NAVENDA NÛÇEYAN- Di demek ku Tirkiyê gefên xwe li bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe, dewleta Tirk hewil dide ku têkîliyên xwe yên li ser asta diplomasî xurt bike.
Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di van deman de bi nûnerên pir welatan re rûnişt û hevdîtin pêk anîn. Di demek nêz de jî Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan diçe Rûsyayê û bi serokê wî welatî Vlademîr Putîn re li ser rewşa Sûriyê hevdîtinê dike.
Li gorî ku Ajanasa Anadolu ya Tirkiyê ragihandiye, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dê sibê biçe Rûsyayê û bi serokê wî welatî re hevdîtinê li dar bixe.
Li gorî agahiyan, mijara sereke ya hevdîtina Erdogan û Putîn rewşa Sûriyê bi taybet qonaxa piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê û operasyona li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê ye.
22.01.2019
ROJEV24