LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Di Rojhilata Navîn de hêza Jin a YPJ nimûne ye

Di Rojhilata Navîn de hêza Jin a YPJ nimûne ye

Di Rojhilata Navîn de bi destpêkirina şoreşa gelan a li hemberî desthildaran, jinên pêşneg derketin û di nava xebatekî ku beriya niha rolek tê de ne lîstibûn derketin holê û ew jî leşkeriye. Jinên Sûriye rola xwe ya mezin di vê şoreşê de lîstin û karîbûn artêşek jin a bi heybet ava bikin. Di nava van jinan de jinên enternasyonal jî derketin û ji wan ji Anna bû ku ji Birîtanyayê yekemîn jin ku cihê xwe di nava YPJ de girt.

YPJ`ê di nava tevahî hêzan de bû mînaka jina xwedî îrade û azad

Bi destpêkirina şoreşê li tevahiya heremên Rojhilata Navîn ku di nav de Sûriye jî hebû, bi şoreşa Rojava re û ji ber êrîşên çeteyên wekî Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê li ser gelek herêmên Bakurê Sûriye. Komek ji jin çek rakirin û xwe bi rêxistin kirin. Piştî ku êrîş li ser Bakurê Sûriyê dijwar bûn, pêwîstî bi hêzeke birêxistinkirî ji bo parastina jinan hate dîtin. Lewre Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 4`ê Nîsana 2013`an bi avakirina Tabûra Şehîd Rûken li Efrînê, xwe bi awayekî fermî ragihand. Bi îlankirina YPJ`ê, bi sedan jinên ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê tev li YPJ`ê bûn û roj bi roj ev hêz mezin bû. Di nava vê hêzê de jî gelek jinên enternasyonal jî cihê xwe digrin.

YPJ ê çi bi dest xistiye?

Hêza YPJ`ê ya ku hatiye avakirina bi hezaran jinên cîhanê di nav xwe de hembêz kir. Ji ber ku hêzeke aktîv bû û li hemberî terorîstan li berxwe dan û parastina civaka xwe weke erk dîtin û bi îradeya xwe ev erk pêkanîn û xwe ji hemû cîhanê re kirina mînaka jina bi hêz.

Hêza YPJ ê qonaxa kapîtalîzmê di hişê hegemontiya ku rola jin weke amûr di hişê civakê de hatibû sazkirin di nava civakan de ev yek şikand û YPJ ê weke hêzeke bi aktîv ku dikarîbû xwe îfade bike û li pêşiya terorîstan parastina xwe, mal, zarok, erd, û milkê xwe bike û xwe ji cîhanê re îfade kir ku ew dikare bi hêzbûna xwe û îradeya xwe li berxwe bide. Ev hêza ku di demeke kurt de xwe bi rêxistin kir, di aliyê fikirê, bawerî û îdeolojiya xwe bi hezaran jin tevlî nava refên wê bûn û ji cîhanê re bûn mînaka jinên tekoşer mîna Leyla Qasim û berdewamiya vê xelekê jî di şexsê Anna Campbell ku li Efrînê li dijî dewleta Tirk şer kir û şehîd bû.

YPJ`ê bersiva hemû êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên Ii ser hemû herêmên Bakurê Sûriye da û eniyên şer birêve dibirin. Di şerê Kobanê û rola hêzên YPJ`ê di Kobanê de û çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan li dijî çeteyên DAŞ`ê, mînakên berxwedana YPJ`ê derdikevin holê.

Her wiha hêzên YPJ`ê beşdarî hemleyên rizgarkirina Til Hemîs, Til Birak, hemleya Şehîd Rûbar a rizgarkirina çiyayê Kizwanan û vekirina korîdora di navbera Cizîr û Kobanê de bûn.

Di YPJ de jin qalibê serweriya zilam şikand

Di qonaxa zilamê desthilatdar de û cîhana ku bi zilam xwe reş kiribû çiroskek azadiyê ronî da û bû çiroska ku çavê hezaran însanan vekir.

Bi YPJ`ê re cara yekem bû ku jin sînorê jêre hatiye danîn dişkîne û derbasî qonaxa xwe perwerde kirin û rizgar kirinê dibe û ji milê îdeolojî û leşkerî xwe bipêşdixe. Ev yek guhertineke cewherî di kesayeta van jinan de da avakirin, her wiha êdî doza mafên xwe kirin û li hemberî bê mafiyê sekinîn û parastina jinan ji DAIŞ`ê hov kirin ku bi vê yekê dan xuya kirin ku jin xwe bi xwe diparêze li bendê ti kesî namîne ku wê biparêza û rizgar bike. Her jinek di YPJ`ê de bi rihekî fedayî û hevpar, netewî û exlaqî jiyan dikin. Ji rêgeza ku jin ji çi pêkhate û netewê be di nav de cihê xwe bigire û dikare di jiyanê de xwedî biryara xwe be.

YPJ`ê ji hêzeke jinên Sûriye bû hêza giştî cîhanê

Yekem jina ji derveyî Sûriyê tevlî nava jinên YPJ`ê bû Anna Campbell a bi koka xwe Birîtanî bû.  Anna tevlî nava refên YPJ`ê bû ji bo ku li dijî terorê şer bike. Campbell li dijî terorîstên DAIŞ`ê şer kir û bi îdeolojiya YPJ`ê bawer kir û bi navê Hêlîn Qereçox bi rihekî fedayî tevlî şer bû û di gelek eniyên şer de şer kir.

Di girtina mijara YPJ de û li ser erdnîgariya Rojhiata Navîn a serweriya bê ser û ber li ser Jinan ji aliyê zilam, civak û dewletê ve, avakirina vê hêzê pêvajoyeke giring a dîrokî ye. Eger em rewşa heremên rojhilata navîn li ber çavan re derbas bikin dê derkeve holê ku Jin dikare taybetiya jinê ya xwebûyîna her tiştî vegerîne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li ser xakeke wekî rojhilata navîn rojane li gelek bajaran jin rastî kuştin, intîhar, işkence û cur be cur zilmê tên û ji wan jî welatên wekî Mesir, Erebistana Sûdî û Tirkiye ye.

(Deniz Yalmaz)

21.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً