LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / “Ji sala 2011`an de Tirkiyê Rêkeftina Adana bin pê kiriye”

“Ji sala 2011`an de Tirkiyê Rêkeftina Adana bin pê kiriye”

NAVENDA NÛÇEYAN- Li ser Rêkeftina Adana ya ku di Cotmeha sala 1998`an de hatibû dayîn û di dema dawî de ketibû rojeva dewleta Tirk de Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniyek da.

Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniyek derbarê Rêkeftina Adana ku di serdana serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Rûsiyayê re hatibû rojevê got: Ji sala 2011`an û vir de, Tirkiyê bi piştevaniya terorîstan û dagirkirina xaka Sûriyê, Rêkeftina Adana bin pê dike.

Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de hate ser ziman ku dewleta Tirk divê weke berê vegere û ji xaka Sûriyê derbikeve. Lê dewleta Tirk ji sala 2011`an ve û heta niha li ser sînora Sûriyê terorê xurt dike, li kêlek vê yekê derbaskirina wan ji milê Sûriyê re bi hêsan dikir û ji wan re astengî dernedixistin.  

Ji bilî vê yekê binpêkirina vê rêkeftina navborî bi awayekî rasterast hate kirin. Ev yek jî dewleta Tirk çi bi anîna leşkerên xwe û çi bi anîna komên pê ve girêdayî ji bo xaka Sûriyê dikir.

Wezareta derve ya Sûriyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: eger Tirkiyê dixwaze rêkeftina Adana bibe pratîk divê ji xaka Sûriyê vekişe û piştgiriya xwe ji bo komên çete rawestîne, wê demê sînorên me bi ewle dibin û em dikarin bi dewleta Tirk re bikevin pêwendiyê de.

 

26.01.2019

ROJEV24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً