NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê hevpeyvînek pêk anîn û li ser Sûriyê axivîn. Pompeo anî ziman ku hevkarên xwe bernadin.
Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Pompeo û Çavuşoglu derbarê vekişîna leşkerên Amerîka yên li Sûriyê û danûstandinên Washington û Enqerê de axivîne.
Li gor daxuyaniyê, Pompeo ji Çavuşoglu re gotiye wan hay ji fikarên Tirkîyê yên li Sûrîyê heye û ji wî re behsa girîngîya parastina hevkarên wan yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin, kiriye.
Amerîka, li Sûriyê di têkoşîna dijî DAIŞ`ê de bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re hevkariyê dike, lê Tirkiye wê rêxistineke terorîst dihesibîne û dijî wê gefên êrîşan dixwe.
22.01.2019
ROJEV24