir ku Enwer Sîno ji gundê Mîrkan (Hisê) ya girêdayî navçeya Mabeta ye, niha di nava Mecilsa Sivîl a Efrînê de cihê xwe digre. Ji bo Tirkan jî wekî ajan kar dike û di derbarê ciwanên ku erka xweparastinê kirinbûn agahiyan dide artêşa Tirk. Ji bilî vê yekê çavkanî wiha berdewam kir ku ji destpêka operesyona li ser herêma Efrîn Enwer Sîno bi dewleta Tirkiye re di nava têkiliyan de bû û bi riya zavê xwe EbdelQadêr noqteyên Yekîniyên Parastina Gel ji Tirkan re rêdikir. piştî ku Efrîn hate dagirkirin bi deh rojan vegeriya herêmê û dema ku ji erebeyê dadikeve li pêşiya hemû sivîlên gund dibêje bi saya alîkariya me bi istixbarata Tirkiye re me welat rizgar kir.

Derveyî vê yekê di sala 2014`an de bi hevkariya Hesen Şindî teqîn li Efrînê pêk anîn. Wek ku tê zanîn di sala 2014`an de li navenda bajarê Efrînê li pêşiya navendên rojnameya Ronahî û ajansa Hawarê teqîn pêk hat, di encama lêpirsîna hêzên hundirîn ên herêma Efrînê de derket holê ku kesên li pey vê teqînê Hesen Şindî û Enwer Sîno bûn. Her wiha di heman salê de avahiya saziya civaka sivîl jî armancgirtin ku di encama wê teqînê de 4 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Hesen Şindî ji gundê Memila ya girêdayî navçeya Raco ye û Berdevkê Fermî yê Meclisa Efrînê ye. Heta vê dawiyê jî li ber çavan bû, lê ji ber tirsa li ser xwe berê xwe da Ewropa. Piştî ku şoreşa Sûriyê dest pê kir Hesen Şindî û Enwer Sîno hewildanên xwe yên xirakirina aramiya herêmê kirin, bi lêpirsîna ku hatiye kirin jî derket ku perspektîvên ku hatine girtin jî ji aliyên MÎT`a Tirkiyê ne.

Armancgirtina sivîlên Efrînê ji hêla herdu kesên navborî de, di vê çerçoveyê de ranewestiya, lê pişt dagirkeriya li ser Efrîn jî Sîno navên ciwanên li Efrînê mane da û bû sedema binçavkirina wan. Di mijara bi dagirkeran re alîkarî dayîn de jî nebû asteng. Enwer Sîno bi dehan malbatên ku ji Xûta hatine di nava malê Efrîniyên ku bi darê zorê ji herêma wan ew derxistin de bi cih kir.

Ajankirina ciwanên herêmê kiriye

Enwer Sîno bi girtina ciwanan bes nedît lê hewildana ajankirina wan li dijî sivîlên herêmê jî kir. EbdEl Qadêr Henan ji gundê Mîrkan (Hisê) ya girêdayî navçeya Mabeta ye, zavê Enwer Sîno ye. EbdEl Qadêr piştî şoreşa Sûriyê du salan leşkertiya neçar a Rêjîma Sûriyê kir heta pênc salan tê de ma û herî dawî reviya û vegeriya herêma Efrînê û tevlî erka xwe parastinê bû.

Hêjayî gotinê ye ku Henan piştî perwerdeya xwe ya erka xweparastinê bi dawî kir li ser belavkirina cebilxaneyên noqteyên YPG hate erkdar kirin. Lê bi destpêkirina şerê li ser herêma Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve bi belavkirina cebilxaneyê li ser noqteyên hêzên leşkerî, kordîne dikir û dida dewleta Tirk. Bi vê yekê noqteyên wan dihat deşîfrekirin û ji hêla balafiran ve dihatin armancgirtin. Çavkaniyê ku ev yak bi me re parve kiriye eşkere kir ku bi fermana Enwer zavê xwe kir ajan, ji ber ku her tim bi hevjîna wî gef li EbdEl Qadêr dixwarin ku eger tu ji min re neyîne agahiyên ku ez dixwazim ez ê keça xwe bibim û nema dihêlim tu wê bibînî yan jî zarokê xwe bibînî.

13.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً