NAVENDA NÛÇEYAN- Qada dawî ya çeteyên DAIŞ`ê Dêra Zorê ye, Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) di şerê dawîn de li dijî DAIŞ’ê li berava çemê Firatê bi dehan terorên DAIŞ’ê girtin, cudatirî vê yekê jî bi dehan çete jî xwe radestî QSD`ê kirin. Çeteyek ji wan çeteyan ku bû şahidê bikaranîna dewleta Tirk ji wan re çîroka xwe îfade kir.
Fadil Ebd El Rehman Ebd El Mecîd ku bi navê Ebû Înam El-Mihacir tê naskirin, ji bajarê Lahor ê Pakistanê ye. Di sala 1971’an de ji dayîk bûye. Ebû Înam kemîn ji koçberên sivîl re yên ku ber bi herêmên QSD’ê ve direviyan, amade dikirin. Di encama tengavkirina tevgerên wan de ji hêla QSD’ê ve, gelek ji wan neçar man xwe radestî QSD’ê bikin. Ebû Înam ji malbateke dîndar e ku li bajarê Lahor dimîne. Bi 3 jinên ji Pakistanê re zewicî ye. Tev li rêxistina ‘Leşker Tîba’ ya Keşmîrê dibe û li dijî artêşa Hindistanê heya salekê şer dike, piştre vedigere Pakistanê.
Dewleta Tirk hêmana sereke ye bi alîkariya DAIŞ`ê re
Di şîrovekirina detayên çûyîna wî ji Pakistanê ber bi Sûriyê ve, çeteyê bi navê Ebû Înam dibêje ku wê demê kesek bi navê Ebd El Setar nas dike. Li gorî Ebû Înam, Ebd El Setar ji Pakistanê ye û wek kordînatorê DAIŞ’ê dixebite û endaman tev rêxistinê dike. Ebd El Setar belgeyên pêwîst ji bo derketina Ebû Înam ji Pakistanê ber bi Tirkiyê ve amade dike û jê re diyar dike ku dema digihîje Tirkiyê dê komek wî wergire û wî veguhêzin noqteyên rêxistina DAIŞ`ê beriya ku bişînin Sûriyê.
Fedil Ebd El Rehman wiha got: “Di sala 2015’an de pitşî ku min tevahiya karên xwe amade kirin, bi balafirê ez çûm Tirkiyê. Dema ez gihaştim Tirkiyê, kesek ez wergirtim, piştre yek bi telefonê bi min re axivî û got ew ê min bibin Edeneyê. Bi rastî jî em çûn Edeneyê.”
Ebd El Rehman berdewam kir ku girêdayî navenda wan a li Edeneyê û mekanîzmeya tevgera wan got: “Wek komek em ji Stenbolê hatin Edeneyê. Piştre di maleke mezin de em dabeş kirin. DAIŞ wek artêşeke birêxistinkirî tev digerî û ji ber hêsanbûna tevgera wan, mîna ku em li herêmên wan in, em matmayî diman. Ji ber ku em nû bûn, her tim em gef dikirin eger tiştên ku ji me dixwazin em pêk neynîn, dê agahiyan bidin dewleta Tirk. Her tişt ji me re pêşwazî dikirin da ku em dernekevin derve.”
Ji Edene heta Sûriyê bê rawestandin
Girêdayî derbasbûna wan ji Sûriyê re û hêsankirina artêşa Tirk derbasbûna komên çete yên ji Sûriyê re Ebd El Rehman wiha domand: “Bi rêya erebeyan em ji Edeneyê veguhestin sînorên Sûriyê. Em komek ji 50 kesan bûn. Di nav me de malbat jî hebûn. Em ranawestiyan û kesekî erebeyên me nesekinandin an jî tiştek ji me pirs nekir. Rê mîna ku veguhestina ji bajarok ber bi bajarokê din ve bû. Em pê nehesiyan ku em derbasî Sûriyê bûne. Tenê dema em gihaştin El-Raî, wê demê me zanî ku em li Sûriyê ne. Komên din ên ku derbasî Sûriyê bûne, ji me re gotin artêşa Tirk ji wan re rêyên derbasbûna sînor ronî kirine.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyê bi navê Fadil Ebd El Rehman Ebdulmecîd ku bi navê Ebû Înam El-Mihacir tê naskirin, tevî komek ji 5 endaman di encama kemîna QSD’ê de di 6’ê Çileya 2019’an de xwe radestî QSD’ê kir.
21.01.2019
ROJEV24