LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şahidan kujerê teqîna Minbicê eşkere kirin?

Şahidan kujerê teqîna Minbicê eşkere kirin?

NAVENDA NÛÇEUAN- Îro di demjimêra 12:38 li orta herêma Minbicê teqînek xwekujî rû da. Li gorî aliyên pêwendîdar encama vê teqînê 13 kes jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de 3 leşkerên Emerîkî û du kes jî guvenlikên wan bûn.

Çavkaniyên taybet ziraviyên teqîna ku pêk hatiye anîn ziman ku çawa istixbarata Tirkiyê MÎT di pêkanîna vê teqînê de xeleka yekemîn bûn. Ji ber vê yekê jî niha herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rastî kelejana gel tên.

Derbarê bikaranîna sivîlan, çavkaniyên taybet ji herêma Cereblusê dan zanîn ku welatiyê bi navê Semêr ElŞelebî ku ji bajaroka Qibêsîn a girêdayî herêma Babê ye. Navnîşana wî li bajarê Cereblusê ye. Di 10`Çile de Semêr tevî malbata xwe ji hêla aliyên ne nas ve hatin revandin.

Çavknaiyên ku ji mala ElŞelebî ne dan diyarkirin ku Semêr tevî xwişka xwe ya bi navê Nûr ElŞelebî ya 16 salî hatibûn revandin ji heman hêlê ve. Di 15`Çileyê de Nûr hate vegerandin piştî ku rastî êşkenceyê hat wek lêdan û destdirêjiye. Her wiha dan zanîn ku Semêr bi xwişka wî û malbata wî dan gefxwarin ku eger çalakiya xwekujiyê neke wê malbata wî bikujin.

Encama vê yekê jî çalakiya xwekujiyê kir û niha jî herêma Cereblusê rastî kelejana gel tê ku dixwazin li beramberî dagikeriya dewleta Tirk rabin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku çavkaniyên din ji herêma Cereblusê eşkere kirin ku vê sibê dîtin ku Semêr ElŞelebî di dergeha Ewn ElDedet re bi riya veguhestina pez derbasî Minbicê bû.

Ev ne cara yekemîne ku dewleta Tirk sivîlan bi zext û mecûriyetê çalakiyên wiha pêk tîne.

16.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً